Kolbernewsê têkildarî binpêkirinên hêzên dewleta Îranê yên li hemberî kolberan raporek weşand.
Di raporê de hatiye diyar kirin ku di nava şeş mehên bihurî de, herî kêm 20 kolber û kasibkarên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî. Hate gotin ku 18 bûyer ji wan ji ber êrişa rasterast a hêzên leşkerî yên dewleta Îranê çêbûye. Di encamê de 13 kolber hatin kuştin û 5 kolber jî bi giranî birîndar bûn.
Her wiha herî kêm du kolberên din jî piştî ku li navçeya Şemzînanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatine desteserkirin, rastî êşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hatin.
Li gorî raporê di nava qurbaniyan de navê 2 ciwanên temenê wan 18 salî yên bi navê Sîrwan Xweşnemek û Suheyl Firdewsî jî hene.

