Li gora komî ya li Mezargeha Şerfedînê ya li navçeya Sinûnê ya Şengalê karê lêgerîn û kolandinê bi dawî bû. Saziya Şehîdan diyar kir ku karê kolandinê ku bi rêya Daîreya Parastin û Gorên Sedsalî û Windayan beriya 6 rojan destpê kir, bi dawî bûye.
Di roja şeşemîn û dawî ya kolandina gora komî de tîmên pispor, teknîkî û edlî yên daîreyê dest bi pêvajoya hesas û giran a rakirina termên cangoriyan kirin. Ev yek jî li gorî pîvan, rêgez û protokolên teknîkî û edlî yên navneteweyî hate kirin ku rûmet û nirxên qurbaniyan diparêze.
Piştî ku term bi awayekî zanistî û parastî hatin rakirin, bi rêya zabitnameyên fermî û belgekirina qanûnî bi temamî radestî nûnerên Daîreya Tiba Edlî ya Wezareta Tenduristiyê hatin kirin. Armanca sereke ji vê veguhestina ber bi navenda giştî ya Daîreya Tiba Edlî ve ew e ku qonaxên dawî yên lêkolînê bên temamkirin.
Di vê qonaxê de jî wê ji terman nimûneyên hestî bên girtin da ku testa DNA bê kirin û ev daneyên biyolojîk bi yên malbatên şehîdan re bên berhevdan û lihevxistin. Ev pêvajo ji bo naskirina nasnameya rastîn a her yek ji van şehîdan û di dawiyê de radestkirina wan ji malbatên wan re tê meşandin da ku ew bikarin li gorî kevneşopî û daxwazên xwe merasîmên xatirxwestinê lidar bixin.
Di roja dawî ya karê kolan û rakirina cenazeyên cangoriyan de li gel karên teknîkî her wiha saziyê pêwendîdar li ser aliyên civakî û mirovî yên mijarê agahiyên berfireh dan malbatên qurbaniyan û rêxistinên civakî yên sivîl. Hate ragihandin ku ev pêngav rasterast di çarçoveya siyaseta şefafiyete de tê meşandin ku Saziya Şehîdan pêşengiyê jê re dike.
Gora komî ya li ber mezargeha Şerfedîn weke cihekî duyemîn ango binçav tê hesibandin, ku di demên berê de termên pîroz ên şehîdan ji gorên Xanesor, Berdiyê û deverên din ên cuda yên qezayê hatibûn rakirin û bi rengekî demkî lê hatibûn danîn.

