Vegotina şehîdan zehmet e, lê belê wezîfeyeke pîroz e. Hevala Dr. Jiyan yek ji hezaran milîtanên azadiya jinê bû ku di nava têkoşîna azadiyê de cih girt. Ya ku ew taybet dikir hezkirina wê ya hevrêtiyê bû, bersivên wê yên xurt ên bi pratîk û kesayetiya xwe li pirsa ‘Divê çawa bê jiyîn?’ bû, hewldana wê ya bedewkirina jiyanê bû. Yek ji pêşengên bijarte yên çanda jinê ya komînal bû.
Hevrê Jiyan temenê xwe bi rabûna li ber sîstema zordar, mêtinger û bêedaletiyê, bi hewldan û îradeya afirandina jiyaneke nû, wekhev û azad derbas kir. Ti carî qebûl nekir ku jin weke zayenda duyemîn bê dîtin. Bi dilxwaziya bi wate û azadkirina jiyanê meşiya.
Hevala Dr. Jiyan di salên 1990’î de di demekê de ku ciwan ref bi ref tevlî nava têkoşînê dibû, bi coş û baweriyeke mezin tevlî nava têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo bû.
Ddema ku li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dixwend bi rengekî çalak beşdarî nava tevgera ciwanan bû. Piştre jî di ser Eyaleta Amedê re tevlî nava refên têkoşînê bû. Salên dûr û dirêj li Bakurê Kurdistanê li qadên herî zehmet ên şerê gerîla têkoşiya.
Di têkoşîna azadiyê de ku li eyaletên Amed û Xerzanê destpê kir, li gel wezîfeyên xwe yên fermandarî û rêveberiyê bi pirsgirêkên tenduristiyê yên bi dehan hevalan re mijûl bû û doktorî kir. Bi nasnameya xwe ya doktoriyê jiyan rizgar dikin, bi nasnameya xwe ya têkoşînê jî li her qadê tevkarî li avakirina jiyana azad kir.
Weke gerîlayeke jin li Eyaleta Xerzanê ku yek ji qadên herî zehmet ên gerîlatiyê bû kedeke mezin da, tevlî berxwedanê bû. Di sala 1995’an de ji bo biçe Qada Rêbertî derbasî Başûr bû û li vê derê beşdarî Kongreya 5’emîn a PKK’ê bû. Li dû kongreyê derbasî qada Rêbertî bû û beşdarî perwerdeyê bû.
Nêrîna felsefî ya Rêberê me, feraseta wî ya hevrêtiyê, enerjî û xwezayîbûna wî ya ji bo azadkirina civakê bandoreke kûr li hevala Dr. Jiyan kir. Di afirandina kesayetiya xwe ya bi rengê azadiyê de naskirina Rêbertî, dilsozî û hezkirina wê ya ji Rêbertî xwedî cihekî girîng bû. Di meşa xwe azadiyê, bi bandor, bê navber û demdirêj de perwerdeya ku li qada Rêbertî wergirtî diyarker bû. Rastiya Rêbertî ji xwe re kir esas û meşa xwe ya azadiyê bi biryardarî dewam kir.
DI NAVA TEVGERA AZADIYÊ DE CIHÊ XWE DI NAVA RÊVEBERIYÊN KCK Û KJK DE GIRT
Hevala Dr. Jiyan ji ber ku li gelek qadên têkoşînê wezîfe girt, xwedî gelek tecrûbeyên girîng bû. Yek ji wan hevalan bû ku tecrûbeya xwe ya jiyanê bi derdorê gelekî parve dikir. Beşdarî hemû serdemên dîroka tevgera me ya azadiya jinê bû û di van pêvajoyan de bi rolên girîng rabû. Hem di artêşbûna jinê de hem jî di karên YAJK’ê de yek ji wan hevalên jin bû ku wezîfeya destpêkê wergirt.
Di têkoşîna azadiya jinê de hişmendiya zayendî û têkoşîna zayendî bi rengê herî çalak û bê navber meşand. Ji sekna jinê ya azad tawîz nedida, li her qada lê bû pêşengî dikir. Ji îradeya xwe, hişmendiya xwe û rêxistiniya xwe bawer dikir; ev nirx jî bi fedakariyeke mezin hem di kesayetiya xwe de hem jî li nava hevalên li derdora xwe diafirand.
Salên dawî bi lêkolînên li ser dîrok, felsefe û jinê gelekî eleqedar dibû; li van qadan timî dixwend. Yek ji taybetmendiyên wê yên xweser ew bû ku ti carî qîma xwe bi ya heyî nedianî û ji bo bigihêje armancên xwe bêyî ku li mercan asê bimîne timî di nava kar û lêgerînê de bû. Her tim rengekî cidî li ser karê perwerdeyê disekinî. Digot, ‘Divê em ji bo vê şoreşê kadroyan bigihînin’. Ji ber vê jî bi eşq û daxwazeke mezin tevlî karên perwerdeyê dibû.
Hevala Dr. Jiyan xwedî tempo û enerjiyeke bêhempa ya jiyanê bû. Bi zindîbûn, axaftin û tempoya xwe ya li nava jiyanê timî bala derdora xwe dikişand. Di mijara têgihiştina Rêbertî û bicihanîna tiştên hîn bûye, timî di nava lêgerînê de bû. Li hemberî neheqî û newekheviyê xwedî hêrseke mezin bû. Helwstên ku di nava şoreşê de li pey firsendan bû, zor dida hevrêyên xwe û ziyan digihand nirxên hevpar ên jiyanê ti carî qebûl nedikir.
Hevrêyek bû ku coşa wê ya jiyanê mezin bû, bi tempoya xwe ya enerjîk hêz û moral dida hevrêyên xwe. Ji dil dikiya, li pêşberî zor û zehmetiyan ti carî ranediwstiya. Hevrêtiya wê qewîn bû, kesayetiya wê; jineke wêrek û leheng bû. Timî hevrêtî ji xwe re dikir esas, hewl dida hevrêyên xwe bi pêş ve bibe, xur bike. Ev yek ji bo wî pîvaneke bingehîn a jiyanê bû.
Daneheviya xwe ya îdeolojîk û teorîk bi tecrûbeyên jiyanê re dikir yek û ber bi pratîkê ve diherikî. Di têkoşîna xwe de li hemberî ferasetên serweriya mêr bi biryardarî têdikoşiya, ji xwe re dikir esas ku hevrêyên xwe yên mêr perwerde bike, bi pêş ve bibe û bi wan re hevrêtiyeke rast dîne. Hevalek bû ku çanda azadiyê û xeta azadiya jinê di kesayetiya xwe de şênber kiribû.
Dema ku şehîd bi bîr dianî, her tim aliyên bedew û xurt ên hevrêyên xwe bi bîr dianî, hewl dida ku taybetmendiyên wan di kesayetiya xwe de bi cih û temsîl bike. Hez dikir ku di jiyana rojane de kedê bide, di nava vê kedê de li gel hevrêyên xwe hilberîne û wekhevî ji xwe re dikir esas. Bi dilxwaziyeke mezin girêdayî xakê bû. Keda ji bo xakê, temaşekirina li mezinbûna nebatan kêfxweşiyeke mezin dida wê. Hewl dida her cihê ku lê ye bedew bike; girîngî dida avakirina jiyaneke bi rêk û pêk, paqij û estetîk.
Bêtirs bû, wêrek bû. Bêdudilî dida pey rastî û nirxên jê bawer dikir. Weke jinekê têkoşîna “xwebûnê” weke yek ji têkoşînên bingehîn ên jiyanê didît û di vê çarçoveyê de bi biryardarî tevdigeriya. Ti carî dest ji hewldana afirandina azadî, xweserî û îradeya xwe bernedida.
Hevrêtiya wê ji dil bû, bê hesab bû û parvekar bû. Di her kêliya jiyanê de hîn dibû û hîn dikir. Bi rastî jî mamosteyeke jiyanê bû. Bi ciwanan re eleqedar dibû, bi dilxwazî dixwest hin tiştan hînî wan bike. Bi taybetî ji nêz ve bi wan ciwanan re eleqedar dibû ku zehmetî dikişandin, hewl dida wan bi pêş ve bibe. Ji bo biryardarî û îdîaya wan xurt bike gelek rê û rêbaz peyda dikir. Ji ber vê jî li her cihê ku lê bû bi hezkirin û hurmet dihate pêşwazîkirin. Ji xwe bawer dikir, nêrînên wê li ber çavan dihate girtin.
Hevala Dr. Jiyan dilsoza Rêbertî, welêt û afirandina azadiya jinê bû. Dema ku hîs dikir ku zerar digihêje yek ji van, sekna herî tûj û bi biryar nîşan dida, nêrînên xwe bi eşkere digot. Li hemberî şaşitî û qirêjiyan helwesta wê zelal bû. Ev qebûl nedikir, teqez nêrînên xwe bi eşkere dianî ziman û hewl dida pirsgirêkan çareser bike.
Girîngiyeke mezin dida aliyê xwezayî yê jiyanê û bedewiyê. Qîmet dida têkiliyên cewherî û heqîqî. Ji aliyê xwegihandina cîhana navxweyî ya mirovan, naskirina wan, parvekirina rastî û bedewiyê ve xwedî kesayetiyeke şareza bû.
Hevala Dr. Jiyan milîtaneke xurt, bi bawer û qewîn a Rêberê me bû. Yek ji pêşengên leheng, kedkar û bi coş a dîroka me ya azadiya jinê bû. Têkoşîna azadiya jinê û lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd li qadên herî zehmet diparast. Jin a Kurd a azad di kesayetiya xwe de bi xurtî temsîl dikir.
Ji aliyê afirandina jiyana azad û têkiliyên mirovên nû ve her tim bi îdîa bû. Ev yek ne tenê di gotinê de, her wiha di jiyan û kesayetiya xwe de şênber kir. Felsefeya jiyana azad a PKK’ê û Rêber Apo pejirand û ‘Kurdê Azad’ û jin a azad di kesayetiya xwe de afirand.
Hevala jiyan girîngiyeke mezin dida karên avakirina civakî. Pêşengî ji gelek karên civakî re kir, projeyên afirîner û nû ava kir û di rêxistinkirina gel de kedeke mezin da. Hevalek bû ku qîmet dida gel, têkiliyeke ji dil û hezkirinê bi gel re datanî.
Yek ji stêrkên biriqî yên têkoşîna me ya azadiyê hevala Dr. Jiyan di 19’ê Tebaxa 2019’an de li Qendîlê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû.
Sala 2019’an ew sal bû ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dida Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike û gelê Kurd qir bike. Ji bo vê jî operasyonên qirkirinê dimeşand. Di nava wan mercan de hevala Dr. Jiyan baweriya xwe ya bi afirandina jiyana azad a jinan û gelê Kurd ti carî winda nekir. Di vê têkoşîna dîrokî ya navbera hebûn û tinebûnê de ji bo jiyana azad di kesayetiya xwe de şênber bike gelekî hewl da.
Sekn û kesayetiya wê week mînakeke xurt di hişê me de neqişî ku nîşan dida, jiyana azad çawa dikare bê afirandin. Hevala Dr. Jiyan bi mîrateya xwe ya di nava têkoşîna afirandina jiyana azad de li pey xwe hişt, bi me re, di bîranînên hevrêyên xwe û lêgerîna li azadiyê de dijî. Rêya xwedîderketina li wê fêhmkirina nirxên wê ye, gihandina li nava jiyanê ye û li ser bingeha van nirxan hewldana jinûve avakirina jiyanê ye.

