Mamosteyê Zanîngeha Nagasakiyê Prof. Dr. Abdurrahman Gulbeyaz, pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê ji aliyê ji nû ve avakirina pêwendiyên siyasî, civakî û çandî yên civakê ve nirxand.
Abdurrahman Gulbeyaz, diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê pêwendiya dewlet û civakê veguhere, pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û nasnameyên cuda bi ziman û çanda xwe bi awayekî wekhev bikaribin bijîn.
Abdurrahman Gulbeyaz, da xuyakirin ku civaka demokratîk tenê bi nasîna mafên siyasî sînorkirî namîne û destnîşan kir ku demokrasî ne ew e ku dewlet civakê bixe qalibên xwe, berevajî vê yekê ev e ku ew xwe li gorî pirrengî û cudahiyên civakê amade bike. Gulbeyaz, got: “Demokrasî ne ew e ku dewlet civakê bişibîne xwe, berevajî vê yekê, ew e ku dewlet xwe bişibîne civakê û li gorî rastiya berbiçav a civakê amade bike.”
Gulbeyaz, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi nasîna hin mafên siyasî nayê çareserkirin û got ku divê dewlet bi awayekî ku perwerdehiya pirzimanî û rêveberiya giştî pêkan bike veguhere, rêveberiyên herêmî bibin xwedî îradeya rastîn û hafizayên civakî yên cuda di qada giştî de bikaribin bi hev re hebin.
Gulbeyaz, anî ziman ku baweriya di navbera civak û dewletê de bi qanûnan an jî bi bangên siyasî di carekê de nayê avakirin û van tiştan got: “Pêbawerî ne şertekî pêşwext ê destpêkirinê ye; ew encameke derengmayî ya tevger û pratîkên sazûmanî ye ku dikarin di demeke diyarkirî de dubare bên piştrastkirin.” Gulbeyaz, her wiha da zanîn ku daxwaza ji civakê ku ji bo aştiyê rabirdûyê ji bîr bike jî baweriyê xurt nake.
Abdurrahman Gulbeyaz, anî ziman ku ji bo aştiyeke mayinde divê dewlet cudahiyan wekî pirsgirêka ewlehiyê negire dest û destnîşan kir ku veguherandina civaka Kurd û aktorên siyasî jî divê neyê wateya bişibîna piraniyê û got: “Ji ber vê yekê, aştiya mayinde ne xala dawî ye ku her du alî bişibin hev; awayekî xebatê ye ku bêyî ku bişibin hev dikarin bi hev re bijîn.”
Gulbeyaz, diyar kir ku pirrengî tenê bi nasîna nasnameyên cuda sînorkirî namîne û got ku divê cudahî di xebata şaredarî, dibistan, zanîngeh û saziyên din ên giştî de bêne dîtin. Gulbeyaz got: “Pirrengî ji bo min ne vitrinek e ku cudahî li kêleka hev tên nîşandan, rêgeza avakirina saziyên civakî ye.”
Gulbeyaz, teqez kir ku ziman, çand, perwerde û hafizaya civakî ji bo mayîndebûna aştiyê diyardeyên sereke ne û diyar kir ku bêdengbûna çekan tenê bi xwe rêya çareseriyê venake.

