DEM Partiyê 3’yemîn Kongreya Xwe ya Asayî ya Amedê bi tevilbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, hevberdevkên Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sagyîgît û Mehmet Kamaç, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û hezaran welatiyan li ÇandAmedê hat lidarxist.
Wêneyên Rêber Apo û pankarta ‘Ji bo komara demokratîk civakek azad û rêxistinkirî’ li eywana kongre lê hat pêkanîn hatin daliqandin û girseya beşdarî kongreyê bûye bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ berz kirin. Kongre bi hilbijartana dîwanê destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê rêz hat girtin.
Hevseroka DEM Partiya ya Amedê Gulşen Ozer jî di axaftina xwe de diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin.
DI QONAXA DUYEMÎN DE EM Ê DAXWAZÊN XWE BIPEYIVIN
Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got ku ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve gelê Kurd vîna xwe nîşan daye û ev tişt anî ziman: “Pêwistiya vê pêvajoyê bi ciwanan heye. Gelê Amedê bajarek dilê hemû Kurdan e û îro pêvajoyek hebe ev yek bi keda mezin a gelê me pêk hatiye. Ez Dîcleyê, Sûrê û Bîra Amedê silav dikim. Her wiha hemû hevrêyên ku îro ne li vir bi dil û can silav dikim. Îro ger em li vir bin û bi awayek azad diaxivin ev bi saya şehîdên me ye û ez wan bi minetdarî bi bîr tînim. Ez hevalên ku bi salan e li zindanan û her tim li ber xwe didin silav dikim. Silava herî mezin jî ji bo mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Birêz Ocalan dişînim.
Bawer bikin dibe ku îro qîmetê vê pêvajoyê gelek kes fam nekin lê di siberojê de ev qedrê vê pêvajoyê wê baş were famkirin. Îro nasname, ziman, çand û mafên gelê Kurd li ser masê tên axaftin. Gelek hêvî li ser pêvajoyê hene lê pêvajoyê hêja jî derbasî meriyetê nebûye. Heya niha me li ser ziman, çand, nasname û aboriya gelê Kurd neaxaftiye. Dema gavên qanûnî hatin avêtin wê demê em ê ji bo mafên gelê Kurd biaxivin. Mezîne vê pêvajoyê di destê gelê me de ye, em weke siyasetmedarên Kurd bikevin nava şaşitiyê jî mezîna vê pêvajoyê di destê we de ye û hûn çawa bixwazin ev pêvajo wê wiha berdewam bike.”
KURD PIŞTÎ SED SAL LI SER MASÊ YE
Tuncer Bakirhan, di berdawama axaftina xwe de bal kişand ser gengeşiyên li Rojahilata Navîn û axaftina xwe wiha domand: “Îro li tevahiya cîhanê edalet nemaye û ji ber ku demokrasî serwer nabe şer kêm nabe. Her wiha hêzên navneteweyî yên hegemonîk destên xwe yên qirêj ji vir dernaxin. Divê êdî em vê yekê biguherin û Birêz Ocalan hewl dide vê yekê pêk bîne. Birêz Ocalan dibêje werin em bi xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Hemû welatên Rojhilata Navîn di heman rewşê de ne û Birêz Ocalan dibêje van dewlatan berê xwe bidin demokrasiyê. Heya di Rojhilata Navîn de mafên gelên bidest neyên dayîn ev pirsgirêk wê berdewam bikin. Dibêjin ku kesî ne li ser maseyê be li ser sifreyê ye. Piştî sed salan Kurd êdî li ser maseyê ne û ev yek bi Rêbertiya Birêz Ocalan pêk hatiye. Em jî dixwazin weke gelên din bijîn. Em jî dixwazin weke Ereb, Tirk û Farisan jiyan bikin lê heya îro li hember vê yekê derdikevin.
LI DIJÎ ÎRANÊ NERAZÎBÛN
Birêz Ocalan çawa ji bo Rojhilata Navîn çareseriyekî pêşniyar dike wisa ji bo Kurdan jî pêşniyara çareseriyê dike. Beriya gelek salan pêşniyar kir ku Pêşmerge bibe yek û îro ev yek pêk hatiye. Ev gav gelekî pîroz be. Lê tişta ku kêmanî jî heye. Divê êdî li Başûr hikûmet were avakirin û ji bo siberoja gel xebat werin kirin. Em ji vir bang li Îranê dikin ku dev ji êrîşên xwe yên li ser bajarên Kurdan rawestîne. Her wiha em van êrîşan şermezar dikin. Em bang li Îranê dikin ku dev ji darvekirinê berde û ji bo çareseriya pirsgirêkê bi gel re rûne ser maseyê.”
DIVÊ KURDÊN LI SÛRIYEYÊ MAFÊN XWE MISOGER BIKIN
Tuncer Bakirhan, derbarê axaftinên Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li civîna Neteweyên Yekbûyî de got ku divê ew gotin ne li ser gotinê bimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo gelê me yê Rojava bigehêje mafên xwe yên zagonî rêyek hatiye vekirin û destxistina van mafan bi berxwedana me pêkan e. Beriya çend rojan Serokê Hikûmeya Demkî yê Sûriyeyê li civîna Neteweya Yekbûyî axaft û got ku ew dê mafên gelê Kurd têxin makezagonê. Em van mafan tenê bi gotinê qebûl nakin û divê demildest ev yek werin pêkanîn.”
‘DIVÊ ÊDÎ OCALAN KARIBE BI AWAYEKÎ AZAD TEVBIGERE’
Tuncer Bakirhan, herî dawî got ku divê Rêber Apo êdî bikaribe bi awayek azad tevbigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hevdîtina bi Birêz Ocalan a 13’yê Îlonê de Birêz Ocalan got divê rê li ber komîsyonan were vekirin. Divê demildest deriyên Îmraliyê werin vekirin û qanûna derketî bikeve meriyetê. Divê her kes bikaribe biçe gel Ocalan û Ocalan bikaribe bi awayek azad pêşengiya pêvajoyê bike. Êdî girtiyên me divê werin berdan û ev pêvajo serbikeve.”
Piştî axaftina Tuncer Bakirhan raporên rêveberiya berê yên aborî û rêxistinî hatin xwendin. Piştî dengdayîna raporan rêveberiya nû hate hilbijartin. Piştî hilbijartina rêveberiya nû kongre bi dawî bû.
Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê weke Fatîme Uzum Levent û Yûnûs Mûrat Akin hatin eşkerekirin.

