Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal pêşnûme qanûna çarçoveyê ya bi navê “Xurtkirina Yekbûna Civakî û Piştevaniya Mîllî” nirxand û destnîşan kir ku qanûn ne weke encama dawî, lê divê weke destpêkeke nû bê dîtin.
Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê tam bersiv nedaye bendewariyan û got, “Ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demomkratîk em li bendê bûn ku qanûn hîn berfireh, tevlîkar be. Li gel ku pêvajo ji aliyê gotinê ve li ser tifaqa Kurd-Tirk û xwişk û biratiya Kurd û Tirkan bê pênasekirin jî beşa destpêkê ya hinceta Qanûna Çarçoveyê de tê dîtin ku nêzîkatiya ewlekarîparêziyê ya dewletê bi temamî neguherî ye. Nêzîkatiya ku berdana çekan weke mercê pêşî yê gavên demokratîk dinirxîne hîn jî dewam dike. Zimanê qanûnê, di zimanê siyasî û burokratîk ê dewletê de hîn jî têgehên berê hene, nêzîkatiyên berê hene. Ev jî nîşan dide ku bi temamî derbasî pêvajoyeke guherînê nebûye.”
‘MGK NE EW MEKANÎZMA YE KU TEVAHIYA PÊVAJOYÊ KONTROL BIKE’
Newroz Ûysal Aslan bal kişand ser rola Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) ku di çarçoveya qanûnê de hatiye diyarkirin û destnîşan kir ku MGK ne ew mekanîzma ye ku pêvajoyê bi temamî bişopîne. Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku MGK bi esasî weke mekanîzmaya tespît û piştrastkirina çekdanînê hatiye diyarkirin û got, “Desteya bilind a ji Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz, 8 wezaretên weke Edalet, Karên Hundir û Parastina Mîllî ku wê piştî biryara MGK’ê bê avakirin, wê bibe mekanîzmaya birêvebirina 12 xalên Qanûna Çarçoveyê. Desteya şopandinê ya siyasetê jî wê li Meclîsê be.”
Newroz Ûysal Aslan anî ziman ku ji bo pêvajo li demê belav nebe, meseleya statuyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkiliya wî ya bi tevgerê re û daxwaza civakî ya ji bo gavavêtinê wê dikare bandoreke siyasî bike.
Parlamenter Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku qanûnê bersiv nedaye bendewariyên statu û muxatabiyê û got, “Ji ber ku di vê qanûnê de cih ji statuya Birêz Ocalan re nehatiye dayin, ev yek ji bo me kêmasiyeke mezin e. Kêmasiyeke bingehîn e. Ji ber ku qanûn ji bo dewletê mekanîzmayekê destnîşan dike, pêvajo êdî bi fermî tê qebûlkirin, mekanîzmaya berpirsyar a dewletê ava dibe, lê li hember kî heye? Muxatabê vê kî ye, mekanîzmaya dewletê wê bi kê re bimeşîne? Ev yek di mijara wê muxatabiyê de rewşeke nediyar bi xwe re tîne. Mebesta me ji bêstatubûnê ev e. Ji bo pirsgirêk neyê dîtin ev tê kirin.”
‘EV GAVA DESTPÊKÊ YE’
Newroz Ûysal Aslan ragihand ku Qanûna Çarçoveyê ya li Civata Giştî ya Meclîsê hate qebûlkirin ji bo aştî û çareseriyê ne qanûna dawî ye, lê belê destpêkeke nû ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Qanûna Çarçoveyê ne mutabaqateke hevpar a weke Mutabaqata Dolmabahçeyê ye. Ev ne nexşerêyek e ku herdu aliyan li ser li hev kirine. Ji bo ji rewşa şer derbasî ser pêvajoya qanûnî bibe, ji bo rawestandina şer mayinde bibe û pêşî li aştiyê bê vekirin ev yek gava destpêkê ya qanûnî ye. Ya rast, ji aliyê cewherî ve ev qanûn qanûna derbasbûna ji biçekbûnê ber bi siyasetê ve ye. Lê belê ne qanûneke çareseriya pirsgirêkên bingehîn e. Naxwe di serî de Birêz Ocalan me di pêvajoyê de aştî û demokratîkbûn ji hev cuda nekir. Ji xwe Birêz Ocalan di banga xwe ya 27’ê Sibatê de pêvajoyê weke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase dike.”
Newroz Ûysal Aslan got, “Me ji vê qanûnê re negot gava demokratîkbûnê, paketa demokratîkbûnê, reforma demokratîk an jî qanûna aştiyê. Kesî ji me wateyeke bi vî rengî li vê qanûnê nekir. Ev gaveke destpêkê ye.”
Parlamentera DEM Partiyê ragihand ku ev encama dawî nîne, lê destpêk e û got, “Dawiya dawî teqez sererastkirineke bi vî rengî ya qanûnî dihate hêvîkirin. Ji ber ku Kurd timî bi têgihiştina ceza û sûc dihatin pênasekirin. Beriya her tiştî diviyabû ji wir derketibûna. Ji bo Kurd ji çarçoveya sûc û darizandinê bêne derxistin û bibin hêmaneke siyasetê, pêwîstî bi qanûneke bi vî rengî teqez hebû. Ji ber vê jî pêwîstiyeke pêvajoyê bû.”
Newroz Ûysal Aslan destnîşan kir ku ji bo ev qanûn ber bi demokratîkbûnê ve biçe ew ê israr bikin û got, “Em ji ziman û mejiyê vê qanûnê re bi temamî nabêjin erê, lê belê wateyeke gelekî mezin didin gavên ji niha û pê ve bêne avêtin. Li gel kêmasiyên qanûnê jî em di wê baweriyê de ne ku wê bi gavên demokratîkbûnê û daxwazên civakî pêvajo bi pêş ve biçe.”

