Sêşem, 28 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partiyê bang li jinan kir: Em berxwedanê mezin bikin
Rojane

DEM Partiyê bang li jinan kir: Em berxwedanê mezin bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî çapemeniya Kurd û jinên Kurd da û got: “Em bang li hemû jinan dikin; em li dijî şer, xizanî û bêkariyê berxwedanê mezin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî rojeva jinan li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê lidar xist. Turkoglû, diyar kir ku nirxandina rojeva welat û encamên hilbijartinê ya ji aliyê jinan ve didomînin.

Turkoglû, diyar kir ku her qonaxa pêvajoya hilbijartinê li ser bingeha rêgeza xwe ya nûnertiya wekhev û hevserokatiyê bi cih anîn û wiha got: “Di vê qonaxê de jinan îradeya xwe di pêvajoya hilbijartina namzetan de li ser sindoqê nîşan dan û careke din gotin ku ‘hevseroktî xeta me ya mor e’. Ez dixwazim xaleke girîng a van hilbijartinan ji bo me jinan bi we re parve bikim; Belê, me got ku li her cihê ku em lê ne hevserokatî û temsîliyeta wekhev esas e. Me ev ne tenê di rêveberiyên herêmî de, di hemû mekanîzmayên xwe de jî parast. Di vê hilbijartinê de gelê me, bi taybetî jî jin careke din bersiv dan kesên ku êrîşî sîstema me ya hevserokatiyê kirine û krîmînalîze kirine. Careke din êrîşên li ser sîstema me bê encam man. Dijminên jinan winda kirine. Jin ji bo avakirina civakeke azad û wekhev bi ser ketine.”

Turkoglû, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila gumana kesê nebe ku li dijî kesên hewl didin bi gefên qeyûman şaredariyên me xesp bikin vîna herî xurt nîşan nedin. Em li dora felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ bûn yek û bi gotina ‘bi vîna jinê re ber bi rêveberiyên herêmî ve’ em bi ser ketin. Em ê ji niha û şunde modela xwe bi hemû jinan re bi awayekî herî xurt pêk bînin. Em projeyên xwe yên di beyannameya me de cih digirin bi hev re têxin meriyetê. Em ê vê yekê bi Meclîsên xwe yên jinan ên li tax, gund û navçeyan bikin. Em ê bi jinên li Tirkiyeyê re bên bahev, hevkariyê bikin û bajarên ku jin bi awayekî wekhev û azad bijîn bi hev re ava bikin.  

DIVÊ KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD DEMILDEST BÊN BERDAN

Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên êrişê  û bi peyamên xwe yên şer ên piştî hilbijartinê dan xwest hebûna xwe biparêze. Rojekê piştî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd li dijî saziyên çapemeniyê operasyon li dar xist. Ez dixwazim diyar bikim ku êrişên li dijî rojnamevanên ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên û gavek jî paş ve neavêtine û tevî her cure polîtîkayên sansurê dest ji gotin û nivîsandina rastiyan bernadin şermezar dikim. Divê kedkarên çapemeniya azad ên di operasyonên li Enqere û Stenbolê de hatine binçavkirin demildest bên berdan. Ez dixwazim diyar bikim ku em ê bi saziyên çapemeniyê yên kurd ên li Belçîkayê re di nava piştevaniyê de bin.

Em baş dizanin ku êrişên li dijî sazî û kedkarên Çapemaniya Azad bi kîjan bingehê tên kirin. Ev êriş li dijî hebûn û yekitiya gelê kurd in û bi xwe re ji gelên welat re xizanî û bêkariyê tîne, komkujiyên jinan, tundiya li dijî jinan zêde dike; sermayedarên çekan û çeteyên şer jî mezin dike.

Îro 24’ê nîsanê ye. Divê bi 24’ê Nîsanê re hevrû bibin. Em bawer dikin ku tu siyaseta ku bi sûcên mirovahiyê yên li ser vê axê hatine kirin ne mayînde ye. Em felaketa mezin a 109 sal berê weke qirkirina netew û bawerî hate kirin ji bîr nakin. Em êşa gelê ermen parve dikin. Rûbirûbûn bi sûcên li dijî mirovahiyê re, ji bo avakirina aştiyeke mayînde û bi rûmet a li vê erdnîgariyê şertê herî girîng e

POLÎTÎKAYÊN ŞER KRÎZAN KÛR DIKE

Îro li Rojava, Îsraîl, Filistîn, Îran, Yemen, Ûkrayna û Rûsyayê polîtîkayên şer ji aliyê zilamên serwer re tên meşandin. Bedelê herî giran ê van polîtîkayan em jin didin. Di rapora ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye amadekirin de  li herêmên şer ên par weqayên tundiya zayendî zêde bûne. Rêveberê vî şerî yê ji aliyê serdestên mêr ên kapîtalîst ve li Rojhilata Navîn tê meşandin, hikûmet bi xwe ye. Polîtîkayên şerê qirêj ên tên meşandin, ji bilî kûrkirina krîzên pirhejmar tu encameke xwe nîne. Bi taybetî polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd û jinên Kurd tên meşandin, bi krîzên pîralî re kûrtir bûne. Yek ji bajarê ku dixwazin bikin navenda polîtîkayên şerê taybet jî Şirnex e. Unîformayiyên di bin navê ‘ewlehiyê’ de tînin bajêr ji bo gelê kurd û jinan pirsgirêka ewlehiyê ye. Mînaka vê ya dawî jî tacîza çawişekî pispor a li Şirnexê ye. Ne ev bûyera li Şirnexê hate jiyîn ne bêceza hiştina Mûsa Orhan ku bû sedema mirina Îpek Er, ji van polîtîkayan ne serbixwe ye.

Ev desthilata li dijî tundiya unîformayiyan, tundiya mêr-dewletê ya li dijî jinan polîtîkaya necezakirinê pêk tîne, jinên kurd, dayikan, zarokan jî diavêje girtîgehan. Weke hûn hemû dizanin Makbûle Ozer a 81 salî bi rapora ATK’ê ya dikare di girtîgehê de bimîne di 23’yê nîsanê de careke din hate girtin û şandin girtîgehê. Hatîce Yildiz a 75 salî ji bo keça xwe û girtiyan pere şandin bi sedyeyê birin girtîgehê. ATK ne saziya hiqûqê bûye saziy desthilata siyasî. ATK bi amadekirina van raporan bûye hevkarê sûcê mirovahiyê. Kesên ev sûc kirine helbet dê hesabê bidin. Navê vê êrişa li dijî gelê kurd, têkoşîna azadiya jinên kurd tê kirin şerê taybet e. Piştevaniya bi jinên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dijminên jinan e re ne sûc e. Ev yek israra di polîtîkayên tecrîd û şer de ye. Ya ku esas tê hedef girtin paradîgmaya demokratîk, azadîxwaziya jinan û ekolojîk a birêz Ocalan ku ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî ye.

DOZA KOBANÊ

Em jin dê bersiva herî xurt bidin vê desthilata ku dixwaze tecrîdê bike pergalek. Sekna bi rûmet a hevalên me yên jin ku tê xwestin di Doza Kobanê de bên darizandin, sedema me ya têkoşînê ye. Ji ku bigirin dest di rewşeke ku nikarin biryara vê dozê bidin de ne. Ew bi xwe jî nikarin ji nav vî karî derkevin. Em careke din dibêjin piştevaniya bi jinên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan ne sûc e. Şoreşa Kobanê şoreşa jinan e. Em ê heta dawiyê biparêzin. Em bang li hemû jinan dikin. Werin em bi hev re di 16’ê gulanê de di danişîna biryarê ya Doza Komployê ya Kobanê ku dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin de bin. Em piştevaniya xwe ya bi hevrêyên me yên jin ku tên xwestin ji vê dozê bên darizandin.

Em ê weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ligel têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û tevgerên jinên Tirkiyeyê re; li dijî van êrişan ji bo azadiya xwe li dijî şer piştevaniya jinan û bihevrebûna jinan mezin bikin. Ji ber ku em dizanin li vî welatî siyaseta desthilatê li dijî jinan hatiya asta şer. Vîna jinê ya piştî hilbijartinên 31’ê Adarê li Wanê derket holê, vîna israra di hevseroktî û temsîliyeta wekhev de ye. Deklarasyoneke wisa ye ku li dijî êrîşên li dijî paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziyz jinê em ê vê modelê bi rengê herî xurt biparêzin û bi cih bînin.

Dem ew dem e ku em moral û motîvasyona ku me ji tevahiya pêvajoyê wergirtî heta qadên 1’ê Gulanê bi yekîtiya bi coş a jinan pêk bînin. Banga me li hemû jinan e; Em berxwedana xwe ya li dijî şer, xizaniya jinê û bêkariyê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Piştî Efrînê li Şehbayê jî karê şitilan dike
Nûçeya Pişt re Ji bo Kavak, Yilmaz û Ozdel hatin ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê cîhan mafên Kurdan nas bike, em neteweyek e’

Jinên li Mexmûrê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya PADÊ kon veda

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê ji bo piştgiriya partiya PADÊ li…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê hişyarî da: Neçin Sûriyeyê

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyarî li welatiyên xwe kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?