Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû têkildarî rojeva jinan li avahiya navenda giştî civîna çapemeniyê lidar xist. Turkoglû, diyar kir ku nirxandina rojeva welat û encamên hilbijartinê ya ji aliyê jinan ve didomînin.
Turkoglû, diyar kir ku her qonaxa pêvajoya hilbijartinê li ser bingeha rêgeza xwe ya nûnertiya wekhev û hevserokatiyê bi cih anîn û wiha got: “Di vê qonaxê de jinan îradeya xwe di pêvajoya hilbijartina namzetan de li ser sindoqê nîşan dan û careke din gotin ku ‘hevseroktî xeta me ya mor e’. Ez dixwazim xaleke girîng a van hilbijartinan ji bo me jinan bi we re parve bikim; Belê, me got ku li her cihê ku em lê ne hevserokatî û temsîliyeta wekhev esas e. Me ev ne tenê di rêveberiyên herêmî de, di hemû mekanîzmayên xwe de jî parast. Di vê hilbijartinê de gelê me, bi taybetî jî jin careke din bersiv dan kesên ku êrîşî sîstema me ya hevserokatiyê kirine û krîmînalîze kirine. Careke din êrîşên li ser sîstema me bê encam man. Dijminên jinan winda kirine. Jin ji bo avakirina civakeke azad û wekhev bi ser ketine.”
Turkoglû, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Bila gumana kesê nebe ku li dijî kesên hewl didin bi gefên qeyûman şaredariyên me xesp bikin vîna herî xurt nîşan nedin. Em li dora felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ bûn yek û bi gotina ‘bi vîna jinê re ber bi rêveberiyên herêmî ve’ em bi ser ketin. Em ê ji niha û şunde modela xwe bi hemû jinan re bi awayekî herî xurt pêk bînin. Em projeyên xwe yên di beyannameya me de cih digirin bi hev re têxin meriyetê. Em ê vê yekê bi Meclîsên xwe yên jinan ên li tax, gund û navçeyan bikin. Em ê bi jinên li Tirkiyeyê re bên bahev, hevkariyê bikin û bajarên ku jin bi awayekî wekhev û azad bijîn bi hev re ava bikin.
DIVÊ KEDKARÊN ÇAPEMENIYA AZAD DEMILDEST BÊN BERDAN
Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên êrişê û bi peyamên xwe yên şer ên piştî hilbijartinê dan xwest hebûna xwe biparêze. Rojekê piştî 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd li dijî saziyên çapemeniyê operasyon li dar xist. Ez dixwazim diyar bikim ku êrişên li dijî rojnamevanên ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên û gavek jî paş ve neavêtine û tevî her cure polîtîkayên sansurê dest ji gotin û nivîsandina rastiyan bernadin şermezar dikim. Divê kedkarên çapemeniya azad ên di operasyonên li Enqere û Stenbolê de hatine binçavkirin demildest bên berdan. Ez dixwazim diyar bikim ku em ê bi saziyên çapemeniyê yên kurd ên li Belçîkayê re di nava piştevaniyê de bin.
Em baş dizanin ku êrişên li dijî sazî û kedkarên Çapemaniya Azad bi kîjan bingehê tên kirin. Ev êriş li dijî hebûn û yekitiya gelê kurd in û bi xwe re ji gelên welat re xizanî û bêkariyê tîne, komkujiyên jinan, tundiya li dijî jinan zêde dike; sermayedarên çekan û çeteyên şer jî mezin dike.
Îro 24’ê nîsanê ye. Divê bi 24’ê Nîsanê re hevrû bibin. Em bawer dikin ku tu siyaseta ku bi sûcên mirovahiyê yên li ser vê axê hatine kirin ne mayînde ye. Em felaketa mezin a 109 sal berê weke qirkirina netew û bawerî hate kirin ji bîr nakin. Em êşa gelê ermen parve dikin. Rûbirûbûn bi sûcên li dijî mirovahiyê re, ji bo avakirina aştiyeke mayînde û bi rûmet a li vê erdnîgariyê şertê herî girîng e
POLÎTÎKAYÊN ŞER KRÎZAN KÛR DIKE
Îro li Rojava, Îsraîl, Filistîn, Îran, Yemen, Ûkrayna û Rûsyayê polîtîkayên şer ji aliyê zilamên serwer re tên meşandin. Bedelê herî giran ê van polîtîkayan em jin didin. Di rapora ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye amadekirin de li herêmên şer ên par weqayên tundiya zayendî zêde bûne. Rêveberê vî şerî yê ji aliyê serdestên mêr ên kapîtalîst ve li Rojhilata Navîn tê meşandin, hikûmet bi xwe ye. Polîtîkayên şerê qirêj ên tên meşandin, ji bilî kûrkirina krîzên pirhejmar tu encameke xwe nîne. Bi taybetî polîtîkayên şerê taybet ên li ser gelê Kurd û jinên Kurd tên meşandin, bi krîzên pîralî re kûrtir bûne. Yek ji bajarê ku dixwazin bikin navenda polîtîkayên şerê taybet jî Şirnex e. Unîformayiyên di bin navê ‘ewlehiyê’ de tînin bajêr ji bo gelê kurd û jinan pirsgirêka ewlehiyê ye. Mînaka vê ya dawî jî tacîza çawişekî pispor a li Şirnexê ye. Ne ev bûyera li Şirnexê hate jiyîn ne bêceza hiştina Mûsa Orhan ku bû sedema mirina Îpek Er, ji van polîtîkayan ne serbixwe ye.
Ev desthilata li dijî tundiya unîformayiyan, tundiya mêr-dewletê ya li dijî jinan polîtîkaya necezakirinê pêk tîne, jinên kurd, dayikan, zarokan jî diavêje girtîgehan. Weke hûn hemû dizanin Makbûle Ozer a 81 salî bi rapora ATK’ê ya dikare di girtîgehê de bimîne di 23’yê nîsanê de careke din hate girtin û şandin girtîgehê. Hatîce Yildiz a 75 salî ji bo keça xwe û girtiyan pere şandin bi sedyeyê birin girtîgehê. ATK ne saziya hiqûqê bûye saziy desthilata siyasî. ATK bi amadekirina van raporan bûye hevkarê sûcê mirovahiyê. Kesên ev sûc kirine helbet dê hesabê bidin. Navê vê êrişa li dijî gelê kurd, têkoşîna azadiya jinên kurd tê kirin şerê taybet e. Piştevaniya bi jinên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dijminên jinan e re ne sûc e. Ev yek israra di polîtîkayên tecrîd û şer de ye. Ya ku esas tê hedef girtin paradîgmaya demokratîk, azadîxwaziya jinan û ekolojîk a birêz Ocalan ku ji gelên Rojhilata Navîn re bûye hêvî ye.
DOZA KOBANÊ
Em jin dê bersiva herî xurt bidin vê desthilata ku dixwaze tecrîdê bike pergalek. Sekna bi rûmet a hevalên me yên jin ku tê xwestin di Doza Kobanê de bên darizandin, sedema me ya têkoşînê ye. Ji ku bigirin dest di rewşeke ku nikarin biryara vê dozê bidin de ne. Ew bi xwe jî nikarin ji nav vî karî derkevin. Em careke din dibêjin piştevaniya bi jinên li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan ne sûc e. Şoreşa Kobanê şoreşa jinan e. Em ê heta dawiyê biparêzin. Em bang li hemû jinan dikin. Werin em bi hev re di 16’ê gulanê de di danişîna biryarê ya Doza Komployê ya Kobanê ku dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin de bin. Em piştevaniya xwe ya bi hevrêyên me yên jin ku tên xwestin ji vê dozê bên darizandin.
Em ê weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ligel têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û tevgerên jinên Tirkiyeyê re; li dijî van êrişan ji bo azadiya xwe li dijî şer piştevaniya jinan û bihevrebûna jinan mezin bikin. Ji ber ku em dizanin li vî welatî siyaseta desthilatê li dijî jinan hatiya asta şer. Vîna jinê ya piştî hilbijartinên 31’ê Adarê li Wanê derket holê, vîna israra di hevseroktî û temsîliyeta wekhev de ye. Deklarasyoneke wisa ye ku li dijî êrîşên li dijî paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziyz jinê em ê vê modelê bi rengê herî xurt biparêzin û bi cih bînin.
Dem ew dem e ku em moral û motîvasyona ku me ji tevahiya pêvajoyê wergirtî heta qadên 1’ê Gulanê bi yekîtiya bi coş a jinan pêk bînin. Banga me li hemû jinan e; Em berxwedana xwe ya li dijî şer, xizaniya jinê û bêkariyê mezin bikin.”