Êrişên li ser destketiyên jinan ên bi destê dadgerî û qanûndanînê dewam dikin. Di demekê de ku tundî û kuştina li hemberî jinan roj bi roj zêde dibe, li welatê ku mirina bi guman a jinan nayê ronîkirin, bi fesixkirina Peymana Stenbolê re êriş dewam dikin. Biryarên tedbîrê yên nayên bicihanîn, biryarên ‘rewş û nêzîkatiya baş’ a di dozên kuştian jinan de ji aliyê dadgehan ve tên dayin, dike ku tundiya li welêt zêdetir bibe.
Herî dawî têkildarî nefeqeya xizaniyê ku di çarçoveya ‘Sala Malbatê’ de ya ku ji aliyê Serokkomar Tayyîp Erdogan ve hate ragihandin careke din kete rojevê, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) mafê “Nefeqeya Bêdem” ji holê rakir. AYM’ê hinceta biryarê hîn eşkere nekiriye.
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû li ser biryarê axivî û anî ziman ku nîqaşên li ser nefeqeyê demeke dirêj di rojeva tevgerên jinan de bû û desthilatdariyê bi salan hem bi paketên dadgeriyê hem jî li ser nîqaşên li nava raya giştî ev mijar di rojevê de hişt.
‘BIRYARA HATE DAYIN SIYASÎ YE’
Turkoglû anî ziman ku meseleya nefeqeyê ne tenê hiqûqî di heman demê de weke nîqaşeke siyasî hate meşandin û got, “Nîqaşên li ser nefeqeyê demeke dirêj di rojva tevgerên jinan de bû. Her wiha li ser mêraniya mexdûr jî ev nîqaş dihate meşandin. Ev biryara ku ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hate dayin, radixe pêş çavan bê hiqûq bi çi rengî ji aiyêr mecên siyasî ve tê diyarkirin. Siyasîbûna dadgeriyê û sekna dadgeriya siyasîbûyî ya li aliyê serweriya mêr, ji mejiyê AKP’ê yê têkildarî polîtîkayên malbatê cuda nîne.”
‘TÊKILIYA NÎQAŞÊ YEKSER BI XIZANIYA JINAN RE HEYE’
Halîde Turkoglû destnîşan kir ku mafê nefeqeyê yek ji destketiyên bingehîn ên jinan e û ragihand ku nîqaş yekser pêwendiya xwe bi xizaniya jinan re heye. Halîde Turkoglû got, “Jin xwedî mafê nefeqeyê ne; ev yek ji mafên wan ên bingehîn e. Dema ku mirov li rewşa civakî ya jinan dinihêrin, dibînin ku hem dibin hedefa tundiyê hem jî yekser di nava xizaniyê de ne. Di rewşa heyî de gelek jin nikarin nefeqeyê werbigirin. Mixabin mêr nefeqeyê jî nadin. Baro jî li ser vê mijarê xwedî daneyan e.”
‘JIN MECBÛR TÊNE HIŞTIN KU LI QADA TUNDIYÊ BISEKININ’
Halîde Turkoglû her wiha işaret bi têkiliya yekser a nîqaşên mafê nefeqeyê bi têkoşîna wekheviyê ya jinan a li qada civakî kir û got, “Meşandina nîqaşa li ser nefeqeyê hinekî tê wateya bawernekirina ji wekheviya jin û mêr. Tê wê wateyê ku destûr ji jinan re neyê dayin ku di nava vê civakê de îradeya xwe nîşan bidin, rê nede ku mekanîzmayên serlêdanê yên pêwîst bêne xebitandin ku jin bi rêya wan karibe xwe ji qada tundiyê rizgar bikin. Nefeqe ne tenê meseleyeke aboriyê ye, yek ji wan garantiyan e ku jin karibin bi îradeya xwe jiyana xwe ava bikin.”
‘TÊKOŞÎNA HEVPAR ŞERT E’
Halîde Turkoglû anî ziman ku jin gelek caran ji bo karibe cihê bibe neçar dimînin ku dest mafê xwe yê nefeqeyê berde û got, nîqaşên niha tê kirin li dijî mafên bingehîn ên jinan e. Halîde Turkoglû bi vî rengî dewam kir, “Weke Meclîsa Jinan a DEM Partiyê em ê bi dewamî mafê nefeqeyê biparêzin. Divê em destketiya jinan jinûve ava bikin. Ji ber vê jî hem rêxistinên civakî yên sivîl, hem komeleyên jinan, hem jî siyaset, bi taybetî siyasetmedarên jin divê bi hev re tevbigerin. Li dijî vî mejî têkoşîna hevpar şert e.
Divê mirov mafê nefeqeyê ne tenê ji aliyê aborî ve binirxînin. Pêwîste bê dîtin ku ev yek di heman demê de meseleyeke polîtîk e û têkoşîn jî ji vî alî ve bê mezinkirin.”

