Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di roja me ya dilşewat de zilm li me kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihçi: Di vê demê de girîng e em bibin hemalê aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Zagros dibû Mizgîniya serketinê
Kurdistan

Zagros dibû Mizgîniya serketinê

Çavên Mizgîn ên di wêneyan de, ew kenê wê yê li lûtkeyên Zagrosan, ji me re digot ku azadî ne tenê armancek e, ew bi xwe rûmeta jiyanê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Çiyayên Zagrosê ne tenê bi bilindahiya xwe, lê bi ruhê xwe yê berxwedêr û bi heybeta xwe di nava dîrokê de cih girtine. Dema navê Zagros tê gotin, beriya her tiştî dîmenên lûtkeyên ku serê wan digihîje ewran, zinarên asê û geliyên kûr tên bîra mirov. Ev çiya ne tenê parçeyek ji erdnîgariyê ne; ew bi xwe sembola rûmetê ne. Her wiha di nava rûpelên dîrokê de, Zagros her tim bûne sitargeha kesên ku serî li ber zordariyê neçemandine. Çiya di vê wateyê de ne tenê parêzer, heval û hembêza kesên bindest in. Kevirên Zagrosan bi hezarên salan e şahidê ceng, şahî, evîn û berxwedanên bêhempa ne.

Dema ku ba li lûtkeyên wan radibe, mirov dibihîze ku çawa çîrokên lehengiyê ji nifşekî derbasî nifşekî din dikin. Zagros ne tenê zincîreke çiyayî ye; ew bixwe dîrokeke zindî, serbilind û azad e. Lewma ew kesên ku berê xwe didin wan stragehên asê jî ew kesên xwedî rihê azad û serhildêrin. Bi wî rihê azad bê tirs û xof berê xwe didin wargehên ku dibin penaseya rih û evîna dilê wan.

Ji ber ku ew dilên evîndar dizanin, tenê çiya wan dixe nava sîngê xwe, wan diparêze û bi wan fêm dike. Çiya ji wan dilên azadîxwaz re dibe heval, di cengê de dibe sîper… Gerîla Mizgîn Erkendî jî li ser wan xaçirekan hevalbendiya bi çiya û xwezayê re nas dikir. Di hemû gavên xwe de hilma azadiyê dihesiya û di şergehê de bi hêzdariya jina Kurd tevdigeriya. Lewma îro jî hîna şopên wê li Zagrosan deng vedide.

Kêliyên ku me objektîfa kamera li ser çiya û rûyên gerîla digeran şopên Gerîla Mizgîn weke xemla biharê li ser lûtkeyên asê şîn dibûn û di dilê her hevalekî de dijiya. Ew şopên pîroz nîşan dide ku têkoşîna wê tu carî winda nabe, berevajî wê, di nava her bayê sibehê de vedigere dengê azadiyê.

Gerîla Mizgîn; dema ku ji gundê Erkend derdikeve, berê xwe dide çiyayên azad, sînorên hiş û dilan ji holê radike. Bi rêwitiya xwe ya ber bi tevgera azadiyê re, deriyê ku hişmendiya neyar û zilaman girtibû şikand û berê xwe da ronahiya jiyaneke nû. Ew bi gavên xwe yên bi biryar bû dengê azadiya ku li çiyayên Zagrosê digeriya. Bi beşdariya xwe ya ji bo jiyana gerîla bû pêşênga jina Kurd a gundê Erkendê. Bi şopdariya wê gerîlaya Kurdistanî bi sedan lêheng û cangoriyên welat ji wî gundê Erkend beşdariya têkoşîna azadiyê bûn. Lê belê; em dixwazin di vê xeleka xwe û nivîsa xwe de balê bikşînin ser Mizgîn Erkendî an ku ew jina ku bûyî parçek ji stara Zagrosan.

Gerîlayan ew albûma ku dibû şop, şahid û belge ji dîrokê re bi tiliyên xwe yên ku bîranînên hevrêtiyê hildigirtin, rûpel bi rûpel vedikirin. Di nava wan wêne û dîmenên kevin de, rûyê Mizgîn ê kenok û tije bawerî careke din bi tîrêjên rojê re li lûtkeyên Zagrosan dibiriqî.

Wêne dibû çîrok, bîranîn û peyam ji nifşên din re. Peyamên ji bo têkoşîn û raza jiyanê bi wan wêneyan dihat ragihandin. Lewma wan gerîlayan di bîranînên xwe de nasîna fermandar Mizgîn re dilxweşiya nasîn û hestên bêrîkirinê wiha dianî ser ziman:

Gerîla Rûken Jîrkî bal dikşand ser xalên wê yên zanista ser dijmin û çandê. “Heval Mizgîn kesayetek bû ku zû hînî pratîkê bû; zekaya wê ya pratîkî pir li pêş bû. Ew zarokeke Botanê bû; di xwîn, mejî û dilê wê de çanda Botanê, çanda welatparêziyê, xweparastinê û zimanê wê zindî bû. Weke mînak; qet nayê bîra min ku heval Mizgîn bi Tirkî axivî be. Tevî ku li dibistanên Tirkiyeyê xwendibû jî weke înad Tirkî nediaxivî û digot: ‘Heke dijminek li ser me polîtîkayên înkarê yên ewqas kûr dimeşîne, divê em bi zimanê wî neaxivin’. Azwerî û neteweperestiya wê pir li pêş bû. Min di gelek mijaran de heval Mizgîn ji xwe re dikir mînak. Di naskirina eraziyê de tu kes nedihat astê wê. Pratîkbûna heval Mizgîn bandor li ser me hemûyan dikir. Ew kesayeteke wisa bû ku bi xwezayê re bibû yek. Digot: ‘Gerîlayek divê erdnigariya xwe baş nas bike; eger tu erdnigariyê nas neke, tu nikarî li vê qadê şer bike. Tu çiqasî li ser qadê serwer be, tu yê ewqasî derbên giran li dijmin bixe’.”

Piştî ku me kameraya xwe girt û ew dîmenên herî bi qîmet, ew rûyên ku bi bayê çiyayan û tîrêjên rojê hatibûn hûnandin danîn ser ekranê, bêdengiyeke kûr ket nav demê. Weke ku parçeyek ji demê kêm bûye ew dem dihat hîskirin. Ji bo me ew kêlî hîskirin dibû lêgerîna navnîşana Mizgîna Azadiyê. Gava ku me li wan albûm û çarçoveyên wêneyên Mizgîn Erkendî mêze kir, mirov hîs kir ku kamera ne tenê amûrek e; kamera bûbû pira di navbera bîranîn û nifşên siberojê de. Ji bo me jî kişandin û ragihandina heqîqeta jinekê şerker, pêşêng û serhildêr cihê rûmetê bû. Wê gavê me ji hev re got: ‘Ev ne tenê xebateke çapemeniyê ye’. Em li pişt lensê bûn, lê me bi her karekî ku kişand, bi her gotineke hevala Rûken Jîrkî ya ku me qeyd kir, careke din fêm kir ku em bi çîroka jiyaneke mezin re rû bi rû ne. Çavên Mizgîn ên di wêneyan de, ew kenê wê yê li lûtkeyên Zagrosan, ji me re digot ku azadî ne tenê armancek e, ew bi xwe rûmeta jiyanê ye.

Ew şervanên çiyayên serbilind û zarokên bêhempa yên van zozanan bûn. Yên ku jiyana nû li serê çiyayan dixemilandin, ronahiyê ji rojê digirtin û ji lûtkeyên Zagrosan bangî tevahiya mirovahiyê dikirin… peyamên ew gerîlayên xwedî rihê azad yek bi yek dihat bihîstin.

ÇAVKANÎ: JIN TV – STARÊN AZADIYÊ

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amûdê broşurên 8’ê Adarê hatin belavkirin

Bi pêşengiya Kongra Star li Amûdê broşur hatin belavkirin û ji bo çalakiyên 8'ê Adarê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker bi obusan topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO’yê bi obusan bendava Tişrîn û gundên derdora wê…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Çawa wan Kobanê parast, em ê jî bi heman rengî xwedî li wan derkevin’

Şêniyên Kantona Firatê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn şermezar kirin û destnîşan kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mihçi: Di vê demê de girîng e em bibin hemalê aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Hesekê biryara li ser perwerdehiyê protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zêdetirî 130 rêxistin ji bo çareserkirina ‘medyaya dîjîtal’ bang YE’yê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?