Seyîthan Aydin ku pê hesiya kekê wî Vedat Aydin di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de şehîd bûye, yek ji wan ciwanên Kurd e ku ji ber kiryarên hêzên dewletê bi fikar e. Seyîthan Aydin ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku bi taybetî li Mêrdînê zilma ku di dema taziyeyê de li wî û malbata wî hate kirin, zerar da baweriya wî ya bi aştiyê re.
‘KEKÊ MIN VEDAT AYDIN DI TEMENEKÎ CIWAN DE POLÎTÎK BÛ’
Aydin diyar kir ku beriya du hefteyan bi şehadeta kekê xwe Vedat Aydin û pismamê xwe Fatîh Aydin hesiya û got, “Kekê min Vedat Aydin di temenekî gelekî ciwan de polîtîk bû. Sala 2014’an dema ku li lîseyê bû li gel pênc hevalên xwe tevlî nava tevgerê bû. Li Rojava sê mehan li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Piştre derbasî Qendîlê bû û perwerdeya xwe li wir dewam kir. Di sala 2018’an de derbasî Şengalê bû û li dijî qirkirina ku DAÎŞ’ê dianî serê Êzidiyan şer kir. Piştî rizgarkirina Şengalê derbasî herêma Zapê bû û li wê derê li hemberî artêşa Tirk şer kir. Di sala 2019’an de şehîd bû.”
‘HERÎ ZÊDE DI DEMA TAZIYEYÊ DE ZERAR LI BAWERIYA MIN A BI AŞTIYÊ HAT’
Aydin anî ziman ku bi kekê xwe re ku salekê jê mezintir bû, li gundê Barman ê navçeya Stewr a Mêrdînê bi hev re mezin bûn û diyar kir ku di 22’ê Tebaxê de dema taziyeya pismamê wî Fatîh Aydin qediya şehadeta kekê wî ji wan re hate ragihandin.
Aydin ragihand ku baweriya wî ya bi aştiyê herî zêde li Mêrdînê di dema taziyeyê de zerar dît û got, “Li Mêrdînê cihek heye ku gel bi xwe ava kiriye. Me yê taziyeyên xwe li wir qebûl bikira. Lê belê dema ku em hatin vî cihê taziyeyê me dît ku ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Mifteya cih nedan me. Weke hincet jî gotin ku destûr nehatiye girtin. Em çûn Qereqola Jendermeyan a Pinardere ya li Stewrê. Li wê derê kes bi me re eleqedar nebû. Ji bo danîna taziyeyê îdîa kirin ku divê em destûrê bigirin, lê belê me li wir muxatab nedît. Kesî bi me re diyalog dananî. Weke ku nedixwestin me bibînin, em ji odeyekê dişandin odeyeke din. Lê belê bi ti awayî nebûn muxatab. Hewl didan me mijûl bikin.
‘HEM DIBÊJIN WÊ VEGER ÇÊBIBE, HEM JÎ GIRTÎGEHÊN NÛ AVA DIKIN’
Di nêrîn û helwesta wan de kîna wan a li dijî me dihate fêhmkirin. Xwe li me ranegirtin. Ji ber ku me muxatab nedît em ji wir derketin. Piştre dîsa geriyan û gotin, divê em ji qeymeqam destûrê bigirin. Dema ku em çûn qeymeqamiyê jî me muxatab nedîtin. Hate gotin ku mêvanên qeymeqam heye. Ji bo danîna taziyeya xwe min daxwazname da. Gotin, wê ji qeymeqamiyê agahiyê bidin me, lê belê li gel ku du hefte di ser re derbas bûn ti agahî nedan. Piştî ku daxwazname da qeymeqamiyê me rewş ji parlamenterên DEM Partiyê re ragihandin. Wan jî hevdîtin bi Walîtiyê re kir. Qereqola Pinardereyê bi biryara walîtiyê paşve gav avêt lê belê dîsa jî di dema taziyeyê de li wê derê li dewriyeyê digeriyan. Eger di çareseriyê de ji dil bûna di vê roja me ya dilşewat de ev zilm li me nedikirin. Em ê vê zilmê ji bîr nekin. Niha tê gotin ku wê di qanûna çarçoveyê de veger çêbibe, lê belê ji aliyê din ve jî girtîgehên nû ava dikin. Ev kiryar hêviyê nade.”

