Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Mûrat Mihçi anî ziman ku qanûna çarçoveyê dikare bibe destpêka demokratîkbûneke berfireh û got, divê qadên zimanê dayikê, welatîbûna wekhev, rêveberiyên xwecihî û siyasî bê firehkirin.
Yûsûf Erdogan ê ÎHD’î diyar kir ku tecrîda bi girtîgehên tîpa F destpê kirine bi girtîgehên S, Y û ewlekariya bilind kûr bûne û bang kir ku Desteyên Îdare û Çavdêriyê bên rakirin û mafên girtiyan bên dabînkirin.
Dewletê şûna nasnameya Kurd gotina “Biratiya Misilmanan” derxist pêş û armanc kir ku daxwazên neteweyî hepsî çarçoveyeke olî bike. Piştî darbeya 1980’an terîqet û civakên olî li Kurdistanê hîn zêdetir bi rengekî bi sîstem teşwîq kir.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Kesîra Onel anî ziman ku zextên li ser Çapemeniya Azad bi rêbazên cuda dewam dike û ji bo piştevaniya berfireh a navbera rojnamevanan bang kir.
Seyîthan Aydin ku di têkoşîna azadiyê de kekê wî Vedat Aydin şehîd bû, ragihand ku jendermeyan bi gotina “we destûr negirtine” hewl dan taziyeya wan asteng bikin û got, “Eger ji dil bûna di roja me ya dilşewat de ev zilm li me nedikirin.”
Mamosteya zimanê Kurdî ya Zanîngeha Yagiellonskî Joanna Bocheńska got, divê rayedarên Sûriyeyê têbigihêjin ku zimanê Kurdî zimanekî dayikê ye û divê bê parastin.

