Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê Rêber Apo karibe nêrînên xwe yekser bigihîne raya giştî û pêvajo bi rengekî zelal bimeşe. Karasû got, “Pêvajoya ku bi azadiya Rêber Apo temam nebe, nikare bi encam bibe.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar nîqaşên li ser Elewîtiyê nirxand û anî ziman ku têkiliya navbera Tevgera Azadiyê û Elewiyan ji berê ve di nava hev de ye û got, “Tevgera azadiyê di heman demê de tevgereke Elewiyan e.”
Abdullah Aydin ku di têkoşînê de kekê wî Fatih Aydin şehîd bû, ragihand ku çar kesên xwe weke dewletê dan naskirin
mala wî talan kirin.
Amadekariyên zivistanê yên li Amedê ku bi dawiya havînê re destpê kirin, ji ber zêdebûna buhayê zebzeyan kêm bû. Jinan anîn ziman ku li gorî salên berê wan gelekî kêm zebze kirî ne.

