Di dîroka mirovahiyê de gelek pêşeng hene ku ji bo ku civaka wan aramtir bijîn bi gelek tiştan re rû bi rû dimînin, lê belê dîsa jî ji bo civaka xwe têdikoşin û bi fedakarî û wêrekiya xwe pêşengtiyê dikin. Najala Thamir a ji Tunisê yek ji wan jinan e.
Najala Thamir yek ji yekem jinên Tunisî ye ku nivîskarî û rojnamevantî kiriye. Li gorî rastiyên civaka xwe analîz kirine, nivîsandiye û yekem jin e ku di radyoyê de bername çêkiriye û dengê xwe gihandiye jinên Tunîsî.
Nejala Thamir rastiya civaka xwe ya Ereb û têkoşîna bilindkirina rewşa jinan a li cîhana Erebî bi rêya romanê vegotiye û gihandiye vê serdemê.
Nejala Thamir di pêşgotina romana xwe pêşîn a bi navê “Jin û Jiyan” de (1956) ku bi zimane Erebî hatiye nivîsandin, wiha dibejê;
“Tiştên ku ez ê di vê pirtûkê de pêşkêş bikim ji raman, nerînên li ser mijarên cuda yên weke pirsgirêkên civakî û çandî, perwerde û malbatê bêtir tiştekî din nînin. Dibe ku hin kes bifikirin ku ez weke şêwirmend û rêberekê tev digerim, lê belê di rastiyê de ez di dema nivîsandinê de bi tu awayî wisa nafikirim.
Armanca min bi tenê ew e ku ez pirsgirêkên civakî çareser bikim. Ez ew kes im ku ji van pirsgirêkan bandor bûme û dixwazim wan derbas bikim.”
DI WÊJEYA EREBÎ DE ROLA JINAN
Di wêjeya Erebî de jin di du serdemên sereke de têne lêkolînkirin, hem weke mijarekê (tema-obje) ku di berheman de tê vekolandin û hem jî weke rewşenbîreke (mijar- kirde) bihêz ku wan nivîsan hildiberîne.
Di serdemên herî kevn ên wêjeya Erebî de, jin bi gelemperî di helbestan de wekî tiştên xwestekê (xezal) yan jî kesên ku piştî şer/mirinê şîn digirin hatine nivîsandin.
Serdema Modern û Tevgera Jinan; Modernîzasyona ku ji dawiya sedsala 19’an û pê ve li cîhana Ereban pêk hat, rê li ber derketina têgeha “Femînîzma Ereb” û kokgirtina wêjeya jinan vekir.
Di wêjeya Erebî de, Nejala Thamir bi romanên xwe, rojnamegerî, xebatên rewşenbîrî û rola xwe ya di têkoşîna mafên jinan de tê nasîn, ku mîrateyek e heta roja îro jî wê rola xwe didomîne.
Jineke wisa ye ku bi awayekî rastîn neheqiyên ku jin rû bi rû dimînin, nîşan dide û li dijî wan têdikoşe.
Nejala Thamir (Nejia Thameur / Bint al-Waha) kî ye û wê kesayeteke çawa hebû?
Nejala Thamir ku weke Bint al-Waha (Keça Waha)-Necla Wanli jî tê nasîn, jineke pêşeng bû û di demekê ku jin hewceyî mamosteyeke jîr bûn de da ku wan ji xewa dîrokî şiyar bike û wan ji cîhanên wan ên girtî azad bike, wan bi sedemên jiyana rastîn, jiyanek tijî çalakî, baweriyê û rolên wan ên bingehîn ên di nava malbat û civakê de girê bide, ji bo piştgirîkirin û hêzdarkirina jinan dilsoziyeke mezin nîşan da.
Ew nivîskareke jin a Tunisî ye ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, kesayetiyeke pêşeng e ku bi taybet di wêjeya jinan, rojnamegeriya jinan û civakê û weşana radyoyê de pêşengtiya wê derdikeve pêş. Ew di sala 1926’an de li bajarê Şamê yê Sûriyeyê ji dayik bûye û piştre di bîst saliya xwe de koçî Tunisê kiriye. Hemwelatiya Tunisê wergirtiye û 42 salan li gel hevserê xwe li Cezayîrê heta wefata xwe ya di sala 1988’an de jiyaye.
Nivîskar û pêşkêşvana radyoyê ya Tunisî Nejala Thamir (Nejia Thameur / Bint al-Waha), yek ji nivîskarên jin ên pêşeng ên herî girîng a di wêjeya nûjen a Tunisê de ye ku di çîrokên xwe de bi awayekî bihêz cih daye têkoşîna ji bo mafên jinan û veguherîna civakî. Nejala Thamir di berhemên xwe de ew bi awayekî rasterast neheqiyên ku civak bi taybetî jî jin di nava pergala baviksalar a kevneşopî û hewldanên modernîzasyonê de asê mane, û bi wan re rû bi rû dimînin, tîne ziman. Nivîs û çalakiyên wê yên rojnamegeriyê jî bi awayekî berbiçav parêzvaniya mafên jinan nîşan didin. Ji bilî kariyera xwe ya edebî, bi salan weke hilberînera radyoyê xebitî ye.
Em dikarin çîrokên Nejala Thamir û nêzîkatiya wê ya li hemberî têkoşîna mafên jinan wiha rêz bikin:
Nejala Thamir çîrokên xwe ne tenê weke nivîsên edebî, di heman demê de weke amûreke ji bo têkoşîna civakî û bilindkirina statuya jinan a li cîhana Erebî bi kar anîne.
Dema ku ew mafên jinan diparêze wan hêmanên derdixe pêş;
Mafê jinan ê perwerdeyê, serxwebûna aborî, xuyabûna civakî, neheqiya navmalî û hevberdan, xizanî û cudahiyên çînî dixe.
Ew dibêje ku perwerde şertê yekem e ji bo rizgariya civakî ya jinan û sekinîna li ser lingên xwe.
Ew tekez dike ku divê jin bi beşdarbûna hilberînê zincîrên serxwebûna aborî yên di destê mêrên serdest de bişkînin. Li dijî sînordarkirina jinan a hiştina li malê wê bi rêya bername û nivîsên radyoyê hewl da ku dengê jinan di qada giştî de bilind bike. Ew bi awayekî rasterast meylên mêran ên li ser pirjiniyê, neheqiyên ku jin di dema pêvajoyên hevberdanê de rû bi rû dimînin û rewşa zarokan a di van pêvajoyan de eşkere dike. Ew têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan bi tenê li gel derdorên rewşenbîran sînordar nake; her weha ew ji bo têkoşînên jiyanê yên jinên ji çînên jêrîn, jinên karker û yên ku li deverên gundan dijîn cîhek girîng vediqetîne.
Nejala Thamir di rojnamegeriya jinan de roleke pêşeng û piralî lîstiye, di gelek kar û xebatan de bi rola xwe ya pêşengtiyê û bi berpirsiyar tev geriyaye.
Nejala Thamir endama gelek saziyên civakî û çandî bû ku hin ji wan Yekîtiya Jinan, Komeleya Mafên Nivîskaran û Yekîtiya Nivîskarên Tunisê ne. Ew di radyoya neteweyî de jî çalak bû; di sala 1947’an de, wê li ser jinan bernameyek radyoyê ya bi navê “Li Pişt Perdeyê” çêkiriye û nêzî deh salan weşana wê domandiye.
Piştre wê bernameya pêşeng ya bi navê “Para Jinan” çêkir û berpirsiyara kovara radyoyê ya bi navê “Gelî Însanan Rêberiya Min Bikin’’ bû. Wê bi Dr. Mihemed Ferîd Gazî yê sosyalîst re li ser nerînên femînîst nîqaşek çandî ya girîng kiriye.
Berhemeya wê ya edebî, rewşenbîrî û berhemdar cihêrengbûna xwe girtiye, cûrbecûr celebên edebî, nemaze çîrokên kurt, helbest, şano û dramayên radyoyê yên li Tunis, Cezayîr û Fasê hatine weşandin, di nav xwe de digirt.
Nejala Thamir di nivîsên xwe de armanc dikir ku jin beşdarî tevgera jinan bibin û wê pirsgirêk û mafên jinan esas digirt;
Nejala Thamir nivîsandina li ser rewşa jinan û beşdarbûna wan a ji bo tevgera jinan armanc dikir da ku wan baştir bike û pêş bixe. Bi rêya zimanê raveker û sembolîk û pir caran jî bi rêya lîstikên radyoyê yên ku wê bi xwe çavdêriya wan dikir, armanc dikir ku hişmendiya li ser pirsgirêk û mafên jinan zêde bike.
DI ÇÎROKÊN WÊ DE MIJARÊN SEREKE
Nakokiya di navbera kevneşopî û modernîteyê de, ew têkiliya biêş a di navbera qaîdeyên civakî yên hişk ên ku ji hêla nifşê kevintir ve têne ferzkirin û nifşê ciwan ê ku li modernîzasyonê digere û mafên xwe îdîa dike de vedikole.
HEMÛ PIRTÛK Û BERHEMÊN NEJALA THAMIR
Wê li ser jinan du pirtûk weşandine: Ya yekem, “Jin û Jiyan” (1956) û ya duyem jî pêşgotinek ji bo Asma bint Esad ibn al-Furat (1977) e.
Wê çar berhevokên çîrokên kurt jî weşandin: “Edaleta Bihuştê” (1956), “Me Jiyan Dixwest” (1956), “Samar û Ebar” (1972), û “Çirçik” (1978).
Wê pirtûkeke çîrokên zarokan jî ya bi navê”Çîrokên Dapîra Min” (1973) û hejmareke helbestan jî nivîsandine.

