Hejmara 7’emîn a “Bultena Tecrîdê” ku di 15 rojan carekê de ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ve tê weşandin, hate weşandin.
Di bultena ku bi armanca têkildarî tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê civakê agahdar bike tê weşandin de hate bi bîr xistin ku agahînegirtina ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di bin tecrîda giran de tên ragirtin kete meha 38’emîn.
Di bultenê de hate destnîşankirin ku li Îmraliyê 24 sal û 2 meh û 18 roj in tecrîdek heye, 4 sal sal û mehek û 30 roj in malbat nikarin hevdîtinê bikin, 4 sal û 8 meh û 26 roj in parêzer nikarin hevdîtinê bikin û bal hate kişandin ku 2 sal û 3 meh û 7 roj in jî pêkanîna “agahînegirtina mutleq” heye.
OHD’ê di bultenê de cih da bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya ku ji serlêdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a di 7’ê Kanûna 2023’yan de kirî. Di agahdarkirina ku bi serenavê “Wezareta Dadê tecrîd înkar kir” hatiye dayîn de wiha hate gotin: “Ji aliyê midûriyetê ve hate îdiakirin ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdeke mûtleq nîne û girtî bi awayekî wekhev ji hemû mafên xwe yên bi qanûn û rêzikan hatine dayîn sûdê werdigirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî ji Wezareta Dadê re ev bang kir ‘herî dawî kengî hevdîtin hate kirin’.”
Di bultenê de bal kişandin ser rewşa Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin û berdana wî salekê hatiye taloqkirin. Di agahdarkirina bi serenavê “Berdana Veysî Aktaş hate taloqkirin” hate dayîn de hate diyarkirin ku Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin li gorî mudetnameya beriya niha Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê amadekirî diviyabû di 28’ê Nîsana 2024’an de hatibûya berdan lê bi biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê berdana wî salekê hatiye taloqkirin.Di bultenê de hate destnîşankirin ku biryara li dijî qanûn û hiqûqê ye û wiha hate gotin: “Ev biryara ku tê wateya xespkirina azadiya birêz Aktaş nedan parêzerên wî.”
OHD’ê di bultenê de cih da çalakiya bi daxwaza “azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd” ji aliyê girtiyên siyasî ve tê meşandin. Di rûpela duyemîn a bultenê de ji bilî çalakiya “boykotê” ya li girtîgehan berdewam dike, daxuyaniyên ji aliyê Serokê Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceya Ewropayê (CPT) Alan Mîtchel ve hatine dayîn ku komîteyê di sala 2022’yan de serdana Îmraliyê kiriye, rapor amadekiriye lê bi pejirandina Tirkiyeye dikare bê weşandin jî cih girtin.
Yek ji beşdarên konferansa di 11’ê Nîsanê de li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin, ji parêzerên Baroya Parîsê Jûan Prosper, li ser asta hiqûqî ya tecrîda Îmraliyê û nêzîkatiyên CPT’yê yên li dijî tecrîda navborî nirxandinên xwe kir.