Şemî, 20 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Srî Lankayê heta Kurdistanê polîtîkayên qirkirina ekolojîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edene û Mêrsînê xebatên ‘Mîtînga Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arîfe Çinar: Mitîngên Azadiyê, nîşandayîna îradeyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Cizîrê Komxebata Yekîtiyê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa MÎA-FED: Exlaq cewherê civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Sûat Sari û Mesût Arslan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Em ê azadiyê bi têkoşîna birêxistinkirî bidestbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Di muzakereyan de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêr û Bexdayê peyman li ser sîstema ASYCUDA hate îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY: Li Efganistanê 30 jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: ‘Krîza mêrtiyê’ sedema zêdebûna kuştina jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > MKG: Meha Cotmehê zext û sansura li hemberî rojnamegeran zêde bû
Jin

MKG: Meha Cotmehê zext û sansura li hemberî rojnamegeran zêde bû

MKG'ê ragihand ku meha Cotmehê zext, sansur û destdirêjiya dadgeriyê ya li hemberî rojnamegeran zêde bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora li ser binpêkirina mafan a li dijî rojnamegerên jin a meha Cotmehê eşkere kir.

 Di raporê de hat gotin:”Nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye.”
 
Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:
 
“Meha cotmehê bû serdemeke ku bi zext, sansûr û çewisandina dadwerî ya li dijî rojnamevanan zêde bûye. Siyaseta hikûmetê ya bêdengkirina medyaya rexnegir, ku bi rêya mekanîzmayên dadwerî û îdarî hatiye bicîhanîn, azadiya çapemeniyê hîn bêtir sînordar kir.
 
Rojnamevan dema ku nûçeyan dişopînin, bi rêya astengkirinê, gefxwarinên bi rêya medyaya dîjîtal û pêvajoyên qanûnî hatine hedefgirtin. Bi taybetî endamên çapemeniya Kurd, ji ber hema hema her nûçeyek ew diweşînin, bi lêpirsîn û dozên qanûnî rû bi rû mane. Ev yek bi awayekî zelal tepeserkirina sîstematîk a azadiya raman û derbirînê nîşan dide.
 
Dozên ku hatine vekirin, lêpirsînên ku hatine destpêkirin û cezayên ku hatine dayîn careke din eşkere kirine ku çawa dadwerî bûye amûrek di krîmînalîzekirina rojnamegeriyê de. Zîhniyetek ku sînorên desthilata siyasî dide pêş, li şûna berjewendiya giştî, berdewam dike ku rojnamevanan ji ber erkê wan ê agahdarkirina raya giştî ceza bike.
 
Lêpirsînên li dijî Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger û edîtora JINNEWS’ê Dîlan Babat, ku mirina Rojîn Kabaiş şopandin û kirin nûçe, asta zexta li ser çapemeniyê eşkere kir. Rojnamevanên ku ji ber nûçeyên li ser şîdeta li dijî jinan bi ‘hedefgirtin’ û “belavkirina agahiyên şaş” têne tawanbarkirin, bi rêya astengkirinên hem qanûnî û hem jî dîjîtal hatin bêdengkirin. Biryara Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2’yemîn a Wanê ya astengkirina gihîştina 86 hesabên dîjîtal û bi sedan nûçeyan wekî nîşanek eşkere ya sîstematîkbûna sansurê bû.
 
Qedexeyên gihîştinê yên li ser hesabên medyaya dîjîtal, girtina malperên nûçeyan û rakirina naverokê nîşan didin ku sansûr di qada dîjîtal de bûye tiştekî asayî.
 
Di hefteya dawî ya Cotmehê de, Daîreya Cezayê ya 22’yemîn a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê yê li heft rojnamevanan, tevî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger û rojnamevan Zemo Aggoz, pesend kir. Vê yekê careke din nêzîkatiya dadweriyê ya ji bo binavkirina rojnamegeriyê ya wekî ‘sûc’ eşkere kir.
 
Ev biryar çavtirsandineke eşkere ya li dijî rojnamevanan e. Çalakiya rojnamevaniyê gav bi gav tê cezakirin.
 
Êrîş û gefên li dijî rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin bê ceza dimînin. Ev ne tenê meseleya ewlehiya takekesan e; di heman demê de binpêkirina mafê gihîştina agahiyan a di qada giştî de ye. Tundûtûjî li dijî rojnamevanan bûye rêbazek çavtirsandinê. Dewlet ne naveroka nûçeyê, lê nivîskarên ku wê eşkere dikin hedef digire.
 
Tevî van hemû zextan, rojnamevan bi hevgirtin û israr li ser rastiyê pîşeya xwe didomînin. Sansur, çavtirsandin û ceza nikarin kesên ku mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin rawestînin. Nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Fîlîpînê Bagera Kalmaegî: Herî kêm 26 kes mirin
Nûçeya Pişt re YJŞ’ê, piştgirî da pêngava TAJÊ
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

Akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevan û nivîskarên ku bi pêşengiya Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP)…

Ji aliyê Stêrk TV

Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

Ji bo bicihanîna biryarên "mafên hêviyê" yên têkildarî Rêber Apo û girtiyên din ên siyasî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Desthilatdarî xwe li ser dijminatiya li Kurdan xwedî dike

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir da zanîn ku desthilatdarî ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigire…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo Sûat Sari û Mesût Arslan taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?