Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê AKP’ê ve hatin qetilkirin, bi Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar re nobeda xwe ya edaletê li ber Wezareta Edaletê di roja 92’yan de dewam kir.
Malbata Şenyaşar bi dovîza “Girtina deriyê wezaretê û veşartina li hundir bêrêzî ye. 2 kurên min û hevjînê min li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Yekane daxwaza me edalet e” nobeta xwe didomînin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyûrek û endamên Platforma Jinan a Enqereyê çûn serdana Malbata Şenyaşar.
Çîftyûrek di serdanê de axivî û diyar kir ku malbata Şenyaşar tevî hemû zextan jî têkoşîna xwe ya hiqûqî didomîne û got, “Hiqûq û edaletê dixwazin. Ew vê tenê ji bo xwe naxwazin. Ji bo hemû Kurdan û Tirkiyeyê dixwazin. Ev komkujî li ber çavên dewletê pêk hat. Kujer girtî nebûn, malbatek kesên hatin qetilkirin xistin girtîgehê. Kujer li derve ne. 6 sal in derbarê kesên komkujî kirine de her tişt eşkere ye, her tişt li ber çavan e, lê hiqûq li hemberî malbata Yildiz tu gavan navêje. Bi vê boneyê em bang li gelê xwe dikin û dibêjin; malbata Şenyaşar bi tenê nehêlin. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê jî li ber xwe didin. Werin em bibin hevparê vê berxwedanê.”
Emîne Şenyaşar daxwaza berdana kurê xwe dubare kir.
‘DIVÊ QÎRÎNA DAYIKÊ YA EDALETÊ BÊ BERSIVANDIN’
Ji Platforma Jinan a Enqereyê Neylan Solmaz Saçilik jî got, “Em li gel dayika Emîne ya ku malbatê wê bi awayek îhovane hatin qetilkirin û mafê darizandina adil dixwaze ne. Êrîşa duh birînek di wijdanê gel de hişt. Divê qîrîna dayika ku edaletê dixwaze bê bersivandin. Em daxwaz dikin ku Wezareta Dadê gavên pêwîst bavêje.”
Platforma Jinan a Enqereyê û Çîftyûrek çûn serdana Sevînç Çakir a ku kurê wê piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an hat girtin û bi dayika xwe Şenyaşar re di roja 16’an de li ber Wezareta Edaletê çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kir. Çiftyürek der barê kurê Çakir ê ku ji ber hewldana derbeyê cezayê muebetê lê hat birîn got, “Eger 15’ê Tîrmehê bê darizandin divê pêşî li hevkarên wî yên siyasî bên darizandin.”
Piştî çalakiyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar çûn Meclîsê.