DEM Partî got, “Xizir di salnameya civaka Elewiyan de pêvajoya vejîna xwezayê dide destpêkirin. Di jiyana kevneşop a Elewiyan de di Xizirê de rojî tên girtin û di rojên Xizir de mêvan û zindiyên din pêşwazîkirin pîroz e.”
Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin, “Civaka Elewiyan bi baweriya ku Xizir bereketa xwazayê zêde dike, pirsgirêkên xizan û bêçare derman dike 3 roj rojî digirin. Ji aliyê gelek gelên cuda ve ku civaka Roma jî di nav de ye, ev cejna girîng a Gelên Mezopotamya, Anatolya û Balkanan bi hêvî û kelecaneke mezin tê pîrozkirin. Ji ber ku cejnek hevpar a mirovahiyê ye, di sala 2010’an de Xidiryas di lîsteya Mîrateya Çandî ya neşênber a Mirovahiyê ya UNESCO de cih girt.
Em hêvî dikin ku Xizir a ku bi hezaran sal in ji aliyê gelek gel û baweriyên cuda di 5-6’ê Gulanê tê girtin, ji hemû gelan re bereket, kêfxweşiyê bîne.
Em hêvî dikin ku mirazên hemwelatiyên me yên di bin şert û mercên krîza giran a aboriyê de di nava xizaniyê de dijîn bi cih bên û bi hesrata welatekî ku gel û bawerî bi hev re bi rengekî azad li gel hev bijîn û Xizir edalet, aştî û azadiyê ji tevahiya mirovahiyê re bîne.”