Endamê TEV-ÇAND’ê Serhed Zana bi boneya 11’ê Gulanê salvegera şehadeta Hozan Mizgîn ji ANF’ê re axivî. Serhed Zana diyar kir ku xebat, berxwedan, têkoşîn, jiyan, fermandarî, hevrêtî û pêşengiya Hozan Mizgîn bû xeta huner û çanda şoreşgerî ya Kurdistanê û wiha got: “Li şûna ku meha Gulanê bibe meha Şehîdên TEV-ÇAND’ê, meha Şehîdên Tevgera Azadiya Kurd e. Di vê wateyê de meha Gulanê ji bo Tevgera Azadiyê girîng e. Bi vê boneyê 11’ê Gulanê salvegera şehadeta heval Mizgîn wek roja şehîdên çand û hunerê jî tê binavkirin. Helbet qebûlkirina xeta heval Mizgîn a di xebatên çand û hunerê de wisa bi hêsanî çênebû. Çima heval Mizgîn û heval Sefkan xeta hunera me ya şoreşgerî ava kirine? Heval Mizgîn bi ked, berxwedan, têkoşîn, jiyan, fermandarî, hevrêtî û pêşengiya xeta huner û çanda şoreşgerî ya li Kurdistanê kir. Em şopdarên vê xeta şoreşgerî ya ku wê afirandiye ne. Di vê wateyê de 11’ê Gulanê roja bîranîna hemû şehîdên TEV-ÇAND’ê ye. Ya ku em jê re dibêjin hunera şoreşê bi rastî di qada Rêbertiyê de dest pê kir. Bi pêşengiya heval Mizgîn û heval Sefkan, bi teşwîq û plansaziya Rêbertiyê pêş dikeve. Helbet di wan salan de û di wan şert û mercên ku derfet pir kêm bûn de di şexsê xwe de temsîlkirina mîrateya civakî, dîrok û hunerê welê ne hêsan bû.
Di 1983-1984’an de Huner-Kom, Koma Berxwedan piştre di sala 1991’an de sazîbûna Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li Stenbol, Mêrsîn, Edeneyê û di 2001’an de bi sazîbûna Amedê re piraniya van ji hêla Rêbertiyê ve hatin avakirin. Bi rastî jî 42 sal in em xwedî hunera şoreşgerî ne. Di vê wateyê de mirov nikare van 42 salan bi tevahî binirxîne û pênase bike. Lê divê mirov van pêvajoyan bi taybetî jî hunera şoreşgerî di şexsê heval Mizgîn û heval Sefkan de hunera şoreşgerî çawa hatiye temsîlkirin bibîne. Ji bo van hevalan, bi taybetî jî ji bo heval Mizgîn, yekem tişta ku mirov dikare bibêje ew e ku ew kesayetek yekpare ye, di her alî de şoreşger e. Xwedî kesayeteke şoreşger e ku di her qadê de xeta xwe ya şoreşgerî diparast û tawîz nadida. Di çalakiyên civakî, siyasî, çandî û hunerî de, di qada leşkerî de, di şer de, di fermandariyê de û heta di şehadeta wê de helwesteke destanî heye. Di sekna xwe ya leşkerî, fermandarî û hevrêtiya xwe de kolektîf û berhemdar bû. Her tim hunera xwe dixiste xizmeta şer û şoreşê û vê yekê bi afirêneriyeke mezin dikir. Her çendî salên 1980 û 1990’î demên herî bisînor û dijwar bûn jî, xebatên pir hêja hatin kirin. Helbet dema ku em li vir behsa derfetan dikin, em tenê behsa şert û mercên madî nakin. Di wê demê de, bi taybetî di destpêka salên 1980’yî de hêza madî, manewî û mirovî ya tevgera azadiyê bi qasî îro ne fireh û ne mezin bû. Lê afirandina derfetan di nava wan bêderfetiyan de, derfetên ku em îro di xebatên xwe yên çandî û hunerî de bi kar tînin, bi rastî jî li gorî tiştên ku di wê demê de afirandine, heta roja me ya îro mane. Hunera şoreşê ya ku îro em behsa wê dikin, nirxên ku bi fikir û felsefeya Rêbertî û di pêşengiya heval Mizgîn û heval Sefkan de hatine afirandin e. Eger em îro behsa hunera şoreşgerî, çand û pîvanên hunera şoreşgerî dikin, em behsa heval Mizgîn û heval Sefkan dikin. Di vê çerçoveyê de divê ku mirov bîne ser ziman. Jiyan, şoreşgerî û pîvanên wan ên şoreşgerî divê derbasî nifşên nû bibin. Ev heval çawa dikaribûn ew qas tevahî bin? Çawa dikaribûn di her warî de ewqas serketî bin? Hûn dibînin di fermandariyê de, di hunerê de, di siyasetê de, di şer de serketî ye. Ji ber vê yekê di şexsê heval Mizgîn de refleksa rast a kesayeta şoreşgerî tê dîtin. Di nava 42 salan de em li Tirkiye, Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê bi ked û fedekariyeke mezin hatin roja îro. Herî dawî bi şoreşa Rojava ev hewldan û bedel hatin tacîdarkirin.”
EM XWEDÎ DÎROKEK 42 SALAN IN
Serhed Zana diyar kir ku hemû destkeftiyên ku îro hene bi ked û fedekariyên mezin ên weke Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan hatine bidestxistin û nirxandina xwe wiha domand; “Bêguman, em îro çiqas rast dikarin li ser vê xetê pêş bikevin? Helbet divê em vê piçekî nîqaş bikin. Hemû nirx di demên dijwar de ku di wê demê de bi derfetên pir kêm de hatin afirandin. Lê dema ku em îro li derfetên xwe dinêrin, cûdahiyên mezin hene. Derfet li Rojava ew qasî ne kêm in. Em li vir tenê behsa derfetên aborî nakin. Wê demê ne amûr, ne nivîs û ne jî mîraseke me ya ku em xwe li ser ava bikin tunebûn. Ger îro em behsa destpêka salên 80’î şert û mercên heval Mizgîn ên wê demê dikin, divê em wan pêvajoyan hinekî baştir fêm bikin. Ji ber vê yekê tiştek ku hûn bikarin xwe li ser saz bikin nemaye. Tiştek namîne ku hûn wek mînak bigirin. Helbet kevneşopiyeke me heye, klasîkên me hene, Eyşe Şan, Meryem Xan, Mihemed Şêxo û gelek hunermend û hozan kedeke mezin dan û berhemên gelek hêja afirandin. Lê dema ku em bahsa salên 1980 ́î dikin, di rastiyê de em bahse serdemeke ku ziman, çand û hunera kurdî hatibû wêrankirin, talankirin û qedexekirin dikin. Tiştekî ku di wan deman de tune bû, tu ji nû ve diafirînî. Hûn ji sifirê dest pê dikin. Helbet em dîroka hezar salî ya civaka Kurd paşguh nakin. Lê belê, mîrateya heyî tevlihev bû. Di vê wateyê de xwe li ser vê ax û mîrateyê ji nû ve afirand. Ev tê wateya dayîna berdêlên mezin û kişandina zehmetiyan. Ji bo vê jî fikreke kûr, bi bawerî, bi israr û îradeyek mezin lazim e. Helbet îro em dikarin pir bi hêsanî biaxivin. Ji ber ku mîrateya me ya 40 salan heye. Dîsa mîrateya tevgera me ya şoreşgerî 50 sal derbas kiriye. Ev 13 sal in mîrateya me ya Rojava heye. Mîrate û dîroka sazîbûna xebatên me yên çand û hunerî digihêje 42 salan. Dema ku em van hemûyan tînin ber hev, em dibînin ku gelek tişt hene ku em xwe li ser ava bikin. Gelo em çiqasî ji vê re dibin bersiv? Em çiqas diafirînin? Bêguman bi pêkhatina şoreşa Rojava, bandora wê ya li ser çar parçeyên Kurdistanê, Ewropayê û bi têkoşîna tevgera azadiyê re gelek geşedanên girîng pêk hatin û berhem hatin hilberandin. Gelek xebat derketin holê. Gelek lêkolîn hatine kirin. Ji hunera çiya bigire heta çar parçeyên Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Ewropayê xebat û berhemên gelekî hêja derketine holê. Gelo em dikarin bibêjin ku ev hemû bersivên şoreşê ne yan jî pêşengiya şoreşê dikin? Helbet li vir hinek kêmasî hene. Ger em heval Mizgîn ji xwe re bikin xet û heval Mizgîn bikin pîvan, wê demê kêm dimîne. Li aliyekê hûn li nirxên mezin ên ku di nava bêderfetiyan de hatine afirandin dinêrin, lê ji aliyê din ve hûn lê dinêrin ew qas derfet û destkeftiyên û li ser vê bingehê em çiqasî diafirînin? Helbet divê em li vir xwe rexne bikin.”
DIVÊ HUNERMEND XWE JI KÊMASIYÊN HEYÎ BERPIRSYAR BIBÎNIN
Zana destnîşan kir ku heta hunermendên li cîhanê jiyana azad û pênaseya jiyana azad di mejiyê civakê de neafirînin, civak wê her tim pergala emperyalîst û kapîtalîst ji xwe re bike model û wiha domand: “Ger îro di şoreşa Rojava de kêmasî hebin, di hezkirina welat, hezkirina xaka xwe, hezkirina civaka xwe de, têkoşîn û parastina civak û axa xwe kêmasî hebin, em ê hunermend xwe ji vê yekê berpirsyar bibînin. Em di vê de îkna ne. Di şoreşên hemû civakan de wiha ye. Heta ku Kurdistaneke azad di mejiyê hunermend û hozanên Kurd de ava nebe, Kurdistan azad nabe. Eger Kurdistaneke azad ava bûbe jî wê demê ew Kurdistaneke bêruh e. Kurdistaneke ku nehatiye pênasekirin, nizane çima heye, nizane çawa bijî, di Kurdistana azad de ferdên civakê, pergala wê civakê, jiyan û manewiyata wê civakê, siyaseta wê civakê ger hunermend di mejiyê xwe de neafirandibe, xeyal nekiribe û nekaribe Kurdistanek azad di mejiyê xwe de biafirîne, helbet nikare wê veguherîne hunerê. Dema ku dernexe holê wê demê ciwanên me û civaka me wê di mejiyê xwe de Kurdistaneke çawa xeyal bikin. Yan wê çawa konfederalîzma Rojhilata Navîn, yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekîtiya me û gelên din, bi kurtasî hemû mirovahiyê di mejiyê xwe de biafirînin? Helbet ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû cîhanê derbasdar e. Heta ku hunermendên li cîhanê jiyana azad û pênaseya jiyana azad di mejiyê civakê de neafirînin, wê civak ji ku û ji kê modelekê bigire? Bi rastî dema em îro lê dinêrin mixabin hunermend bi xwe çerxa kapîtalîzmê bi niyeta baş û xerab dizivirînin. Bi fîlm û rêzefîlman bandora neyînî li ser ciwanan û civakê dikin û bi berhemên derxistine berê wan didin Ewropayê û ji înternetê bigirin heya fîlm, TV û reklaman îro hunerê weke çeka wêranker bi kar tînin. Esasê hunerê afirandina çandê ye. Ji bo afirandina çanda azad e. Ev tê wateya afirandina zîhniyeta azad û jiyana bi hev re. Afirandina jiyanek azad û wekhev e. Helbet xebatên ku xizmetê ji civakê re dikin û li ser esasê pêşengiyê hatine çêkirin hene. An jî hunermendên ku ji bo vê hewl didin hene. Em naxwazin keda wan bixwin. Bi taybetî îro hunermendên me di pêşengiya şoreşa Rojava de gelek ked dane. Helbet em hewldanên kesî înkar nakin. Ji ber ku bi sedan bedel dane. Bi sedan şehîdên Tev-Çandê hene. Kedeke bêhempa dan. Lê belê ev bedel û hewldan çiqasî xizmeta şoreşê dike, cihê rexneyê ye. Divê em xwe binirxînin. Li gorî tecrûbeyan em dikarin vê yekê bibêjin, pirsgirêk ne tenê derfetên aborî ne, ev jî hatiye îspatkirin. Ger cewherek min a hunerî hebe, cewherek wê ya civakî hebe, tiştek ku aîdê civakê ye hebe, ew hunermend bêyî ku li gorî derfet û mercan be, bêguman wê di tiştên ku dixwaze bigihîne civakê de serketî be. Derfet û mercan weke pirsgirêk dîtin tenê hincet e. Ji ber vê yekê divê em xwe binirxînin. Ger em li ser xeta heval Mizgîn û heval Sefkan bimeşin, ger em li ser xeta hevrêyên xwe yên şehîd bimeşin, ger em li ser perspektîfên Rêber Apo bimeşin û dawiyê derfetan ji xwe re bikin hincet, bêguman ev ê bibe neheqiyek mezin. Li ser Rêber Apo, bi hezaran şehîd û gelê berxwedêr wê neheqiyeke mezin be.
EGER DI HUNERA XWE DE ŞOREŞÊ NEBÊJIN EM Ê ÇI BÊJIN?
Ji ber ku hunermend îro li Kurdistanê ne, ji êşên xwe heta destkeftiyên xwe, hemû berxwedan û komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin, rastiya berxwedan û têkoşîna mezin a tevgera azadiyê ya 50 salan, hemû berxwedanên destanî yên li çiyayan, rastiya dîroka çar perçeyên Kurdistanê û herî dawî em behsa hemû berxwedan û destkeftiyên mezin ên şoreş a Rojava nekin, wê demê em ê behsa çi bikin? Tiştê ku em lê digerin çi ye? Divê em li çi bigerin? Ma destê me de çi tuneye ku em hunera xwe pêş bixin û bi xwe biafirînin? Ez difikirim ku ya ku tune ye em bixwe ne. Tiştê ku tune ye, ew e ku mirov xwe nas bike û bi xwe be. Di nav Kurdan de hozan hene. Çanda hozaniyê heye. Hozan tê wateya xwe naskirin, xwebûnê. Hozan Mizgîn tam bersiva vê yekê ye. Kesên ku dîroka xwe, çand, civak û erdnîgariya xwe nizanibin, welat ne xema wan be, azadiyê ne xema wan be, civak ne xema wan be, çi qas derfet hebin jî nikarin biafirînin û hilberînin? Di dema ku biafirane jî wê nebe bersiv. Ew ê teknîkî bimîne. Nikarin bibin bingeha hunerê û pêşengê civakê. Di vê wateyê de beriya her tiştî divê mirov xwedî cewherek be. Hozan Mizgîn tam nûnertiya vê dikir. Ji ber vê yekê, wê xeta Tev-Çandê ava kir. Ew kesayetiyek yekgirtî ye. Ew di her warî de yekpare ye. Dema ku em heval Mizgîn dixwînin û li hevalên ku li cem wê mane guhdarî dikin, em dibînin ku saniyeyek jî vala neçûye. Di hişê wê de her tim planek hebû. Tevgerek û gavekê bavêje hebû. Ji ber ku derdeke wê hebû. Ev çi ye? Derdê azadiyê hebû. Derdê welat hebû. Jiyana bi hev re esas digirt, li şûna serketinên şexsî û takakesî, hewl dide derdora xwe serketî bike. Ev tam pîvanên PKK’ê ne. Bi rastî ev pîvanên hunerê ne. Yên ku heval Mizgîn kirin xet ew mirovên ku wê afirandine. Di hişê mirovan de fikra azadî û hezkirina welat çêkir. Ev yek mirovan ber bi serketin û serfiraziyê ve dibe. Berhemên ku heval Mizgîn afirandine jî mirov in. Ew mirovên azad in. Ev xeta Rêbertiyê ye. Şêwaz û rêbaza Rêber Apo ye.”