Çarşem, 3 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Îranê êrîşên bi fuzeyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kujerê ku Rojda qetil kir, li qereqolê pê hesiya ku giliyê wî hatiye kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber strana Kurdî ceza li rêveberekî DEM Partiyê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê hepsê li 2 welatiyan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Di 751 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê de 22 kes hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê 59 ciwanên ji aliyê Îranê ve hatibûn darvekirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê salvegera damezrandina YNK’ê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê tîmên agirkujiyê seferber bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ jinên ku li Mûsilê bi komî hatin qetilkirin bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meşa edaletê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Divê jinên astengdar yekser tevlî pêvajoyên biryardanê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji Zehra Mûhammedvelî nayê wergirtin ku li Îlamê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Îbrahîm Şêxo: Eger dorpêç û êrîş dewam bikin wê rewş hîn nebaş bibe
Rojava

Îbrahîm Şêxo: Eger dorpêç û êrîş dewam bikin wê rewş hîn nebaş bibe

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo got, li gel peymana navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hikumeta Veguhêz a Şamê jî binpêkirin dewam dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Komên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêçeke giran dimeşîne û ciwanên Kurd tên revandin. Gelê her du taxan ji bo rakirina dorpêçê û êrîşên li ser taxan xwepêşandan li dar xistin. Hêzên girêdayî hikûmeta veguhêz gule li ser gel barandin û gelek welatî birîndar bûn.

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo têkildarî êrîş û zextên li ser Efrîn, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ANF’ê re axivî.

ENDAMÊN HIKÛMETA ŞAMÊ HEVPEYMAN BINPÊ KIR

Îbrahîm Şêxo di despêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên hikûmeta Şamê ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û diyar kir ku tevî ku di navbera Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hikumeta Demkî ya Şamê de hevpeyaman hatiye îmzekirin jî êrîş û dorpêç didomin û got, “Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 500 hezar welatiyê ku piraniya wan Kurd in, hewl didin debara xwe ya rojane ava bikin û biparêzin. Dorpêçkirin û gefên ku li ser gelên  taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin, girtinên sivîlan li ser bendên kontrolê tên kirin û piraniya wan jî bêsûc tên girtin. Li aliyê din dema ku hevpeymana 1’ê Nîsana 2025’an di navbera Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û hikûmeta Şamê de hate îmzekirin, li ser xisûsiyetên taxê li hev kiribûn. Lê wekî ku em dibînin ku hikûmeta Şamê ev hevpeyman binpê kir. Li ser gelên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gef xwarin û di encamê wê de, di pevçûnên ku 6’ê Cotmehê navbera gelê taxê û endamên hikûmetê derketiye de du welatiyên taxê jiyana xwe dest dan û hejmarek mezin ji birîndaran çêbûn.’’

‘ARMANCA WAN VALAKIRINA HERDU TAXAN E’

Şêxo diyar kir ku komên çete yên girêdayî Emşat û El Hemzat li derdora taxê bendên xwe danîn û li ser wan bendan ciwanên Kurd didin girtin û wiha domand, “Ji ber komên Emşat û El Hemzat ên girêdayî Tirkiyeyê ne, bendên kontrolê li derdora taxan danîn, ev pevçûn derketin û li ser wan bendan ciwanên Kurd bê sûc digrin. Di van rojên dawî de jî bendên xwe li derdora taxan zêde kirine û gelek ciwanên Kurd digirin û êşkence li wan tên kirin. Her wiha li ser wan bendên kontrolê, êşkence li jinekê jî kiribûn. Gefan li welatiyan dixwin û gefên kuştina zarok û gel li welatiyan dixwin. Ev binpêkirinên ku li derdora herdu taxan tên kirin bi armanca tengkirin û valakirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne.”

‘EGER HIKÛMETA DEMKÎ NE BI WAN RE BE GELO TEDBÎRÊN WAN ÇI NE?’

Şêxo êrîşên di salên borî de pêk hatine bi bîr xist û wiha pêde çû: “Ji sala 2013’an û heta 2016’an bi dehan komên çete yekîtiya xwe îlankirin û bi hev re êrîşî ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Niha jî dixwazin careke din êrîşên xwe dubare bikin. Helwesta hikûmeta demkî jî di vê warê de ne zelale û ev jî pirsekî girîng dide avakirin. Eger hikûmeta demkî ne bi wan re be gelo tedbîrên wan li hember wan koman çi ne?’’

‘HIKÛMETA ŞAMÊ RÊYÊN DIÇIN HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ GIRTINE’

Îbrahîm Şêxo da xuyakirin ku gelek alî naxwazin hevpeymana 1’ê Nîsanê bi ser bikeve û wiha got, “Ji ber ku ev hevpeyman ji bo tevahiya Sûriyeyê ye, Rêveberiya Xweser daxwaza xwe ji bo serketina hevpeymanê daye pêş. Lê îro komên wekî Emşat û El Hemzat ên girêdayî Tirkiyeyê naxwazin hevpeyman bi ser bikeve. Dema ku hevpeyman tê îmzekirin berpirsyarên Sûriye derbasî Tirkiyeyê dibe û li gorî wê daxuyaniyên xwe didin çapemeniyê. Îro rêya deriyê Dêr Hafir û rêya ku ji Şamê digihêje herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatine girtin. Ev dorpêç dibe sedem ku pêdiviyên gel ên jiyanî jî pêk neyên. Piştî şer û pevçûnên ku li ber deriyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêbûn û agirbest hate îlankirin, lê çend seet derbas nebûn, ciwanekî Kurd li ser bendên kontrolê ji hêla endamên girêdayî El Emşat ve hate girtin. Gelek rewşên girtin û revandinê bi vî awayî derketin pêş.’’

‘DIVÊ RÊXISTINÊN NAVDEWLETÎ BINPÊKIRINAN BI BELGE BIKIN’

Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de qala rola sazî û rêxistinên navneteweyî ya di sekinandina van kiriyaran de kir û wiha got, ‘’Îro erka sereke ya ku ji saziya mafê mirovan ango rêxistinên mirovî tê xwestin ew e ku van kiryar û binpêkirinên ku tên kirin belge bikin û eşkere bikin. Her wiha van belgeyan bigihînin aliyên eleqedar wekî komîteyên lêpirsîna navdewletî û li wir edalet pêk were. Eger ev belge negihêjin cihên xwe yên eleqedar û li ser van mijaran nesekinin, wê rewş ber bi aloziyek mezin û zehmetir ve biçe.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hevseroka ESP’ê û 3 kesên din 69 sal ceza hate birîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşên li ser bendava Tişrîn û Minbicê hatin şikandin

QSD’ê êrîşên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên…

Ji aliyê Stêrk TV

6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li parêzera Kurd hate birîn

Zextên dewleta Îranê didomin. 6 sal û 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

Gerîlaya YJA Starê Hêvî Azadî anî ziman ku li her devera cîhanê tundî û zext…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mustefa Şêx Mislim: Mafê hêviyê mafekî bingehîn e, divê Rêber Apo azad bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê dawiya serdemekê û hevsengiyên nû yên siyasî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPG’ê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Serêkaniyê milkê şêniyên resen têne talankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?