Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurd a Amedê, Kovara Destarê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê meş li dar xistin. Bi sedan kesên ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî di nav de bûn, li Parka Roboskê hatin ba hev. Welatî bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn.
Di meşê de welatiyan pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” ya bi zaraveyên kurdî yên kirmanckî û kurmancî hilgirtin û dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Meş ji Parka Roboskê heta Park Ormanê domiya. Welatiyên cil û bergên kurdî tev li bûn, dovîza “Zimaneke azad/jiyaneke azad” hilgirtin.
Girseya gihiştî Park Ormanê, li vir daxuyanî da. Daxuyanî bi zaravayên kirmanckî û kurmancî hate xwendin. Daxuyaniya bi kurmancî ji hêla Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye. Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekitiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.
Gelê kurd bi vê zanebûnê her dem û dewranê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye. Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Elî Bedîrxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî.
15’ê Gulana 1932’yan de, bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, diwarê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.
Di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin, ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û azadiyê vedike. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e.’
Ev hişmendî û dîrok bi van gotinên birêz Abdullah Ocalan a ku digot ‘Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin’ vê heqîqeta qedîm piştrast û temam dike.
Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd taybetî ev 50 salên dawî li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne.
Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZPKurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.
Em bi vê hêz û baweriyê dibêjin ku; gelê kurd, dê li hemberî mêtingeriyê hebûn û nasnameya xwe biparêze û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bike, di jiyana rojane de bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxive û bi awayekî stratejîk parastina hebûna xwe bike.
Gelê me, dê li hemberî serdestan li hemû qadên jiyanê û bi taybetî di warê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de têkoşîna xwe xurtir bike. Bi vê armancê, di serî de navêndên me yên xebatê yên civakî, em ê her yek jixwe dest pê bikin û zimanê xwe di xebatên xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de bikar bînin, yekîtî û hevgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin.
Bi vê boneyê em ê îsal bi dirûşma ‘Her dem kurdî her der kurdî’ bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna şikandina tecrîda li ser zimanê kurdî ku parçeyek ji tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan û tecrîda giştî ya li ser têkoşîna neteweya kurd e, bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em ê li her derê hawar û dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wê li her derê belav bikin.
Di vê çarçoveyê de bi hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê kurdî, herwiha bi daxwazên fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî em ê heta dawiyê hewl bidin ku ji niha û pê ve li hemû bajar, navçe, bajarok, tax, kolan, gund û mezrayên li Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên li Tirkiyeyê têkoşîna zimanê kurdî bi awayekî şênber, domdar û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.
Em bi boneya salvegara 92yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Elî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li hemû jin û dayikên kurd, li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û di serî de têkoşerên zimanê kurdî, jin û ciwan bang û gazî li hemû gelê xwe yê li bakurê Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku; em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngeha zimanê kurdî, em her dem û li her derê bi kurdî baixivin, bi kurdî bifikirin, bi kurdî bixwînin û bi kurdî binivîsin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî piştî xwendina metna daxuyaniyê axivî. Bakirhan, da zanîn ku siyaset, ziman û çanda kurdî bi zextekî giran re rû bi rû ye û ev tişt anî ziman: “Hêj îro jî em nikarin cejna zimanê xwe bi awayekî azad pîroz bikin. Zimanê me bi zextekî wiha re rû bi rû ye. Lewma barekî giran dikeve ser milê me. Divê em li dijî zordestiya van xwedî li zimanê xwe derkevin. Em ê ji vir û şûnde li her derê û di her demê de bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bifikirin. Em ê bêhtir li ser xebatên ji bo çand û zimanê kurdî bisekinin. Em li vir bangî hevşaredarên me dikin; divê ji vir û şûnde pir zêdetir li ser zimanê kurdî bisekinin. Zimanê me hebûna me ye. Em ê di kolan û cadeyên xwe de hînî zimanê xwe bibin û zimanê xwe hînî gelê xwe bikin. Ji bo vê jî em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.”