Roja duyemîn a Mîhrîcana Govenda Kurdî saet di 12:00 de bi coş destpê kir.
Destpêkê komên Govenda Ar (Wuppertal), Govenda Arya Mara (Köln) û Govenda Sîpan Amara (Hamburg) hunera xwe pêşkêş kirin.
Goveda Arya Mara ku ji deh jinan pêk tê, lîstikên “Mama”, “Kofî”, “Silêmanî”, “Kinê”, “Sêgav”, “Koçerî” û “Papûrî” yên herêma Îdirê pêşkêş kir.