Çalakiyên girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û Kurdistanê dewam dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dane destpêkirin.
Girtiyên siyasî ji 4’ê Nîsana 2024’an û vir ve tevlî hevdîtina bi malbatê re, beşdarî rûniştinên dadgehê nabin û mafê axaftina bi telefonê bi kar nînin. Çalakî li hemû girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike.
Girtiyê siyasî Abdulsettar Ozer ê li girtîgeha Marmarayê tê ragirtin, têkildarî çalakiyê ji ANF’ê re axivî.
Ozer diyar kir ku asta destpêkê ya çalakiya wan greva birçîbûnê ya dorveger bû ku bi armanca hişyarkirinê hate kirin û anî ziman, asta duyemîn a çalakiyê ew e ku mirovên têgihiştî yên demokratîk û welatparêz vexwendîne wê yekê ku hîn bêhtir bi berpirsyariya xwe rabin.
Ozer nirxên civaka demokratîk û hebûna gelê Kurd weke sedema polîtîkayên êrişê yên li Îmraliyê nîşan da û got, “Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê êriş li ser nirxên civaka demokratîk û hebûna gelê Kurd tê kirin. Eger li hemberî vê yekê heta niha helwesteke giştî nehatibe nîşandan, ev yek ji bo me hêzên demokratîk welatparêz lawaziyeke. Em hewl didin bi rêbaza xwe ya heyî ya çalakiyê vê yekê çareser bikin. Piştî ku asta duyemîn xurt bû, em di wê baweriyê de ne ku di asta sêyemîn de em ê bi gelên xwe û hêzên demokratîk re dirûşma xwe ya ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re’ bi serketinê tacîdar bikin.”
Ozer ragihand ku rêbaza wan a nû ya çalakiyê tecrîdkirina xwe nîne, lê belê xwegihandina li rastiya têkoşînê, şehîdan û rêbertî ye û got, “Em ji bo xwe weke şensekê dibînin kuk mîna Rêber Apo bijîn, di ruh, fikir û hestê de bi wî re bibe hevpar. Ya ku me dike em, biryardariya vegera li cewhera xwe, li nirxên polîtîk û exlaqî ye. Bêguman weke civak divê em xwedî li vê yekê derkevin. Gelê me di Newrozê de û di hilbijartinên xwecihî de bersiveke xurt da faşîzma dewleta Tirk. Ev yek sekneke girîng bû, hêz da me hemûyan, hêvî û berxwedêrî xurt kir.”