Prof. Norman Peach, anî ziman ku dewlet û saziyên Ewropayê ji ber endamtiya NATO’yê û têkiliyên siyasî yên dewleta Tirk li hemberî binpêkirinên ku dike bêdengiya xwe diparêzin û diyar kir ku divê tevî zehmetiyan jî di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) înîsiyatîfên navneteweyî bikevin nava hewldanê.
Hefteya bihurî 99 kesayetên naskirî yên li Elmanyayê, ku nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên aştiyê û mafên mirovan, aktîvîst, akademîsyen, hiqûqnas û rojnamevan jî di nav de ne, ji Serokê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Alan Mîttchell re nameyek nivîsandin. Di nameye de bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat rexnekirin. Di nameya bangê ya ji bo CPT’yê de, Madeya 3’yan a Statuya Konseya Ewropayê hate bibîr xistin û hat xwestin ku li gorî vê madeyê tevbigere. Di nameyê de wiha hate gotin, “Birêz Ocalan 25 sal in ji mafên xwe yên mirovî bêpar hatiye hiştin, 3 sal in mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbatê re tê binpêkirin. Birêz Ocalan welatiyê dewleteke Konseya Ewropayê ye.”
Yek ji îmzevanên nameyê û Profesorê hiqûqa navneteweyî Norman Peach bersiv da pirsên ANF’ê.
We di nameya xwe ya ji bo CPT’yê şandî de jî diyar kiriye, ev nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîdê de ye nayê girtin. Hûn vê tecrîdê di warê hiqûqa navneteweyî de çawa dinirxînin?
Bi dîtina min, ev çend sal in rewşa ku Abdullah Ocalan tê de dijî bi temamî nehiqûqî ye. Şert û mercên ku tê de tê ragirtin, li dijî rêgeza hiqûqê ya ku NY’yê diyar kiriye ye. Niha zêdeyî sê sal in di nava tecrîdeke girandeye ku xizmên wî, nûnerên hiqûqî nikarin xwe bigihîninê. Çend sal berê ji bo serdana Ocalan çûm Tirkiyeyê, lê her tim hincet hatin çêkirin. Wê demê asta tecrîdê ne ewqas dijwar û giran bû, lê dîsa jî me nekarî em biçin serdanê. Li gorî kategoriyên hiqûqa navneteweyî tecrîdeke bi vî rengî li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Di vê mijarê de ti şik û guman nîne. CPT’yê beriya niha jî li wir lêkolînan kir û li dijî vê derket.
Pirsgirêk ev e; Erdogan û hûkûmetên Tirkiyeyê di gelek qadan de bi xemsarî nêz dibin, ango zor lê nayê kirin. Yanî li pişt CPT’yê û biryara wê ya ku nikare bi tena serê xwe pêk bîne, divê YE’yê û dewletên YE’yê bikin ku tiştên ku CPT’yê dibîne jî bi cih bînin. Erdogan û bê guman Tirkiye ji ber sedemên cuda yên siyasî ve ji bo welatên Rojava gelekî girîng in û ji aliyê din jî ji bo penaberên ji Efganîstan, Sûriye yan jî mîna wê tên di pozisyona bend de ye. Newêrin zextê li Erdogan bikin.
YE’YÊ NIKARE HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BIPARÊZE
Ev êşkenceya tecrîdê, tê wateya ku bandora siyasî ya Birêz Abdullah Ocalan a li ser civaka Kurd hêj gelekî mezin e. Ji vê ditirsin, dixwazin vê bandorê ji holê rakin. Naxwazin ji pozîsyona xwe ya tecrîd û parçekirina gelê Kurd dûr bikevin. Li plana piştê ev yek heye. Di vê rewşê de YE’yê nikare Ocalan û bi rastî jî hiqûqa navneteweyî biparêze û naxwaze biparêze.
DIVÊ HEWLDANÊN DI BIN SÎWANA NY’Ê DE DEWAM BIKIN
Saziyekî din ê bi navê Komîteya Jêrîn a Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (UN Subcommittee on Prevention of Torture-SPT) heye. Ev rêxistineke Neteweyên Yekbûyî ye, ew enstîtuyeke ciwantir e û her wiha ji bo ku êşkence pêk neyê, peywirdar e ku di serî de pêşî li êşkenceyê bigire. Ev komîte jêrîn hê ne çalak e. Ez pêşniyar dikim ku li dijî vê pêkanîna incommunicado ku eşkere ye li dijî hiqûqa navneteweyî ye, ne tenê di asta Ewropayê de, her wiha di asta NY’yê de jî hewldan çêbibe.
PKK’Ê DI LÎSTEYÊ DE GIRTIN ŞAŞ E
Mînakeke me heye ku li dijî mûamele û tecrîdkirina Jûlîan Assange berxwedaneke navneteweyî ya gelekî xurt heye. Li çar aliyê cîhanê, hêdî hêdî xwe digihînin vê nuqteyê. Mixabin ji bo Ocalan rewş ne bi vî rengî ye, ji ber ku PKK’ê hê jî li Ewropayê weke ‘rêxistina terorê’ tê dîtin. Bi ya min ev şaş e. Niha li Belçîkayê biryareke Dadgeha Bilind heye û li gorî vê biryarê tê gotin ku ‘na, PKK’ê ne rêxistineke terorê ye’. Dizanim ku Swîsreyê jî PKK’ê nexistiye nava lîsteyê. Raste rast pêwîstî bi guhertineke siyasî heye. PKK’ê partiyeke siyasî ye ku ji bilî xweserî û xwerêveberiyê ji bo gel tiştekî din naxwaze. Ev daxwaz jî li her welateke demokratîk dikare bê pêk anîn.
We behsa biryara Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî kir. Wekî din biryarên Dîwana Edaletê ya Ewropayê jî hene. Tevî vê yekê jî komeleyên Kurd ên li Elmanyayê rastî serdegirtina polîsan tên, Kurd tên girtin û tên cezakirin. Hincet jî weke têkiliyên bi PKK’ê re tên nîşandan. Ev polîtîkaya Elmanyayê divê çawa bê şîrovekirin?
Mixabin ev siyaseteke şaş e. Ev yek di çarçoveya NATO’yê de ye û di çarçoveya têkiliyên siyasî yên navbera hikûmeta Tirk û Elmanyayê de ye. Ji ber stratejiya Tirkiyeyê ya ji bo dûrhiştina penaberan li derveyî Ewropayê, girêdayî Erdogan in. Û ev tê wê wateyê ku ne tenê mîlyar pere dane Erdogan, di heman demê de daxwazên wî yên siyasî jî bi cih anîne. Me ev yek di mijara endamtiya Swêdê ya ji bo NATO’yê de dît. Erdogan li dijî PKK’ê û hikûmetan weke çek di destê xwe de digire. Bi ya min ev polîtîkayeke şaş e. Ev pêvajoyeke ku ne di asta hiqûqî de, di asta siyasî de pêk tê. Di vir de jî mîna li gelek qadên navneteweyî, pêwîste di polîtîkaya Elmanyayê de jî guhertinek bê kirin.
Di meha dawî de di çapemeniyê de nûçe û dîmen hene ku dewleta Tirk dîsa çekên kîmyewî an jî çekên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî hiqûqa navneteweyî, dewleta Tirk dikare li dijî gerîla çeka kîmyewî bi kar bîne?
Na, teqez li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Êrîşkariya Tirkiyeyê; Dagirkirina wê li Sûriyê û di nav de Efrîn, binpêkirineke mezin ji qanûnên navneteweyî û serweriya Sûriyê re ye. Her du jî bi temamî li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Pirsgirêk ev e; cihana welatên rojava, Elmanya jî di nav de endamên NATO’yê çavê xwe ji vê yekê re digirin.
Bombebarankirina Kobanê jî di heman demê de li dijî hiqûqa navneteweyî bû. Niha jî bikaranîna çekên kîmyewî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku ev mijar demeke dirêje di rojevê de ye, di heman demê de binpêkirineke giran a serweriya xaka Iraqê ye. Ya duyemîn jî, li gorî qanûnên navneteweyî demeke dirêje bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Ez dizanim ku piştrastkirina vê bi hûrgilî zehmet e, lê divê NY’ê û rêxistinên ku dikarin vê lêkolîn bikin jî bişêwirin da ku destûr ji bo vê piştrastkirinê were standin. Wê demê wê ji raya giştî ve baştir bê zanîn. Îdîayên ku ez pêbawer im û ez jî dizanim hene û li wir çekên kîmyewî hatine bikaranîn û heta ji min re wisa tê ku di demên dawî de di aliyê Qamîşlo de jî bi kar tînin.
Bi kurtasî, hem binpêkirina serweriya xaka dewletan heye, hem jî bikaranîna çekên li gorî qanûnên navneteweyî yên însanî qedexe ne heye.
Dewleta Tirk naxwaze hilbijartinên herêmî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin; Li gel gefan êrîşên xwe zêde kir. Hûn destwerdana Tirkiyê ya di vê mijarê de di aliyê qanûnên navneteweyî de çawa şîrove dikin?
Destwerdana li Rojava teqez nayê qebûlkirin û li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ev binpêkirina serweriya Sûriyê ye. Nûnerên Rojava dibêjin ku ew li Sûriyeyê ne serbixwebûnê, xwerêveberî û xweseriyê dixwazin. Bi min wisa tê ku; Tirkiye tevahiya aliyê li Bakurê Sûriyeyê ji Firatê heta deryayê weke axa xwe dibîne.