Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Wê di 27’ê Sibatê de peyama nû ya Rêber Apo were parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan, bêyî li benda gavên qanûnî bin banga avêtina gavên pratîkî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş û Ozel peyama ‘sererastkirina qanûnî’ dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Cengîz Altun di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Turk: Gava şênber nîne, ji bo baweriyê divê gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Armanc teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne komkirina çekan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şervana YPJ’ê Delîla Cûdî şehîd bû
Kurdistan

Şervana YPJ’ê Delîla Cûdî şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ragihand ku şervana wan Delîla Cûdî (Zozan Kartal) 13’yê Hezîranê di encama qezayekê de şehîd bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyan Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervaneke xwe ragihand.

Hate diyarkirin ku şervana wan Delîla Cûdî di 13’yê Hezîranê di encama qezayekê de şehîd bûye û sersaxî ji malbata wê gelê Silopiyê re hate xwestin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şervana me Zozan Kartal bi nasnav Delîla Cûdî, di 2002’yan de li bajarê berxwedanê Silopiyê hate cîhanê û di malbateke welatparêz, bi çand û kevneşopa welatperwer û kurdewar mezin bû. Hevrêya me Delîla Cûdî xwendekara dibistana navîn bû ku pêla êrişên tunekirinê li dijî gelê Kurd û şoreşa Rojava dijwartir bû. Wê jî wek bi hezaran ciwanên têkoşer li beramberî polîtîkayên qirker û êrişkar bû xwedî helwest.

Hevrêya me Delîla Cûdî di sala 2014’an dema ku bajarê berxwedanê Kobanê bi tevahî ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê dorpêç bibû û gefên tunebûnê li Kurdan dihate xwarin, berê xwe da şoreşê. Wê ji kêliya ku bû şervana şoreşê heya kêliya dawî ya jîna xwe ji bo parastina şoreşê têkoşîn meşand. Di hemleya azadkirina Reqa de bi wêrekiyeke mezin tev li bû. Wê jî di tunekirina çeteyên DAIŞ’ê de şopa xwe ji dîrokê re hişt.

Şehîd Delîla Cûdî bi ciwanî tevlî bû û ruhê xwe yê ciwan jî tim parast. Lewma di jiyanê de bi coş, heyecan û enerjiya xwe ya bilind bandor kir. Xwe di qada leşkerî de pêşxist û wek jinekê jî tim dixwest kesayeta xwe xurt û vîndar bike. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku zarokên welatê wê di nav aramî de bijîn. Ji bo bigihîje vê xeyalê jî diviya şer bike û têkoşîna xwe bilind bike. Rêhevala me Delîla Cûdî temenê xwe bi xweşikî, dilpakî û rêhevaltî dagirt.

Em Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û hevrêyên wê, em ê tim girêdayî armanc û xeyalên şehîdan bin û dê tim bîranîna şehîdan rêya me ya têkoşînê ronî bike. Em bejna xwe li pêşberî bîranîna şehîd ditewînin û soz didin ji bo pergala demokratîk û azad pêk bê, tim di nava xebat û têkoşînê de bin.”

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nav û Paşnav: Zozan Kartal

Nasnav: Delîla Cûdî

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Abdullah

Dîroka Şehadetê: 13 Hezîran 2024

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: DEDAŞ’ê sê qetliaman bi hev re kir
Nûçeya Pişt re Li Xîzanê êrîşên dagirkirinê hat destpêkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Pexşan Ezîzî nayê derman kirin

Hat diyarkirin ku Rojnamevan Pexşan Ezîzî li zindana Evînê ji ber pirsgirêkê serêşiyê daxwaza tedawî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dîlokê zarokek hate qetilkirin

Li Dîlokê Emîr Bakî Bayindir ê 10 salî, li taxa Guzelvadî ji aliyê esnafekî ve…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qoserê bi deh hezaran herikîn qada Newrozê

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xelkê Bergarê piştî 3 salan vegeriyan gundê xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wê di 27’ê Sibatê de peyama nû ya Rêber Apo were parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûnerên YNK, QSD û DYA’yê li hev civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Bergarê rêya Amediyê-Dêrelokê ji bo çûn hatinê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?