Dibe ku gelek kes bipirsin eger encama hilbijartinekê ku encama wê ji pêş de diyar be, êdî ji bo çi tê kirin û ew hemû dem û mesref ji ber çi tê kirin? Êdî çima hemû gel û raya giştî pê tê mijûlkirin. Sîstema dewletparêz a kapîtalîst ji bo ku rewabûnê bide sîstema xwe, hilbijartinê bi kar tîne. Hilbijartinê wek pêvajoyekê bi nav dike, qaşo gel beşdarî vê pêvajoyê dibe û bi awayekî demokratîk û aştiyane mekanîzmaya desthilatdariyê diguherîne. Ev yek ne ji ber wê yekê ye ku sîstema dewletparêz a kapîtalîst gel wek bingeh digire yan jî gel di xema sîstemê de ye, berevajî wê yekê esasen di bin navê pêvajoya hilbijartinê de sîstem rewabûnê dide desthilatdarî, sermaye, dizî û talana nirxên civak û gelan.
Yek ji wan sîstem û dewletan jî dewleta Îranê ye, dewleta bi navê Komara Îslamî. Dewleta Îranê piştî ku dest danî ser nirxên şoreşa gelên Îranê û hate ser desthilatdariyê, bi danîna îdeolojiya Şîeya Dozdeh Îmamî û Wîlayeta Feqê dijayetiya gel, jin, ol, mezheb û baweriyên din kir. Di destûra bingehîn a dewleta Îranê de mêr wek navika sîstemê, bavê ruh û cîgirê Xwedê yê li ser dinyayê hatiye diyarkirin. Li gorî wê destûrê jin nikare di postên bilind ên dewletê de cih bigirin, ji jinan re tenê rola dayiktiyê hatiye diyarkirin. Dengdana jinan tenê ji bo serkeftina mêran tê qebûlkirin.
Yek ji karakterên sereke yên dewleta Îranê komplogerî ye. Bi gotineke din di warê komplogeriyê de paşxaneyeke wê ya dîrokî ya kûr heye. Her tim wan kesên ku li ser desthilat û siberoja xwe wek metirsî dibîne, bi rêyên herî çepel û nemirovane ji nav dibe û di vî warî de şarezatiyeke wê ya taybet heye û wek mîrateyekê ji desthilatdariyekê bo desthilatdariyeke din maye. Ji hilweşîna Împaratoriya Medan, Manî, Mezdek û Babek bigire heta hilweşandina Komara Kurdistanê û şehîdkirina Qazî Mihemed û hevalên wî, ji kuştin û hilweşandina wan xwe nedaye alî. Hetta ew kesên ku di nav desthilatdariya dewleta Îranê bi xwe de bin jî, wexta ku ew wek metirsî dîtine, ew ji nav birine, wekî Benî Sedir, Emîr Kebîr, Refsencanî û Reîsî, hemû qurbaniyên vê sîstema paşverû ne. Di nav gelên Îranê de fikrekî giştî heye ku dewleta Îranê mirov bi pembû dikuje. Kuştineke nerm, bi berevajîkirinê te dixapîne û bê ku tu hest pê bikî, te ji nav dibe. Ev yek karaktera vê dewletê ye. Carinan bi kuştineke fizîkî û carinan jî bi kuştineke ruhî û zihnî te tesfiye dike.
Di mirina Îbrahîm Reîsî de guman gelek bûn û li ser vê mirinê gelek nirxandin jî hatin kirin. Lê belê hema di cih de kesê yekem ê dewletê Elî Xamineyî derket ser ekranên televîzyonan û got di rêvebirina welat de dê pirsgirêkek dernekeve û bê ku lijneyeke lêkolînê li ser bûyera mirina Îbrahîm Reîsî û hevalên wî lêkolînekê bike û bigihîje encamekê, dewletê bi xwe ragihand ku bûyer bûyereke siruştî ye û destê kesî di mirina Reîsî de tune ye. Van daxuyaniyan gumanên li ser mirina Reîsî zêde kirin. Lewma li gorî gelek kesan mirina Reîsî mirineke siruştî nebûye. Daneyên heyî zêdetir wê yekê nîşan didin ku destê dewleta Tirk û Emerîka û NATO’yê di mirina Reîsî de heye û li gorî hin kesan jî destê dewletê bi xwe di mirina Reîsî de heye. Her wiha tê gotin ku eger destê dewleta Tirk û Emerîka û NATO’yê di bûyerê de hebe, wê demê dewleta Îranê li şûna Reîsî kesekî datîne ku guh bide rêberê Îranê û artêşa Îranê; eger destê dewleta Îranê bi xwe di bûyerê de hebe, wê demê dewleta Îranê li şûna Reîsî kesekî datîne ku di siyaseta derve de nerm be. Dewleta Îranê ji niha ve diyar kiriye ka dê kî bibe serokkomarê Îranê, yan dê Qalîbaf bibe yan dê Mistefapûr Mihemedî bibe serokkomar.
MESÛD PIZIŞKIYAN: ZAREKE ŞEWITÎ YÊ DEWLETÊ
Gelên Îranê hem mihafizekarên dewletê tecrube kirine û hem jî reformxwazên dewletê tecrube kirine. Di şoreşa jin, jiyan, azadiyê de rûyê reformxwazan jî derket, bi taybetî ji bo gelê Kurd û Azerî. Pesendkirina berbijêriya Mesûd Pizişkiyan yê qaşo reformxwaz ji bo wê yekê ye ku wefadariya gelê Kurd û Azerî ber bi xwe bikişîne. Dewleta Îranê bi pesendkirina berbijêriya wî dixwaze gelan bixapîne û wisa bike ku biçin ser sindoqên dengdanê. Ji ber ku dewlet baş dizane ku bi wê dîroka xwe ya reş a çil û pênc salî, êdî baweriya kesî bi hilbijartinê nemaye û êdî kes wisa bi rehetî naçe ser sindoqên dengdanê. Esasen Azerîbûna Pizişkiyan peyamek e ji bo dewleta Tirk a dagirker ku dewleta Îranê kesayetiyekî Azerî ji bo serokkomariya Îranê destnîşan kiriye.