Duşem, 18 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulten Akgul piştî 31 sal hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê sê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karmendan li hemberî pêşniyara zemê ya kêm dev ji kar berda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon wê li Dayikên Şemiyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl guhdarî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fragmana beşa 20’an a ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karakûş: Komîsyon divê azadiya Ocalan pêk bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîla 15’ê Tebaxê pîroz kir: Em fedaiyên Rêber Apo û xeta Egîd in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê şewat car din destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 3 bajaran li dijî qetilkirina jinan meşiyan: Rêxistinbûna me xweparastina me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnex û Rihayê jin li dijî tundiya mêr meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan
Rojava

Muslim: Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Kobanê hemû lîstikên dijmin raxist pêş çavan. Li Bakur 'Plana Têkbirinê' hate destpêkirin. Diyalog hate rawestandin, rejîm guherî, koalîsyoneke nû hate avakirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di salvegera êrişa dagirkeriyê ya 25’ê Hezîranê de ku li ser Kobanê hate kirin ji ANF’ê re axivî. Muslim anî ziman ku êrişa 25’ê Hezîrana 2015’an li ser Kobanê destpê kir bêsebep û bêhesab nebû û got, “Beriya wê li Kobanê berxwedaneke dîrokî hebû. Li pêş çavên cîhanê bajarekî biçûk ku cihê xwe di nexşeyê de jî xuya nedikir bi navê mirovahiyê berxwedaneke mezin bi mehan nîşan da û di encama vê berxwedanê de dijminê herî mezin ê mirovahiyê DAÎŞ hate têkbirin. Wê demê yên mîna Erdogan hebûn ku li benda ketina Kobanê bûn. Ji xwe hatina DAÎŞ’ê ya li wê derê plansaziyeke dewleta Tirk bû. Kobanê li Rojavayê Kurdistanê di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de keleha dawî bû. Erdogan di sala 2012’an de komên çete yên mîna Nûsra xwedî dikir û bi ser Kurdan ve dişand. Herî dawî di bin navê DAÎŞ’ê de li Kobanê êriş bir ser Kurdan. Şikestina DAÎŞ’ê jî li nava faşîzma Tirk û ji bo Erdogan bû kul û derdek û di ber de ma. Ji hingî ve ji bîr nekirin.

Kobanê bû sembola rûmetê ya gelê Kurd. Ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelên bindest bû sembola berxwedan û rûmetê. Mirovên demokrat, sosyalîst û dilxwazên azadiyê ji bo xwe bigihînin Kobanê li Pirsûsê li hev civiyan. Pêlîstok ji bo zarokên Kobanê anî bûn, lê Erdogan nekarî xwe li wan jî rabigire. Di nava wan mirovan de bombe teqandin û 33 mirov qetil kirin. Vê jî nîşan da ku Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên Kurdistanê hemûyan, ji bo gelên bindest, mirovên dilxwazên azadî û demokrasiyê sembol e. Ji ber vê jî êrişên li ser Kobanê hîn jî nesekinîne.”

Muslim anî ziman ku serketina Kobanê ya 25-26’ê Çileya 2015’an kir ku dijminatiya dewleta Tirk hîn bêhtir mezin bibe, careke din hewldana dagirkeriyê hate destpêkirin û got, “Di 25’ê Hezîrana 2015’an de amadekarî hatibû kirin ku cara duyemîn êrişê bikin. Zarokên Kobanê, berxwedêrên Kobanê ji Kobanê derketibûn û ketibûn pey DAÎŞ’ê. Hin ji wan ji bo rizgarkirina Minbicê amadekarî kiribûn. Hinek li Sirînê tevlî şer bûbûn. Li aliyê rojhilat jî xwe gihandibûn Girê Spî. Şer ji Kobanê dûr ketibû. Bajarê Kobanê bi tena serê xwe mabû. Ji ber vê jî wan planeke berfireh kiribûn. Çeteyên li rojavayê Firatê, çeteyên li Cerablûs û cihên din keştiyan wê bihatina debaskirin û êrişî Kobanê bikira. Her wiha li başûr jî ji aliyê Reqayê wê bi sedan çete bihatina anîn û bi şev hewl bidan Kobanê dagir bikin. Destpêkê amadekarî kirin ku bi 100 kesî êrişî Rojava bike. Ji aliyê Bakur jî amade kiribûn. Sînor ji xwe nehiştibûn. Beşeke mezin a êrişkaran kincê şervanên YPG’ê li xwe kiribûn. Alên YPG’ê hilda bûn. Ya rast didîrokê de heman rêbaza Tirkan bû. Bi vî rengî ketin nava Kobanê û dest bi qetilkirina sivîlan kirin. Nêzî 100 kes ketin nava Kobanê. Bi saya berpirsyariya şervanên Kobanê û şervanên YPG’ê zû dest li wan hate werdan. Her wiha pêşî li yên ji aliyê Reqa û rojava hate girtin. Ew nekarîn derbas bibin. Dan pey yên ketin nava Kobanê û yên ji sînorê Tirkiyeyê hatin û li hemberî wan şer kirin. Bi vî rengî ew careke din têk birin. Bêguman berdêla êrişê jî giran bû. 252 mirovên me di vê êrişê de şehîd ketin. Beşeke mezin sivîl bûn ku li malên xwe hatin qetilkirin. Extiyar, jin û zarok bûn. Bêguman di dilê gelê Kobanê de bû birîneke mezin. Piştî ku Kobanê azad bû ji bo vegera mirovên ji Kobanê koç kirine asteng bikin û careke din dagir bikin êriş pêk anîn.”

Salih Muslim anî ziman ku Erdogan hîn jî Kobanê ji bîr nekiriye, her gava ku gefê dixwe destpêkê dibêje ku wê ji Kobanê destpê bike û destnîşan kir ku gotin têra vegotina berxwedana Kobanê nake.

Salih Muslim bi bîr xist ku di salvegera 8’an a serketina Kobanê de dewleta Tirk bi sedan sal cezayê girtîgehê di bin navê ‘Doza Kobanê’ de li piştevanên Kobanê birî û anî ziman ku sedema vê yekê jî xweranegirtina li serketina Kobanê ye.

Hevserokê PYD’ê ragihand ku berxwedana Kobanê hin tişt raxist pêş çavan û got, “Piştî serketina Kobanê plansaziyên dewleta Tirk ên li ser herêmê eşkere bûn. Ev plan li ser tasfiyekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd hatibû avakirin. Ev plan di sala 2014’an de hate danîn û bi şerê Kobanê re xistin meriyetê. Esasê vê planê çi ye? Tasfiyekirina gelê Kurd li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ye. Ev plan heta niha jî dewam dike. Ya rast Kobanê lîstikên dijmin hemû raxist pêş çavan. Binihêrin piştî serketina Kobanê li Bakur dijmin ‘Plana Têkbirinê’ da destpêkirin. Rejîma dewleta Tirk guherî. Pêvajoya diyalogê bi carekê sekinandin. Koalîsyona Gulen û Erdogan ji hev belav bû, li şûna wê Erdogan bi Ergenekon û MHP’ê re koalîsyoneke nû ava kir. Çiqas mafya hebe hemû li dora xwe civand. Tenê ji bo şer li dijî Kurdan bike. Yên ku di salên 1990’î de Kurd bi satoran qetil kirin hemû ber bi xwe ve kişand. Bi vî rengî careke din dest bi komkujiya Kurdan kirin. Ya ku li Kobanê kirin li Bakur jî kirin. Li Cizîra Botan a Şirnexê, li Sûr a Amedê, li Nisêbînê kirin. Bi destê DAÎŞ’ê kirin. Li Enqereyê di teqînê de 103 mirov qetil kirin. Dewleta Tirk DAÎŞ’iyên di destê xwe de li her derê bi kar anî. Kobanê ev plan hemû raxist pêş çavan. Ji ber vê yekê heta niha dibêje Kobanê û Rojava. Bi kîn û hêrs e, li hemberî hilbijartinên xwecihî jî bi kîn û hêrs e. Ev bi xwe nîşan dide bê dewleta Tirk di kîjan astê de dijminatiyeke kûr li Kurdan dike. Lewma ne Kobanê ji bîr kirine ne jî biratiya gelan qebûl kirine. Li ku derê destketiyeke biçûk a Kurdan hebe dewleta Tirk nikare xwe lê rabigire.”

Salih Muslim anî ziman ku dijminê li hemberî wan xwedî pîvaneke exlaqî û mirovî nîne û got, “Dewleta Tirk li pêşiya pêkhatina aştiyeke mayinde ya li Sûriyeyê asteng e. Eger li Sûriyeyê aştî û çareserî pêk were wê Kurd bibin xwedî hin mafên xwe, ji vê yekê ditirsin. Lewma ji bo aştî pêk neyê hemû lîstikan dilîze. Ji bo li dijî Kurdan şer bike û bide şerkirin hewl dide bi rêveberiya Şamê re jî rûnê. Heta niha nekariya vê plana xwe bi ser bixîne. Divê gelê Kurd bi vê yekê baş zanibe; dijminatiya dewleta Tirk ne tenê li Kobanê ye, ew li dijî tevahiya gelê Kurd e. Li ku Kurdek hebe dewleta Tirk wê derê ji xwe re weke dijmin dibîne. Vê yekê jî bi eşkere dibêje. Îro Başûr jî dagir dike. Ji sala 2012’an û vir ve leşkerên xwe ji Başîkayê nebiriye. Başîka Kurdistan e gelo? Na. Ji wê derê hewl dide Kurdistanê dagir bike. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminekî barbar li ber xwe dide. Ji bo gelê Kurd mafê xwe bi dest nexe ev dijmin serî li her rê û rêbazê dide Ti pîvaneke exlaqî nas nake. Pîvaneke navneteweyî nas nake.”

Salih Muslim destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê wê dijminatiya dewleta Tirk têk bibe û got, “Li Kobanê me rûmeta xwe û rûmeta mirovahiyê parast. Têkoşîna li Kobanê ji cîhanê re bû mînakeke berxwedan û rûmetê. Îro jî ji bo hilweşandina dijminê barbar, ji bo hilweşandina dijminê mirovahiyê çi bê xwestin wê bike. Wê cîhanê ji vê barbariyê rizgar bike. Em zanin ku serketin wê ya gelê Kurd be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li ser sînorê Amediyê sewqiyata leşkerî
Nûçeya Pişt re ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Jinan a DBP’ê: Divê em ji bo azadiya Ocalan hîn bêhtir têbikoşin

Meclîsa Jinan a DBP'ê bi dirûşmeya “Em jinên bi rêxistinbûyî û azad civaka azad ava…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî bertek nîşanî ‘pêla nijadperestiyê’ ya li dijî Kurdan da

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di civîna çapemeniyê ya li Meclîsê de zextên…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervana berxwedana dîrokî: Armanc Devrîm

Armanca Devrîm ku tevlî berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî dagirkeriyê bû, di nava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Çekdarên di destê hêzên Durzî de ne: Me talîmata Wezareta Sûriyeyê pêk anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Helebê êrîşa xwekujî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Hemîsê êrîş

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala civakeke azad û demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?