În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Cejna Zimanê Kurdî de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elahe û Elnaz hêjayî Xelatên Wêrekiyê yên Rojnamevaniyê hatin dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 15’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pîrozbahiya 40 saliya hunerî ya Hozan Şemdîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji pîvanên jin a azad tawîz nedida
Kurdistan

Ji pîvanên jin a azad tawîz nedida

Şervana wêrek a gelê Kurd Eser Warşîn bi sekna xwe ya ku tawîz ji pîvanên jin a azad nedida û bi kesayetiya xwe ya berxwedêr û têkoşer wê bê bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk bi rengekî plankirî û bi rêk û pêk her cûre asîmîlasyon, qirkirina çandî, siyasî, civakî û fîzîkî li ser gelê Kurdistanê rewa dibîne. Ji ber vê polîtîkaya dewletê bi milyonan mirovî koçî Stenbol, Îzmîr, Enqere û bajarên din ên Tirkiyeyê kirin. Hewl dida gelê Kurd ji çand, ziman, nasname, rastiya xwe û xwezaya xwe dûr bixîne û vê yekê jî dewam dike. Yek ji malbatê ku li van kiryaran rast hat malbata gerîlaya YJA Starê Eser Warşîn (Dîlan Dûrak) bû. Ji ber vê yekê neçar ma ji Erdexanê koçî Stenbolê bike.

Eser ji ber vê tundiya bêsînor li warekî ne yê xwe ji dayik bû. Eser Warşîn ji malbateke Golanê ya Erdexanê li Stenbolê ji dayik bû. Li cihê ku lê ji dayik bû û mezin bû zimanê wê yê dayikê nedihate naskirin, çand, huner, kincê Kurdîtiyê, nirxên Kurdîtiyê ne dihatin qebûlkirin. Armanca dewleta Tirk jî ev bû; polîtîkayên nijadperestî û asîmîlasyonê li nava mirovan belav bike û mirovan li rastiya xwe ya sexte mehkûm bike. Ji ber vê yekê jî Eser Warşîn neçar ma dûrî cewhera xwe mezin bibe. Di dema xwendinê de tevgerên şoreşgerî nas kir û haya xwe ji rastiya Kurd û Kurdistanê çêbû. Pirsên ‘Ez kîm e û çi karê min li vir heye’ li xwe kir. Ev pirs çirûskên destpêkê yên şewateke mezin bû. Bi van pirsan nakokî û meraqeke mezin destpê kir. Eger Kurd be û ji Kurdistanê hatibe hingî çima ewqasî ji vê rastiyê ji cewhera xwe dûr hatiye xistin? Çima ne li Kurdistanê ye. Gelo cografya Serhedê cihekî çawa ye? Gundê wê çawa ye, çima hate talankirin?

HETA KU BERSIV JI PIRSAN RE DÎT

Eser heta ku bersivê ji van pirsan re bibîne nesekinî. Lê belê dîtina bersivan jî demeke dirêj dewam nekir. Eser ku di dema xwendinê de tevgerên şoreşgerî nas kir ji komek ji ciwanên Kurd paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bihîst. Vê carê da pey pirsên hîn mezin û girîng. Rêber Apo kî ye, hêzeke çawa ye, xwedî fikrekî çawa ye? Dest bi pirsîna van pirsan kir. Hêza wî aqlî ji ku tê ku li ber mejiyê hezar salî radibe? Meraqa wê vê carê hîn mezin û kûr bû. Fêhm kir ku nikare di nava civakê û sîstemê de bersiva van pirsan peyda bike. Pê hesiya ku dibistanên ev fikir lê tê nîqaşkirin li çiyayên Kurdistanê ye. Li ser vê yekê biryar da û got, ‘Di vê dibistanê de ez ê bi fikrê Rêber Apo bibim xizmetkareke doza welatê xwe’ û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû.

SEKNA SARA JI XWE RE KIR ESAS

Dîlan êdî li çiyayên Kurdistanê ji nû ve bi ser xwe ve dihat, hemû detayên her qadeke jiyanê ji bo wê dihate wateyeke nû. Ji ber vê jî di nava gerîla de navê Eser Warşîn li xwe kir. Dema tevlîbûna Eser Warşîn li nava refên têkoşînê li salvegera şehadeta yek ji pêşengên tevgera jinê Sara (Sakîne Cansiz) rast hat. Sekna serhildêr û berxwedêr a Sara gelekî bandor li Eser Warşîn kiribû û xeta têkoşînê ya Sara ji xwe re kir esas. Bi armanceke mezin ber bi rêwîtiya şoreşê ve gav avêt. Li Garê piştî perwerdeya şervanên nû wergirt demekê li nava yekîneyên leşkerî ma. Jİ Garê heta Metîna û Qendîlê Eser Warşîn li gelek qadan ma, tevlî gelek perwerdeyên leşkerî bû û di rêbaza şer û taktîkên gerîla de bû pispor.

BÛ MERTALEK JI POLA

Pê zanîbû ku bicihanîna armancên xwe hêsan nîne. Ji ber vê jî li gel perwerdeya leşkerî di bin sîwana akademiyên îdeolojîk de beşdarî perwerdeya paradîgmayê bû. Firsendên pêşkêşî wê hatin kirin bi baldarî û hesas nirxand, li dijî êrişên dagirkeran bû mertalek ji pola. Şervana jiyana azad Eser bû pêşengeke mezin û bi bandor a di nava têkoşînê de.

FEDAKARIYA DI DIL Û MEJÎ DE

Piştî pêvajoyeke zehmet berê xwe da Dersimê, warê çalakiya fedaî ya Zîlan. Ji bedewî û serhildêriya Dêrsimê wê gelek tişt hîn bibûya. Eser kuk timî bi hevrêyên xwe re tevdigeriya û têkoşîna şehîdan ji xwe re kir bingeh, rêwîtiya xwe ya ber bi heqîqetê ve bi vî rengî kurteber dikir: “Bi tevlîbûna xwe ez ê ispat bikim ku armancên hevrêyên xwe yên bedew pêk bînim û bibim hevrêya wan. Îro li Kurdistanê bi têkoşîna jinê ya Kurd her tişt diguhere, tevlîbûna hevrêyên jin ên ku jiyana sîstemê red dikin asta me nîşan dide. Ji ber vê jî ji bo hêjayî hevrêyên xwe bibim ez ê têkoşîna xwe bigihînim asta herî bilind. Me felsefeya fedakariyê danîn ber xwe. Fedakarî ne tenê di pratîkê de ye, di fikir û mejî de pêk tê. Ji bo xwegihandina vê astê min gelek caran li xwe pirsî û hewldanên min hîn jî dewam dikin.”

MÎNA NAVÊ XWE ESER A NEMIR

Yek ji şervanên wêrek ên gelê Kurd gerîla Eser Warşîn û hevrêya wê Edessa Cejna di 14’ê Cotmeha 2023’an de ji bo têkbirina êrişên dewleta Tirk heta kêliya dawî li ber xwe da û şehîd bû. Bi sekna xwe ya ku tawîz ji pîvanên jin a azad nedida, bi kesayetiya xwe ya berxwedêr wê timî bê bîranîn. Mîrateke ji têkoşîn û berxwedanê ji hezaran hevrêyên xwe re hişt. Bi hezaran hevrêyên wê li ser vê mîrateyê dimeşin û mohra xwe datînin binê serketinan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pinar Sakik Tekîn: Di felaketê de jî cihêkarî tê kirin
Nûçeya Pişt re PAJK: Zîlan xeta jin, jiyan û civaka azad e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şaredariya Esenyûrtê di bin dorpêça polîsan de ye

Avahiya Şaredariya Esenyûrtê ya bi qeyûmê hatî xespkirin û şaredarê wê hatî girtin, di bin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistina jinan TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin

Rêxistina jinan TAJÊ û TJA’yê têkoşîn û berxwedana jinan yê li Hindistanê, ku piştî destdirêjiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Tanhan: Gotina terorê divê bê terikandin

Kamûran Tanhan ê ji DEM Partiyê anî ziman ku gotin û pênase ne tenê pêvajoyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK: Xwedîderketina li Kurdî xwedîderketina li nasnameya Kurd e!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?