Yekşem, 14 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Konferansa “Veguherîna Demokratîk de, banga demokratîk ji bo sedsala nû hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di konferansê de ekolojî, demokrasiya herêmî û newekhevî hatin nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Çep a Yekgirtî ya MPKE’ê ji bo ‘ji bo mafê hêviyê’ li Enqereyê hevdîtinan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Malbata Şenyaşar di 8’emîn salvegera komkujiyê de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    GOÇ-DER: Divê pirsgirêkên mexdûran bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê kedkarê şoreşê Evdirehman Yilmaz li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê krîza hikûmetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya li ser tevgera hêzên Îranê ya li Merîwanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanên Elkê leşker û cerdevanan êriş birin ser koçeran

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan li ser rêya Berlînê ye: ‘Em cîhanek bê şer dixwazin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan bi du baskan ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa azadiyê ya 20 salî: Mihrîcana Zîlanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Colemêrgê li dijî tundiya mêr banga rêxistinbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê bang kir: Em hemû bibin dengê jinên Afganistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Zîlan xeta jin, jiyan û civaka azad e
Jin

PAJK: Zîlan xeta jin, jiyan û civaka azad e

PAJK'ê di salvegera 28'an a şehadeta wê de Zîlan bi bîr anî û diyar kir ku bi îrade û ruhê Zîlanan ê fedayîtiyê wê bi xurtî tevlî pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bibin û têkoşînê li her derê bilind bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya salvegera 28’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ku li ser malpera înternetê ya pajk.org de hate weşandin, destpêkê hate gotin, “Zeynep Kinaci-Zîlan ku bû xeta azadiya jinê di 28. salvegera şehadeta wê de em bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Wateya çalakî û sekna Heval Zîlan bi heman ruhê sala yekemîn a 30’ê Hezîrana 1996’an bi bandor û zindî ye. Her gavek û helwesteke rast a di cih û dema xwe de be, dibe bersiv û mohra xwe li jiyanê dide, sînorên teng ên dem û cihan derbas dike û dibe heqîqeteke herdem û herciyî. Şehît Zîlan jî bi çalakiya xwe ya fedayî xwedî heqîqetek wiha ye. Sînorên dem û erdnîgariyan derbas kiriye. Ji ber vê îro jî zindî ye û bi heman heybetê bi bandor e.”

ÇALAKIYA HEVRÊ ZÎLAN BANGAWAZIYA PARTÎBÛNA JINÊ BÛ

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Azadî felsefeyeke jiyanê ye, feraseta têkoşînê ye, sekneke, rêbazeke, çalakiyeke. Zeynep Kinaci felsefeya Rêbertî veguherand feraseta têkoşîn û jiyanê, xeta çalakiyê, rêbaz û taktîkê, nîşan da ku kesek bi tenê dikare rêveçûna dîrokê biguherîne. Hevrê Zîlan, di 6’ê Gulana 1996’an de ku gavên destpêkê yên komploya navneteweyî lê dihatin avêtin, li hemberî êrîşeke bi armanca îmhayê ku yekser li dijî Rêber Apo hate kirin, di 30’ê Hezîrana 1996’an de bi pêngaveke fedaîtiyê bersiv da û têkoşîn gihand asta herî bilind. Zeynep Kinaci, pîvana şoreşgeriyê ya jin û mêr ên partîbûyî ye. Hevrê Zîlan sekna çalakiyê û jiyana fedaî ya cewherî ya hişmendiya partîbûyî ye, pîvana tevlîbûnê ya li xeta Rêber Apo ye. Zîlan li dijî her cûre êrîşên dijminên yên li derveyî mirovahiyê, li hemberî qirkirin, îmha û înkarê rêya serketinê ya wan mirovan e ku bi hemû hucreyên xwe radibin, xeta serketinê di kesayetiya xwe de diafirînin û berê xwe didin armancê. Lewma çalakiya fedaî ya ku hevrê Zîlan li dijî hêzên artêşa Tirk pêk anî, ne tenê çalakiyeke leşkerî ya serketî ye. Rêber Apo weke çalakiyeke leşkerî nenirxand, ji wê wêdetir nirxand. Ev çalakî kire bangawaziya partîbûna jinê. Di vê wateyê de têkoşîna azadiya jinê misoger kir. Jixwe jinên ku xwedî eşqeke têkoşînê ya ewçend mezin, ne bi xwe, ne çalakiya xwe ne jî peyama xwe ji rêzê nedibû. Bang ew bû ku têkoşîna azadiyê bê mezinkirin.

LI SER XETA ZÎLAN JIN A KURD BÛ ARTÊŞ Û PARTÎ

Li ser xeta Zîlan Jina Kurd a ku bû artêş, bû partiyek, bi azweriyeke mezin a azadiyê xwe bi rêxistin kir. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr, faşîzm û metîgerîye bi têkoşîna xwe ya bi biryar bûye temînata  hemû azadiyan.

Di dîroka têkoşîna me de, şêwazê çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan, pêvajoyeke nû ya li ser bingehê ruhê fedayîtiyê afirand. Êdî fedayîtî û pêşengiya jinê, li Kurdistanê bûye şêwazê jiyan, şer û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê. Bi pêşengtiya Zîlan re rastiya berxwedan û tekoşeriya jina Kurd hate afirandin, hate bi rêxistin kirin û bû nasnameya jina azad. Êdî li Kurdistanê, xeta Zîlan ji bo jina Kurd bûye pîvana di tekoşînê de îsrar, di jiyan û şer de serkeftin. Em weke Tevgera Azadiya Jinê, li ser van destketiyên dîrokî û heqîqeta mezin a ku Rêber APO û şehîdên me ava kirine têdikoşin û li ber xwe didin. Ji ber ku ev pîvana girêdana bi xeta Zîlan û Semaya ne. Her militaneke jin û her jineke berxwedêr îro li ser vê xetê têkoşîn dike.

Xeta Zîlan li dijî sîstema serweriya mêr, rejîmên dijminê gel û jinan, mêtingerî û dijminatiya qirkerî, bû serhildana civakî û veguherî manîfestoya şoreşa jinê. Xeta ‘JIN JIYAN AZADÎ’ ya ku îro bûye malê cîhanê, nirxê gerdûnî yê xeta Zîlan radixe pêş çavan. Li dijî dîktatorên dijminê jinê û rêxistiniyên faşîst, pêşwazîkirina pêvajoyê ya bi vîna Zîlan, bi bicihanîn û serxistina pêngava me ya ‘JIN JIYAN AZADÎ, BER BI ŞOREŞA JINÊ VE’ dibe.

NAVÊ JIN A AZAD, HÊRSA MEZIN A LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ

Zîlan navê jina azad e; bi hêrseke mezin li dijî polîtîkayên qirkirina jinê bombeya xwe teqand û nefreta xwe li dijî koletî, serdestî û paşverûtiyê herî bi wêrekî nîşanda. Bi saya wê û bi sedan hevreyên wekî wê jina Kurd careke din çavên xwe li azadiyê vekir. Dengê teqîna wê bû tilîliya azadiyê. deng, reng û jiyan bi wate kir. Têkoşîna jinan ji bo vê xurt e û wê hîn xurttir jî bibe.

Zîlan, fermandara artêşa me ye. Fermanên wê îro li çiyayên Kurdistanê di berxwedana hêzên YJA-STAR û HPG’ê de bersivê dibîne. Her gerîllayek şopdareke Zîlan e îro. Destên xwe dane hev û weke xelekên zîncîrê bi hev ve hatine girêdan. Ne ti tank, ne êrîşên balafir û ne jî kîmyasalan nekarî xelekên vê zîncîrê ji hev biqetîne. Felsefeya serkeftin bi têkoşîn û berxwedanê pêkan dibe di coşa her gerîllayeke ku bi ser dijmin de bi wêrekî û qeheremanî diçe de jiyanî bûye. Li Dêrsim, Zap, Metîna Garê, Xakurkê, Heftenîn, Dêrsim,Botan û Amed berxwedidin. Li Kurdistana perçekirî, li her çar aliyan li berxwedan û bi berxwedanê serkeftinê misoger dikin. Ji ber fermandar Zîlan ev ferman daye.

Li hemberî stratejiya qirkirinê a faşîzma AKP-MHP’ê, di pêşengtiya jinan de gelê Kurd li ber xwe dide. Bi rihê fedayîtî têkoşîn li her derê bilind dibe. Berxwedêrên ku îro li Avaşîn, Zap û Metînayê li ber xwe didin, bi hişmendiya pêkanîna vê fermanê têdikoşîn û rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst. Rastiya jinên pêşeng û şoreşgerên mezin ên Kurdistanê Zîlan, Sema, Gulan û bi hezaran hevreyên me nirxên vê jiyanê ava kirin. Ji bo jiyaneke azad, civakeke azad were avakirin, Zîlanên serdemê bi ruhê canbexşane bedena xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û teknîka wê dikin mertal. Ruhê ku di sînga her gerîlayekî de dibe siberojeke nû li vê welatî ne hêsan e bi peyvan were wesifkirin. Ji ber ku weke her hevrêyên me dibêje gerîlatî li Kurdistanê, nayê ziman lê tê jiyîn. Gerîlatî navê jiyanekî bê dawiye li Kurdistanê, ji ber ku navê wê jiyanê Zîlan e…

ZÎLAN RÊYA SERKETIN, YEKBÛN Û AZADIYA RÊBERTÎ NÎŞAN DA

Pênava dîrokî ya hevrê Zîlan vêya eşkere dide nişandan, rêya serketinê, rêya yekbûnê, rêya azadî Rêbertî ye. Rêbertî jiyana mirovatiya azad ya pîroz e. Bi îradebûn û rihê zîlanan yê fedayetî ve em bi xurtî tevlî pêngava ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî bibin, têkoşînê li her derê bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Azadiya Rêber Apo ew ê bibe azadiya jinê û heman demê bibe azadiya mirovahî û Kurdistanê. Bi vê biryardarî û baweriyê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo têkoşîn meşandin erkê me ya serdemê ye.

Em li ser bingeha vê bîr û baweriyê, careke din di şexsê hevrê Zîlan de tevayî şehîdên meha Hezîranê û tevayî şehîdên şoreşa azadiya jin û gelê Kurd  ku di serdemên cuda yên têkoşîna azadiyê de bi rol û pêşengiya dîrokî rabûn, bûne mîras ji berxwedana gerîla ya fedaî, bi rêz û heskirin bi bîr tînin. Soza bicihanîna xeyalên şehîdan dubare dikin. Em weke milîtanên xeta APO’yî, hevrê û şervanên fermandar Zîlan, dibêjin êrîş bi çi awayî dibin bila bibin wê heqîqeta Zîlan û ruhê fedaî yê di gerîla de ava bûyî wê van êrîşan têk bibe û serketin bibe ya gelê me û Tevgera Azadiya Jinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji pîvanên jin a azad tawîz nedida
Nûçeya Pişt re 60 salî ye, ji Sînopê ye, Arnavût û Apoyî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partî: Tirkiye li ber biryardanê ye

Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê encamên civîna xwe ya li Enqereyê eşkere kir û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Desthilatdarî Kurdan weke welatî nabîne’

Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat diyar kir ku berxwedana li Colemêrgê divê veguhere…

Ji aliyê Stêrk TV

Endezyarê jeolojiyê: JES wê zirarê bide gel û çavkaniyên avê

Rapora nerîna pisporan balê dikşîne ser xetereyên projeya JES’ê ya ku ji bo gundê Ilipinar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 1060’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di rûniştina dawî ya konferansê de komara demokratîk hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê çalakvana Kurd binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?