Bi ser şewata li Çinar û Şemrexê du hefte derbas bûn, lê bandorên wê yên li herêmê û şîna gel dewam dike. Li gundan pirsgirêka ceyranê hê jî dewam dike, nebûna ava vexwarinê jî dibe pirsgirêkek mezin. Jinên li gundê Tobînî dijîn, bûyerên piştî şewatê vegotin û bal kişandin ser pirsgirêka av û elektrîkê yên li gundan.
BI ROJAN IN CEYRAN Û AV NÎNE
Fîkriye Çelebî got ku piştî şewatê heta niha tevî evqas karesaran jî av ji gund re nehatiye dayîn û wiha got: “Bi rojan in av û ceyran nîne. Zêdeyî mehekî ye avên me qut dikin. Ev maf e? Di navbera hemû xaka me de dîrekên ceyranê derbas dibin. Me hemûyan jî dît ku şewat ji dîrekên ceyranê derket. Rabûn gotin ji ber pirêzeyan e, lê pirêze tune ye. Me bi çavê xwe dît çirûsk ji têlan derket. Bila sûcê neavêjin stûyê me. Bi rojan in ceyran û av nîne. Em ji gundên din av tînin û vedixwin. Hemû tiştên me yên bi ceyranê dixebite dişewitin. Ew qas ceyranê qut dikin û berdidin êdî tişt xwe nagirin. Di nava salekî de me çar caran sarincê xwe bir temîrê. Televîzyona me şewitî, me televîzyona nû kirî. Bi tankerê avê tînin; dibêjin nevexwin ya heywanan e. E em çi bikin, çi vexwin? Biraziyê min ji ber ku ava tankerê vexwar bi jehrî ket, me bir nexweşxaneyê. Ev zarok ava paqij nabînin. Dema hilbijartinê dizanin ji bo dengan bigerin, lê hilbijartin qediya tu kes nake xem bê ka li gundan çi dibe. Piştî vê saetê şûnde bila kes ney û deng nexwaze. Bila pêşî me ji vê zilmê rizgar bikin.”
LEŞKERAN RÊ GIRTIN
Fatma Bugdayci diyar kir ku ew li gund nedijiya lê piştî şewatê hatiye gund. Bugdayci anî ziman ku apê wê û kurapê wê di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Dema şewat derket, xizmên me li me geriyan û alîkarî xwestin, me ji hemû nasên xwe geriyan. Ji ber ku em li navçeyê diman, yekser hatin. Dema em hatin hê ambulans û agirkuj tunebû. Keça min ji Antalyayê li agirkuj û ambulansê geriyabû. Agirkuj û ambulans jî gotibûn, ‘Em çi bikin, em jî biçin û bişewitin.’ Hinek zû hatiban dibe ku niha apê min û kurapê min jiyan dikir. Xelkê ku xwestin werin alîkariyê jî asteng kirin. Leşkeran rê girtin û rê nedan ku kes were û alîkariyê bide. Ma ne heyf e em hatin vê rewşê?”
MA JI BER KU EM KURD IN BIŞEWITIN Û BIMIRIN?
Ayten Aktay jî anî ziman ku bi salan e li gund pirsgirêka ceyranê û avê heye û wiha got: “Di nava salekî de sê sarincên min xira bûn. Ewqas ceyranê qut dikin û berdidin ku êdî tiştek li ber xwe nade. Sibeha roja şewatê jî ceyran hatibû birîn. Heta êvarê em çend caran geriyan jî bernedan. Piştre di carekî de berdan û pê re çirûsk ji têlan derketin. Wê êvarê ba jî pir hebû. Dibe ku ew qas mezin nebûba lê bayekî wisa zêde hebû ku di nava 5 deqîqeyan de şewat gihişt du gundên din jî. Agirkuj bi derengî hat, leşkeran rê girtin, nehiştin bikevin nava gund. Bizanebûn kirin. Bizanebûn destûr nedan. Xwestin em li vir bimirin. Ciwanên me şerpeze bûn. Destûr nedan kesên ku xwestin werin alîkariyê. Hin xwestin ji gundên derdor werin û birîndaran bibin nexweşxaneyê, lê wan jî asteng kirin. Şîna me hê dewam dike. Derûniya zarokên me xira bû. Hinek kes gotine ox xweş bûye. Ma ji ber ku em Kurd in bişewitin û bimirin? Vê tiştê layiqê me dibînin? Me 15 kes winda kir, ma wijdana wan nîne? Çima kes tiştek nekir û nake? Em hê çiqas vê tehbê bikşînin.”
KEDA ME BÛ XWELÎ
Husniye Çelebî jî ev tişt gotin: “Hevserê min keya ye, em pir baş dizanin. Bi salan in ji bo ceyranê daxwazname didin, lê kes naye û eleqeder nabe. Ji hilbijartinan heta hilbijartinan tên û diçin. Dema hilbijartin nebe em nayên aqilê wan. Di şewatê de jî alîkarî ji me re neşandin. Helîkopater sihare piştî ku her tişt qediya hat. Eger bi şev hatiba wê şewat zû hatiba vemirandin, ew qas mirov û heywan nedimirin. Helîkoptera ku bi şev di wê qiyametê de nehat çima siharê hat? Em heqê xwe helal nakin. Hemû çandiniyên me şewitîn. Ewqas keda me vala çû. Heyf û guneh e. Hemû boriyên avê şewitîn. Çend mîlyon zirarên gundan hene? Çavkaniya me ya dabare tenê çandinî û sewalkarî ye. Ne çandinî ma û ne jî heywan.”