Yekşem, 8 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Akademîsyen Seda Altug: Li Rojava vegera beriya 2011’an êdî ne pêkan e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Feraseta Neteweya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn derman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 8’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Helwesta Ocalan êrîşên li ser Rojava da sekinandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sancar: Tenê modela Rojava dikare azadiyê dabîn bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê tahliyeya girtiyên nexweş hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Êrîş û xiyanet nekarî fikrê netewaya demokratîk têk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em li hemberî weşanên dijminê jinan nerazîbûna xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tilîliya Amazonan, îro bi zimanên din olan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê û rolê DAÎŞ’ê bang kir
Jin

YPJ’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê û rolê DAÎŞ’ê bang kir

YPJ’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê li Başûr tên bicihkirin. YPJ’ê bang li jinan, gelan, pêşmergeyan û hêzên navneteweyî kir û got: “Em ê têkoşîna xwe bi rengekî radîkal bimeşînin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk a dagirker wan ji bo şerê li dijî gerîla şandina Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî bi amadebûna Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik, Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed û Hevseroka Desteya Parastinê ya Kantona Reqayê Semîra Ehmed li çerxerêya El Neîm a li bajarê Reqayê hat dayîn.

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Sozdar Dêrik daxuyanî xwend û bal kişand ku îro herêm û tevahî cîhan bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû ye; mirovahî di qeyraneke giran re derbas dibe, li hemberî daxwazên gelan ên azadî, demokrasî û edaletê eniyeke berfireh a qirkirin, destdirêjî û tundiyê hatiye vekirin.

Sozdar Dêrik bibîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di vê eniyê de hatine bicîhkirin û wiha dom kir: “Komkujiyên DAÎŞ’ê yên li Sûriye, Iraq, Şengal, Kurdistanê û welatên Ewropayê di bîra civakê, raya giştî û tevahî cîhanê de ye. Bi hezaran jinên Êzidî hatin dîlgirtin, bi hezaran mirovên sivîl bi saxî hatin binaxkirin. Li dijî gelên Êzidî, Xirîstiyan, Kurd, Ereb, li hember neteweyan qirkirinên mezin pêk hatin.”

Sozdar bibîr xist ku wan weke YPJ’ê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn û berxwedaneke mezin nîşan daye û got: “Bi hezaran rêhevalên me bi fedayîyane şehîd bûn, lê me bi israr şer kir, li ber xwe da, heta ku me DAÎŞ li ser erdnîgariya xwe têk bir û aramiya gelê xwe pêk anî.”

Sozdar Dêrik da zanîn wan çeteyên DAÎŞ’ê têk birine lê dewleta Tirk a dagirker, berê DAÎŞ’ê dide Zaxo, Dihok û Amediyê da ku li Metîna, Zapê û li seranserî Başûr li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bide şerkirin û bi vî rengî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Sozdar Dêrik got: “Çawa ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAÎŞ û hêzên din ên çeteyan re Rojavayê Kurdisanê îlhaq kir, îro jî dixwaze Başûrê Kurdistanê bi heman şêwazî îlhaq bike. Ango dewleta Tirk a dagirker, bi leşkerên xwe û çeteyên DAÎŞ’ê ve, bi hevkariya malbata Barzanî ya xayîn, bi çeteyên Gulan û Zêrevan ve xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ku komkujiyên mezin li dijî gelan pêk anîn, bi awayekî hovane êrîşê jinan kirin, destdirêjî pêk anîn û di bazaran de ew firotin, mixabin ku îro li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Ezaz, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin û fînansekirin. Ji wir jî berê wan didin tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn, heta berê wan didin welatên Ewropa, Afrîka û Asyayê. Ji bo wê jî birina DAÎŞ a Başûrê Kurdistanê tenê ji bo îlhaq, dagirkirin, koçberî û pêkanîna katlîamên nû ye. Ji bilî vê ti armanca DAÎŞ û dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê nîne.

Ev çi nakokî ye ku gerîlayên azadiyê, li Şengal, Kerkûk, Mexmûr û Hewlêrê, gelê Başûrê Kurdistan û Iraq ji hovîtiya DAÎŞ’ê parast, îro berê DAÎŞ didin heman qadan û li dijî şervanên azadiyê didin şerkirin. Gelê Başûrê Kurdistanê baş dizane ku Barzanî bi xwe bang li gerîla kir da ku werin Hewlêrê biparêzin. Îro bi çi rûyî berê DAÎŞ dide Başûrê Kurdistanê û li dijî gerîla dide şerkirin.

Bi salan pêşmeregeyên bi rûmet ji bo xaka xwe biparêzin li dijî faşîzm û dîktatoriya Saddam şer kirin û axa xwe parastin. Divê hêzên pêşmerge zanibin ku şerê îro jî bi heman armancê tê kirin û hevkariya mala Barzanî û PDK’ê yên ku malavaniya çeteyên DAÎŞ’ê dikin bi ti awayî qebûl nekin. Ev mijareke rûmetê ye û di serî de jin, divê ciwan û gelê başûr vê îxanet û hevkariyê qebûl nekê. Me li Kobanê bi pêşmerge û şoreşgerên enternasyonal bi hev re li dijî DAÎŞ şer kir û ew têk bir, divê îro jî em bi heman ruhî tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê biparêzin.

Bêguman gelek partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê, her wiha eşirên Ereban ên Iraqê bertekên giranbiha raber kirin, lê divê ev helwest veguherin çalakiyê û em bi hev re mil bi mil li dijî nûjenkirina hovîtiya DAÎŞ’ê rawestin û dagirkeriya Tirk têk bibin. Ji bo wê divê hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê nebin hevkarê vî cûcî û yekser çeteyên DAÎŞ û leşkerên artêşa Tirk a faşîst ji xakên xwe yên pîroz derxin.

Divê tevahî cîhan baldar be û baş zanibe ku hemû êrîşên DAÎŞ ên ku li Îran, Rûsya, Parîs, Almanya, li Afrîka û Ewropayê pêk hatine ji navenda Enqerê hatine rêvebirin, bi kordînekirina Erdogan û teşkîlata MÎT’ê ve pêk hatine û ev êrîş dewam dikin. Ev polîtîkaya dagirkirin û qirkirinê ya dewleta Tirk nîşan dide ku hişmendiya Erdogan hişmendiya DAÎŞ’ê ye. Erdogan DAÎŞ’ê weke eniyeke xeter û stratejîk li dijî tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bikar tîne. Ji bo wê jî divê tevahî cîhan li gel gerîlayên azadiya Kurdistanê be. Ji ber ku gerîla li Şengal, Rojava, Kerkûk, Mexmûr û li Hewlêrê pêşî li komkujiyên mezin girtin. Ji vî şerî re bê deng mayîn, tê wateya erêkirina hovîtî û qirkirina gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê.”

Sozdar Dêrik li hemberî êrîşan û dagirkeriyê bi 7 xalan bang li jinan, gelan, hêzên navnetewî û pêşmergeyan kir:

-Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê, em bang li tevahî gelê Iraqê dikin ku helwesta xwe bi awayek hevpar nîşan bidin û heta ku DAÎŞ û faşîzma Tirk ji xaka xwe derxînin, di nava berxwedanî û têkoşînê de bin.

-Her wiha em bang li tevahî hêzên pêşmerge yên bi rûmet dikin ku li hemberî komkujiya DAÎŞ’ê û îlhaqa Tirkiyeyê rawestin û di eniyên pêş ên berxwedanê de cihê xwe bigirin.

-Dîsa em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin ku demildest vê dagirkeriyê rawestînin.

-Di serî de gelê Ereb, Kurd û Turkmen divê tevahî gelên herêmê yên ku bi hev re jiyan dikin, bi îradeyeke mezin li dijî polîtîkayên Erdogan ên Osmanîtiya nû rawestin.

-Hemû gelên cîhanê bi rojhilat û rojavayê wê, pêwîste li hember DAÎŞ û faşîzma Erdogan bi erkên xwe yên wîjdanî û mirovî rabin û helwesta xwe bi awayek radîkal û şênber nîşan bidin.

-Her wiha em bang li tevahî sazî û hêzên navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên DAÎŞ û faşîzma Tirk a qirker bibin xwedî helwest û nehêlin mirovahî mehkûmî hovîtiya DAÎŞ û Erdoganê qirker bin.

-Eniya herî sereke ya li hember her awayî dagirkerî û qirkirinê, eniya jin e. Ji bo wê di serî de jinên Başûrê Kurdistan û Iraqê em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku bi yek ruhî û yek dengî li dijî her awayî dagirkerî û qirkirinê rawestin.”

 Di dawiya daxuyaniyê de Semira Ehmed got: “Weke YPJ’ê em bi ti awayî qebûl nakin ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê dubare bi tevger bibin. Li beramberî vê em ê helwesta pêwîst di cih û dema wê de nîşan bidin. Weke YPJ bi Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Çerkez û Kildan, her wiha bi şervanên me yên enternasyonalîst ku ji her çar aliyên cîhanê berê xwe dane Rojava û me bi hev re DAÎŞ têk bir, ji îro şunde jî ji bo parastina jin û gelê me yê Başûrê Kurdistanê, her wiha li her devera ku êrîşên DAÎŞ’ê lê hene, em ê bi ruhê şoreşa xwe ya 19’ê Tîrmehê şer bikin û li berxwe bidin. Em ê di xeta parastina rewa de li her cihê ku xeterî li ser hebûna jinan û gelê me hebe, bi awayekî radîkal têkoşîna xwe bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Lêkolînerên Çînî dest bi xebatên çandina riwekan a li Marsê kirin
Nûçeya Pişt re HRE: Li Marê û Ezazê 10 dagirker hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Kocaeliyê piştgirî dan ‘Bangawazên Aştiyê’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Kocaeliyê piştgiriyê da ‘Bangawazên Aştiyê' û got, “Erka me ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Ebdî: Em ji kêliyên dîrokî re şahidiyê dikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew ji hilweşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Bertekên li dijî desteserkirinê: Em we hişyar dikin, dev ji faşîzmê berdin

Di çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan de hat diyarkirin ku qeyûm pêkanînên dizî, mêtingerî, dijminatiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Akademîsyen Seda Altug: Li Rojava vegera beriya 2011’an êdî ne pêkan e!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bayik: Feraseta Neteweya Demokratîk ji bo Rojhilata Navîn derman e

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava tevî baranê jî di nobetê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?