Çarşem, 3 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê: Me li bajarê Kamyaranê ajanekî ceza kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karsazên Kurd ên hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remy Pagani: Aşitî cidiyetê dixwaze, divê Ocalan azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Îranê êrîşên bi fuzeyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kujerê ku Rojda qetil kir, li qereqolê pê hesiya ku giliyê wî hatiye kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 3’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê li dijî darvekirinên li Îranê bertek: Gelê Kurd bi darvekirinan bêdeng nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Hevrêyê me Heqî di êrişa Îranê de şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi rê û rêbazên komînan û kongreyan îradeya gel derdikeve holê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gef li qadên jiyanê û çavkaniyên debarê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Divê civaka navnetewî li dijî darvekirinan Îranê xwedî helwest be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Girtîgeha Evîn ji 10 girtiyên jin re qedexeya telefon û hevdîtinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogû: Şer sekinî lê têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ jinên ku li Mûsilê bi komî hatin qetilkirin bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meşa edaletê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Talîbanê ji bo zarokên bi darê zorê hatine zewicandin kemîna yasayî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Hezîranê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rewşa îdarî û ewlehiyê ya Kerkûkê ber bi bêîstiqrariyê ve diçe’
Kurdistan

‘Rewşa îdarî û ewlehiyê ya Kerkûkê ber bi bêîstiqrariyê ve diçe’

Çalakvan û rewşenbîrên Kerkûkê li ser lihevnekirina ji bo avakirina hikûmeta xwecihî hişyariyê dan û gotin,“Berdewambûna vê rewşê di xizmeta neyarên Kerkûkê de ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li baxçeyê Keleha Kerkûkê gelek mamoste, çalakvan û siyasetmedaran çalakiyek li dar xist.  Beşdarên çalakiyê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaz kirin ku Kurd yekgirtî bin û hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ji vê krîza siyasî û hiqûqî ku ketiyê, derxin. Her wiha rexne li serkeftiyên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê kirin ku berjewendiyên hizbî di ser berjewendiyên gel re digirin û li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya bajêr li hev nakin. 

‘ALIYÊN SIYASÎ BERJEWENDIYÊN GEL LI BER ÇAVAN NAGIRIN’  

 

Çalakvan û mamoste Mihemed Celîl di civîna çapemeniyê de ji bo dezgehên ragihandinê daxuyaniyek xwend û wiha got: “Tevî hebûna fikaran ji ber parçebûn û jihevketina Kurdan bi giştî û nakokiyên siyasî û bûyerên 16’ê Cotmehê û tinebûna lîsteyeke yekgirtî, gelê Kerkûkê bi dilekî tijî hêvî û bi hêviya guherînê beşdarî hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê bûn. Lê mixabin, ji wê demê ve ku nêzî heft meh û nîv derbas bûne, heta niha bi gotineke hevpar gotûbêj bi aliyên serkeftî yên din ên pêkhateyan re nehatiye kirin, rêz li dengê xelkê nehatiye girtin û berjewendiyên xelkê Kerkûkê li ber çavan nehatiye girtin.” 

‘REWŞA ÎDARÎ Û EWLEHIYA BAJÊR BER BI BÊÎSTIQRARIYÊ VE DIÇE’  

Her wiha Mihemed Celîl wiha berdewam kir: “Ji ber helwesta aliyên Kurdî encama xebateke demokratîk a gel dernakeve holê û siberoja Kerkûkê ber bi tuneleke tarî û nediyar dibin. Ji ber van sedeman, rewşa îdarî û ewlehiyê ya bajêr ber bi bêîstiqrariyê ve diçe, heta wê astê ku teqe li navend û malên berpirsên Kurd tên kirin. Divê bê gotin ku bi dirêjahiya dîrokê Kurd li vî bajarî hatine çewisandin, niha çênabe ku Kurd bi xwe beşdarî çewisandin û bêparkirina Kurdan bibin. Em komek çalakvanên sivîl, nivîskar û rewşenbîrên Kerkûkê, ji ber dilsozî û xemxwariya xwe, daxwazê dikin ku bi zûtirîn dem û bi lez û bê derengxistin nakokiyên siyasî bên çareserkirin û dirûşmeya ‘Kerkûk Quds û dilê Kurdistanê ye’ bikin pratîkê. Dev ji reşkirinê berdin ji bo gelê mezlûm ê Kerkûk û herêmên veqetandî.” 

‘BERDEWAMBÛNA VÊ REWŞÊ XIZMETÊ JI NEYARÊN GELÊ KERKÛKÊ RE DIKE’  

Di dawiya daxuyaniyê de Mihemed Celîl ji dezgehên ragihandinê re wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Berpirsiyariya mezin a vê rewşê bi pileya yekem dikeve ser milê aliyên serkeftî yên hilbijartinê (YNK û PDK). Divê ew vê rastiyê fam bikin, xwe berpirsiyar bizanin û hewl bidin çareseriyê bibînin. Ji ber ku piştî demeke din hilbijartina parlamentoya Iraqê dê bê kirin, wê demê dê çawa û bi çi rûyî daxwazê ji gelê Kerkûkê bikin ku dengê xwe bidin wan? Divê em hemû fam bikin ku gel pir bi fikar e, çênabe ku êdî ev rewş zêdetir bê domandin, ji ber ku berdewambûna vê rewşê di xizmeta neyarên gelê Kerkûkê de ye û li dijî aştî û pêkvejiyîna biratiya hemû pêkhateyên Kerkûkê ye. Di dawiyê de em daxwaz dikin ku ji vê zêdetir gel bêhêvî neyê kirin, ji ber ku dîrok tu kesî naborîne.”

 

Endamê Rêveberiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Newzad Bekir ku beşdarî civînê bûbû, têkildarî rewşa Kerkûkê û fikarên gel ji ANF’yê re axivî û got: “Îro em wek Encumenên Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, beşdarî vê çalakiya nerazîbûnê bûn. Mixabin rewşa siyasî ya Kurdistanê ketiye nav krîzeke siyasî û hiqûqî, sedema vê jî berjewendiyên hizbî ye. Aliyên siyasî ji ber destkeftiyên hizbî ji prensîba yekîtiya neteweyî û ewlehiya niştimanî dûr bûne. Nerazîbûna me di vê çarçoveyê de ye ku aliyên siyasî nekarîne berjewendiyên hizbî bidin aliyekî ji bo hebûna dîskurseke neteweyî ya hevpar. Em jî wek Tevgera Azadiyê baş dibînin ku hemû partiyên Kurdistanî yên bajêr yekgirtî bin ji bo xizmetkirina berjewendiyên hemwelatiyên bajêr bixebitin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li sê bajaran çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’: Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin
Nûçeya Pişt re KBDH: Em dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz bikin û pêşî li darvekirinan bigirin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşî Taxa Muhacîrîn a Humsê hate kirin

Komeke çekdar êrîşî Taxa Muhacîrîn a Humsê dike. Kom gule li sivîlan direşîne û kargehan…

Ji aliyê Stêrk TV

Rozerîn Ocalan: Divê em pêngavê ji sala destpêkê xurtir bikin

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Rozerîn Ocalan destnîşan kir ku di sala duyemîn a pêngavê…

Ji aliyê Stêrk TV

Eleni Vasilopoulou: Gelên cîhanê deyndarê azadiya Abdullah Ocalan in

Wênesaz Elenî Vasilopoulou di panela “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amedê li dijî darvekirinên li Îranê bertek: Gelê Kurd bi darvekirinan bêdeng nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK’ê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Hevrêyê me Heqî di êrişa Îranê de şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Bi rê û rêbazên komînan û kongreyan îradeya gel derdikeve holê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?