Di salvegera 10’emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, mijarekî dana jibîrkirin, nirxandin pirsgirêkekî cidî û şermeke mezine. Ji ber dîrok nayê jibîrkirin zindî ye, hafiza mirove, hebûna mirov e û jiyana mirov bixwe ye. Lê ruxmê ferman hîn nebûye dîrok, hîn roja me ye, hîn dîmenê wê li ber çavê me hemûyan zindî ye, behsa jibîrkirinê kirin wijdan û exlaqê mirov dixe ber lêpirsînê.
Ji fermanê û bi vir de hewldana siyaseta ferman danajibîrkirinê, di meriyetê de ye. Bi hezaran Êzidiyên ji fermanê filîtîne bi rê û rêbazê cûda ji Şengelê dûrdixînin û wan derbasî welatên Ewropa dikin. Gelek dewletan ferman weke ‘jenosîd’ nas kirin, lê deh sal di ser re derbas bûye hîn ji bo jinûve avakirina Şengalê tu kesî tiştek nekirin e. Ji vê jî tê fahmkirin ku ji bo dilê Êzidiya xweş bikin jenosîdê nas dikin! Peymana 9’ê Cotmehê jî bi vê siyasetê ve girêdayî pêş xistin. Di esasê peymana 9’ê Cotmehê de weke fermanek neqewimî ye, Şengalê dîsa vegerînin halê berê. Bêyî ku hesabê fermanê bê dayîn bêfikir û raya Êzidiyan li ser navê Êzidiyan biryaran didin û peymana çêdikin. Ji ber derdê wan ne birînê fermanê pêçandine, serweriya xwe fikirandine. Serweriyek ewqas ezezîtî ji exlaq û wijdan qut girtina dest li beramberî civaka me ya Êzidî bêhurmetiyek mezin e.
Raste fermaneke hîn deh sal di sere derbas nebûye jibîrkirin hiş û aqilê mirov nagire, lê bi taybet hewldanê dana jibîrkirinê ji îxanetê deh qatan xerabtir e. Nûmûne dema împaratoriya Osmaniya êrîşî Şengalê dikin, fermanê pêk tînin cilê şîn li ser eskeranin, gelê me yê Êzidî boneya vê yekê ji wê rojê de, hîna cilê şîn lixwe nakin. Îca civakekî ku ferman bixwe jiyaye wê çawa jibîr bike? Ev xapandinek mezine û negengaz e.
Hîn bi hezaran mirovên di fermanê de reviyane di qampa de dijîn, hîn aqûbeta 7 hezar jinên hatine revandin nedîyar re, hîn bi hezara mirovê wenda hene, hîn bi hezara keçên zarok ku bedena wan ji aliyê DAÎŞ’iyan ve tên firotin hene, hîn bi hezara mirovê di gorê komî de hene. Du roj berê li Til heferê goreke komî ku hestiyê 14 kesan tê de ye hat dîtin û hîn gelek gorên komî nayên zanîn. Ji bo berjewendiyên malbatî û şexsî, xelkê Êzidî hîna di konan de dijî, Qasim Şeşo û Heyder Şeşo di qesrê 4, 5 qatan de bi jiyanek dewlemend dijîn. Li ser êşa fermanê xwe dana jiyankirin guneheke mezin e. Belê em pirs bikin, wê kî hesabê 7 hezar jinêm revandî bide, wê kî hesabê 15 hezar mirovê kuştî bide, wê kî hesabê wêrankirina Şengalê bide?
Îca siyaseta dana jibîrkirina fermanê nebes e, nûçegihanê Rûdawê mîqrofonê dirêjî miletê li qampan dikin û vê pirsê dike; ‘hûn dixwazin vegerin Şengalê, an, na?’ Miletê ku hîn li qampan di bin bandora fermanê de ne, ji tirsa dibêjin; ‘na, em naxwazin vegerin Şengalê’. Çawa çêbû, miletekî ji ber fermanê ji cih û warê xwe yê qedîm bireve, di konan de rezîl jiyan bike û bêje, ‘na, ez naxwazim vegerim şengalê, li vê derê rihetim’. Ha dinava deh salan de, milet fêrî pirsa tu dixwaze, naxwaze kirine. Ev encamê siyaseta li ser qampan meşandine, diyar dike. Qamp kirine hêlîna reşandina tovê jibîrkirina fermanê. Belê çima li ser nevegerandina Şingalê bernamê bi vî awayî dubare, dubare didin? Weke avekî tahl bi wan bide şirînkirin. Weke ji avekî tahl re bêje, ‘şêrîne’ bi vê ve rastî berovajîkirin e, warê qedîm Şengal bêwate kirine. Rêber Apo dibêje; ‘qutkirina ji Şengalê tinebûna Êzidiyan e’. Ji ber bi hezarê sala bi 74 fermana re jî li Şengalê karîbûne hêza parastina hebûna xwe nîşan bidin. Cihê tu xwe lêdiparêzî, hêlîna hebûnê ye, çima PDK ewqas dixwaze Şengal bê berdan. Tê zanîn gava Şengal tê gotin Êzidî, dema Êzidî tê gotin Şengal tê bîra mirov. Weke goşt û hestî ji hev qut nabin, jiyana wan bihev ve girêdayî ye, yek bê ya din nabe û nikare bijî. Lewma PDK ewqasî dixwazin Êzidiyan ji Şengalê qut bikin. Yek sedemê hewldanê siyaseta dana jibîrkirin bi zanebûne, sedem jî eve! Ferman dana jibîrkirin îxanet dana jibîrkirine. Ji ber Rêber Apo dibêje; ‘ferman jibîrkirin îxanete’. Ji bedêla bîrîna îxaneta fermanê bipêçin bi vî awayî xwe li birînên fermanê direşînin û êşa wê dijwartir dikin. Di vê wateyê de, dîrok jibîrkirin, ferman jibîrkirin, xwe jibîrkirn e, Êzdiyatî û hebûna xwe jibîrkirin e. PDK carekê bi revê gel kirin qurban cara duyemîn jî ji bo xwe pak derxînin gel dikin qurban. Siyaseta ji qurbanên fermanê qurbanên jibîrkirinê ava dikin. Ji qurbana qurban hilbijartin berdewama fermanê ye. Bi siyaseta jibîrkirin û koçberkirinê fermana nîvcomayî temamkirin e.
Di vê çarçoveyê de, rêveberiya xweser, YBŞ, YJŞ, Asayîş birînê fermanê bi avakirina hestên parastina cehwerî tola fermanê radikin. Êdî gelê me yê Êzidî parastina xwe naspêre tu kesî dispêre hêza xwe. Êdî keç û xortên Êzidî xwe perwer dikin, xwe bi rêxistin dikin, hêza xwe ya cehwerî ava dikin û parastina xwe esas digrin. Nûmûne keça bi navê Hêza ku di fermanê de dîl dikeve dest DAÎŞ’ê, êdî niha di nava YJŞ’ê de fermandar e. Ev vegera çand û baweriya fikr û felsefeya dîroka Êzdiyatî ye. Niha bi hêz û zanebûna xwe birînên xwe yên di fermanê de dipêçin. Bi vî awayî ders û tecrubeyê ji fermanê hatine derxistin tol û serkeftina Êzidiyatî li dijî kiryarên jibîrkirin û qirkirinê têkoşîn û berxwedan e. Li ser vî esasî ji bo yên di fermanê de hatine kuştin sersaxiyê dixwazin û tolgirtina wan bi fikr û felsefa jiyanek azad a rêveberiya xweser pêk tînin.