Li gorî agahiyan, bi dema herêmî saet di 11:00 de yek ji nuqteyên leşkerî yên QSD’ê yên li çiyayê Kezwana yê li Hesekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bombekirin.
Hate ragihandin ku êriş bi balafireke bêmirov a bombebarkirî hatiye kirin. Di êrişê de tiştek bi kesî nehat, lê xisara madî bû.