Leyla Yildiztan di sala 1984’an de li gundê Xecîxatun ê li navçeya Çaldiran a Wanê ji dayik bû û li nava refên PKK’ê bi navê Denîz Firat dihate naskirin. Gundê wan li ser sînorê Tirkiye û Îranê ye, lewma malbata wê gelek caran bû hedefa êrişan. Ji ber vê jî malbatê sala 1990’î bar kir bajarêr Makû yê Rojhilatê Kurdistanê û piştre derbasû Ûrmiyê bû. Demekê jî li Xakurkê bi cih bû.
Di salên 1991 û 1992’an de Denîz li Xakurkê ma. Şahidî ji êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê re kir. Ji şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bandor bû ku di vê demê de xeta xiyanetê ya PDK’ê red kir û berxwedan hilbijart. Denîz û xwişka wê Sarya (Sakîne Yildiztan) biryar dan ku tevlî nava refên PKK’ê bibin. Xwişka wê Binews (Ayfer Yildiztan) ku beriya Denîz tevlî PKK’ê bû, sala 1997’an li Zapê di şerekî de şehîd bû. Şehadeta xwişka wê Sarya ya ku pê re tevlî nava refên têkoşînê bû piştî 2 salan di 8’ê Tebaxa 1999’an bihîst. Denîz li nava refên gerîla li gelek qadan bi rengekî çalak cih girt û sala 2007’an tevlî nava karên çapemenî-weşanê bû.
Denîz bi karê li kovara ‘Xwedawend Zîlan’ dest bi karê çapemeniyê kir û li radyoya ‘Dengê Welat’ xebitî. Piiştre ji bo rojnameya ‘Rojeva Welat’ a li kampa Mexmûrê tê weşandin û ji bo qenalên cuda û ajansan nûçe amade kir. Ji bo kovara ‘Xwedawend Zîlan’ gotar amade kir. Weke rojnamevaneke şoreşger êrişên DAÎŞ’ê yên 6’ê Tebaxê yên li ser Mexmûrê dişopand. Di 8’ê Tebaxa 2014’an de di dema van êrişan de şehîd bû.
Hevrêya wê ya têkoşînê Cîhan Mûrad qala Denîz Firat kir.
Cîhan Mûrad anî ziman ku yekemcar li Faraşînê di sala 1999’an de Denîz Firat dît û got, “Saleke welê bû ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hatibû girti û operasyon zêde bûbûn. Wê demê hevala Denîz hîn 15-16 salî bû. Di nava şert û mercên giran ên Başûrê Kurdistanê de gerîlatî dikir.”
‘GERÎLAYA ŞERT Û MERCÊN GIRA BÛ’
Cîhan Mûrad diyar kir ku Denîz demeke kurt li Kelareşê ma, piştre pêvajoya vekişînê destpê kir, lewma li Qendîlê hevdû dîtin û qala bîranîna xwe kir: “Di demekê de ku êrişên giran li ser Başûrê Kurdistanê hebûn bi hevala Denîz re em di nava heman komê de bûn û bi hev re têkoşiyan. Hevala Denîz mînakeke zindî ya hevrêtî, fedakarî û tevlîbûna li şer bû. Milîtaneke jin bû ku bi dilnizmî û fedakariya ji bo hevrêyên xwe dihate naskirin. Van taybetmendiyên wê dikir ku di nava şert û mercên herî giran de jî hêzê bide derdora xwe. Hevala Denîz hem di şer de hem jî di nava jiyanê de her tim li pêş bû.
Hevala Denîz kesayetiya xwe di nava vê tevgerê û şoreşê de afirand. Dema ku tevlî bû bi xwendin û nivîsandinê nizanîbû, di vê mijarê de tevlîbûneke xurt nîşan da û piştre hînî xwendin û nivîsandinê bû. Li gel ku neçûbû dibistanê jî li cihê ku lê bû pênûsa herî xurt bû û gelekî girîngî dida nivîsandinê.
Bi rêk û pêk rojnivîsk dinivîsî, bîranîn dinivîsî û gelekî girîng dida şêweyê nivîsandinê. Di mijara xwe pêşvebirinê de hevala Denîz sînor nas nedikir û xwedî îrade û biryardariyeke mezin bû.”
‘BI GEL RE XWEDÎ TÊKILIYEKE XURT BÛ’
Cîhan Mûrad ragihand ku li kampa Mexmûrê jî demekê bi hev re man û got, “Hevala Denîz li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ji aliyê gel ve dihate hezkirin, weke parçeyek ji kampê dihate dîtin. Tevî ku li Mexmûrê nema jî ji ber ku malbata wê yek ji wan mirovan bû ku ji Bakurê Kurdistanê koç kir û li Mexmûrê bi cih bû, ne xerîbê jiyan û xelkê li kampê bû. Hevala Denîz ji ber ku salên dûr û dirêj di nava şert û mercên çiyê de bû, li gel ku ji gel dûr jî bû xwedî têkiliyeke xurt a gel bû, bi saya vê yekê dikarîbû hêsanî têkiliyan dîne. Bi zarokan re dibû zarok, bi extiyaran re dibû extiyar û bi saya vê yekê bi her mirovekî li kampê re li hev dikir. Xelkê kampê di demeke kurt de hînî hevala Denîz bû û gelekî jê hez kir. Hevala Denîz bi yên li kampê re eleqedar dibû, hewl dida bersivê bide pêwîstiyên wan.
Li kampê bi rengekî çalak tevlî karên rojname, televîzyon û ajansê bû, timî bi gel re têkilî datanî. Sala 2007’an beşdarî nava karê Kovara Xwedawend Zîlan bû. Di Radyoya Dengê Welat de rojeva jinê radigihand. Piştî ku hat Mexmûrê karên rojname, televîzyon û ajansan dewam kir. Heta kêliya dawî jî bi tempoyeke xurt xebitî. Di kar de timî bi dilxwazî xebitî û wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Ya girîng serxistina kar û karkirina ji dil bû.”
‘JI BO KÊLIYEKÊ JÎ PAŞVE GAV NEAVÊT’
Cîhan Mûrad bal kişand ser wêrekî û berxwedana Denîz Firat û got, “Bi giranî birîndar bû lê belê hîn jî kêliya şer dikişand. Dema ku DAÎŞ’ê 6’ê Tebaxa 2014’an êrişî Kampa Mexmûrê kir, jin û zarokan destpê kirin ku ji kampê derkevin. 2 xwişkên hevala Denîz di van êrişan de şehîd bûn. Ji ber vê jî hevalan ji Denîz xwestin, ji kampê derkeve. Pêşniyar kirin ku bi jin û zarokan re ji kampê derkeve. Lê belê Denîz ev yek qebûl nekiri bi xurtî li ber xwe da û li kampê ma. Ji şer, jiyan û rojnamevantiya şoreşgerî tawîz neda.
’10 DEQE BERIYA ŞEHADETA XWE RASTÎ RAGIHAND’
8’ê Tebaxê şerekî giran qewimî. Deh deqe beriya şehadeta xwe jî tevlî televîzyonê bû û têkildarî şer agahiyên dawî ragihand. Denîz bi giranî birîndar bû lê belê bi kameraya xwe kêliya şer qeyd kir. Bi vê nêzîkatiya xwe pêşengî ji rojnamevantiya jinê re kir. Bi giranî birîndar bû, ew rakirin nexweşxnayeke li Hewlêrê lê belê tevî hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin. Hem weke rojnamevanekê hem jî weke dilxwazeke azadiyê bi pêşengiya azadkirinê rabû bû.
Jiyana wê timî bi têkoşînê derbas bû. Mîna hunermendekê ruh û dilê hevrêyên xwe hîs dikir, Denîz ji aliyê felsefî û wêjeyî ve xwe bi pêş ve bir û weke rojnamevanekê xwe bi pêş xist. Jiyana hevala Denîz mîna gelek milîtanên jin ên pêşeng bi berxwedanê û şer ava bû. Ji jiyana azad ti carî tawîz neda û xwedî sekneke xurt bû.”
‘BI FEDAKARÎ Û DILSOZIYEKE MEZIN TEVGERIYA’
Cîhan Mûrad ragihand ku Denîz Firat li Botan, Xinêrê, Xakurkê, Qendîl û Zagrosê têkoşiya û got, “Ji Zelê heta Botan, Mexmûrê cihek nema ku neçûbû. Bi fedakarî û dilsoziyeke mezin tevdigeriya. Di nava jiyanê de digot, ‘Ez deh caran bêm dinyayê jî ez ê şoreşgeriyê hilbijêrim’. Weke hevrêyeke şoreşger a temen biçûk bi fedakarî, ked, wêrekî û tevlîbûna xwe ya li jiyanê temenekî bedew jiya. Di temenê de xwe de ti carî dudil nebû; miroveke xurt bû, jiyana wê timî bi berxwedanê derbas bû. Hem weke şoreşgerekê hem jî rojnamevaneke jin di her kêliya jiyanê de da ser şopa heqîqetê, heqîqet jiya û da jiyîn. Timî ber bi pêş ve meşiya, rojekê jî ji rêya heqîqetê venegeriya. Em ê bibin rêwiyên heqîqetê yên li ser şopa Denîz û vê heqîqetê ronî bikin.”