Nîqaşên têkildarî daxwaziya hevkarê AKP’ê û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya qutkirina mûçeyên parlamenterên DEM Partiyê û rakirina parêzbendiya wan û ji nû ve vesazkirina Dadgeha Qanûna Bingehîn yan jî girtina wê berdewam dikin. Bahçelî beriya niha xwestibû ku HDP were girtin ku di meclisê de xwedî kom e, Dadgeha Qanûna Bingehîn were girtin, Dadgehên Serbixwe werin vegerandin û nûnerên yasayî yên siyaseta Kurdî di çarçoveya ‘’Qanûna Xiyanet-î Vataniyeyê’’ de werin darizandin. Piştî biryarên Doza Kobanê ya Kûmpasê jî Hevserokên DEM Partiyê jî gotibûn ku ruhê ‘’Dadgehên Serbixwe’’ (Dadgehên Îstîqlalê) hebûna xwe ji nû ve nîşan da.
Beriya ku em qala Dadgehên Îstîqlalê bikin ku hemû gavan li dijî gelê Kurd tê bikaranîn, em Qanûna Xiyanet-î Vataniye ya ku bû sedema derketina Dadgehên Îstîqlalê bi bîr bixin, wê baştir be. Qanûna Xiyanet-î Vataniye di 23’yê Nîsana 1920’an de 6 rojan piştî vekirina Meclisê di 29’ê Nîsana 1920’an de hate derxistin. Di sala 1921’an de bi sererastikirinê daxilî Qanûna Bingehîn kirin û heya 12’yê Nîsana 1991’an di Qanûna Bingehîn de ma.
DI SEPANDINÊ DE ÇORÇOVEYA FERMÎ HATE PAŞGUHKIRIN
Di kêliya şerê avabûn ê dîroka Kemalîst de ji bo ‘’bilezbûnê’ naveroka yekem qanûnê bi vî rengî ye; ‘Kesên ku li dijî Meclisa Mezin a Gel a ku bi armanca ji rizgarkirina êrîşên artêşên lihevkirî yên li dijî meqamên xîlafet û seltanetê û axên wê hatiye avakirin, bi devkî yan jî fiilî mixalefetê dikin wê weke xayînên welat werin hesibandin.’’ Her wiha bi gel vê yekê sepandina qanûna têgeha ‘’Xayîntiya welat’’ bi awayîsosret û berfireh xwe nîşan da. Wisa ku dema qanûn tê derxistin derheqê gelek parlamenterên li Meclisê de ku wan piştgirî didan qanûnê jî lê belê ji ber ku beriya wê bi Mustafa Kemal re li hev nekiribûn, biryara dardekirinê hate dayîn. Her wiha di naveroka biryarê de pênaseya ‘’mixalefeta li dijî Qanûna Xiyanet-î Vataniyeyê’’ hate nivîsandin. Piştî demekê qanûna berbehs berê xwe bi temamî da gelê Kurd.
HEM NAVEROK Û HEM JÎ SEPANDIN LI GORÎ QAÎDEYÊN WÊ NE
Xala duyem ya piştî xala yekem ya armanc û çarçoveya qanûnê pênase dike, sûcê xiyaneta li dijî welat weke cezayê dardekirinê destnîşan dike û xala 3’yemîn jî destnîşan dike ku têkildarî kesên ku bi devkî yan jî nivîskî xiyanetiya welat dikin yan jî rê li ber wê vedikin jî wê werin mehkûmkirin. Xala ku bi qanûnê ji bilî dijberiya fiilî pêşiyê li rexne û antîpropagandayê digire, di yekem hefteya Meclisê a karkirinê de bi mînaka cidî ya sansûra li dijî çapemenî û weşanê derdikeve. Xalên din jî têkildarî rêbaza çarçove û sepandina qanûnê ye.
Xalên sostet jî ev in:
* Xala 4’emîn, derheqê kesên sûcên xiyaneta li dijî welat dikin de mercîya biryarê weke dadgehên li herêma sûc lê hatî kirin destnîşan dike. Lê belê ger rewşeke ‘lezgîn’ hebe dadgeha li herêma kesê bertawan lê hatî girtin jî dikare, derheqê kesê gumandar de biryarê bide. Dadgehên Îstîqlalê jî têkildarî vê xalê wê li seranserê Anatolya û Kurdistanê sêdareyên îdamê biçikînin.
* Xala 7’emîn jî hikûm dike ku ger sedemek mecbûrî nebe dadgeh dikarin di nava 24 rojan de derheqê kesên ku bi sûcê xiyaneta li dijî welat tên darizandin de bioryarê bistîne. Her wiha li gorî vê xalê ger berpirsiyar di nava dema hatî diyarkirin de darizandinê bi dawî neke wê werin cezakirin. Ji ber vê xalê bi hezaran welatî bi îdayên bes ji gotinan pêk tên, hatine darizandin û derheqê wan de bi lez û bez biryara îdamê hatîye dayîn.
* Xala 8’emîn jî destnîşan dike ku biryarên ku tên dayîn teqez in û piştî erêkirina Meclîsê dikare înfaz were pêkanîn. Her wiha ji bo kesên ku tên darizandin jî mafên îtîraz û temyîzê tune ne.
DADGEHÊN SERBIXWE (ÎSTIQLAL) TÊN AVAKIRIN
Her çend ’Qanûna Xiyanet-î Vataniyeyê hatibe derxistin jî ji ber ku gelek ji teşkîlatên edlî û îdarî yên ji Osmaniyan mayîn bê erk bûn, Meclisa di bin kontrola Mustafa Kemal de rêxistina xwe bi xwe ava kir. Di Meclîsê de ku piraniya wê ji parlamenterên xwedî bingeha leşkerî pêk dihat, motîvasyona ‘’ darizandina kaçaxên leşkerî’’ bi lez hate sepandin û piştî erêkirina ‘Qanûna Têkildarî Fîrariyan’ ku di rûniştina 11’ê Îlona 1920’an de hate erêkirn, di 18’ê Îlona 1920’an de wê biryara avakirina Dadgehên Îstîqlalê were dayîn. Nîqaşên têkildarî raye û rêbaza sepandina Dadgehên Îstîqlalê hefteyekê didomin û bi rûniştina 26’ê Îlona 1920’an re biryar tê dayîn ku sûcên di çarçoveya Xiyanet-î Vataniyeyê û sîxurtiya leşkerî de werin nîqaşkirin.