Min divê binivîsim û her kesekî hayedar bikim Gulistan, bê li esîmanê welatê min çendîn xweş dibiriqî stêrka te. Her wiha çi di hindirê xwe de dihewand û hevpariya çi xewnekê dikir Hêro.
Min divê binivîsim û ji her bihostek xaka Kurdistanê re navê te bikim rênîşaneyek Gulistan, da ku bizanibe çi ji dest daye. Her wiha Hêro, klama êşa te vebêjim û bînim ser ziman û bêjim; ‘ Dilê min liyane, liyane îro esmanê min.’
Min divê binivîsim Gulistan ku di vê rêwîtiya te de, Hêroya rêhevala te ya ji havênê ferîşteyan, çendîn bedew û aram bû. Her wiha çawa hêviya welatê min bû û di her kêliyekê de çawa vê hêviyê geş dikir.
Min divê binivîsim Gulistan, xemxuriya te ya ji bo her çar perçeyên Kurdistanê, xîreta te ya dîrokî û çavnetirsiya te ya ku ji havênê berxwedanê dihat. Her wiha hezkirina her zarokek, hest û helwesta te ya ji bo her jinekê Hêro.
Hevala me ya hêja Gulistan û hewrêya te û ya me kulîlka Kurdistanê Hêro ya dilaram; tirsiyan ji we, heta kevçika dilê xwe tirsiyan. Him neyar û him jî xulamên neyaran.
Ji xwe divê bitirsin, ji hebûna we.
Divê bitirsin, ji qelema hizra we.
Divê bitirsin, ji jiyana we ya bi keramet ku xwedî li kerameta gelekî derdiketin.
Divê bitirsin, ji xîret û helwesta we ya xwedîderketina rûmeta civakî, xwedî derketina hebûna xwe û baweriya we ya bi azadiyê, ji hêza we ya xwe zanîn û pêşxistinê.
Divê bitirsin, ji hunera we ya jiyanê ya bedew û bi hêz.
Divê bitirsin, ji karê we yê ku we bi eşq û baweriyeke mezin birêve dibir. Ji azweriya we dahatûya welatekî azad, divê bitirsin.
Divê bitirsin, ji temenê we yê ku bi bedewî, hestiyar û bi hişmendî hatiye honandin. Her wiha ji wê rêwîtiya we ya ji bo jiyana azad ku herî zêde di jinê de nîşan dida, divê bi her şaneyeke xwe bitirsin.
Divê bitirsin bê we çawa xwe herikand nav têkoşîna gelê xwe yê ji bo rûmetê. Ku ev rêwîtî mirovên dildar, xwedî îddîa û bi keramet dixwast. Kesayetên we mînakên weke stêrkan bûn li asîmanê welêt. Her wiha helbet divê bitirsin ji we, ji ber ku hun rêwiyên herî bi biryar bûn.
Hêro di bexçeyê Gulistanê de geş bû, Gulistan di hemêza xwe de kulîlkên çiyayên Kurdistanê dihewand. Ji her kaniyeke vî welatî re, ji her şivereyeke van çiyayan re, ji her asîmaneke bi stêrkan dagirtî re, ji her xewn û xeyaleke azadiyê re, ji her evîneke bê sînor re, ji her dayikeke ku dûrî loriya xwe ketiye re, ji her bavekî ku di bin giraniya hestiyên kurê xwe de xulbûyî re, ji her jineke ku bi drûşmeya ‘ Jin, Jiyan, Azadî’ diqîrin re, ji Gulîstan û Hêroya li bexçeyê Gulistanê re sond û qewlê me yê bêvegerin. Diyariya roniya rê û pênûsa heqîqetê bûn ji ber ku.
Heqîqet êdî ew in, çiqas bi hêz ewqas narîn…
Heqîqet êdî ew in, çiqas rasteqîn ewqas bi hêvî…
Heqîqet êdî ew in, çiqas bedew ewqas dijwar…
Heqîqet êdî ew in, çiqas rabirdû ewqas dahatû…
Heqîqet êdî ew in, çiqas hest ewqas hişmendî…
Heqîqet êdî ew in, çiqas Hêro ewqas Gulistanî…