Duşem, 11 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Divê her kes di bin vê sîwanê de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezaî Temellî: Di mijara qanûnan de divê gav bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê pêkanînên şerê taybet – V

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê ji bo meşa 16’ê Gulanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza cînayeta malbata Dîrîl de qeydên telefonê: ‘Ez zilamê dewletê me’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stranên Mizgîna Leheng bangawaziya azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Siyasetmedara Kurd Aysel Dogan li Dersimê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 1025’an a nobeta li Mexmûrê de peyama têkoşînê hat dayîn  

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûhafizên Şoreşê êrîşa li ser baregeha Komala li ser xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Hewlêrê bombe li biryargehên Komala barand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dersimê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê zemîna çareseriya demokratîk bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Osê: Hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê de mîsogeriya bidestxistina maf û destkeftiyên jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    JYAD: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Divê bitirsin
Jin

Divê bitirsin

Hevala me ya hêja Gulistan û hewrêya te û ya me kulîlka Kurdistanê Hêro ya dilaram; tirsiyan ji we, heta kevçika dilê xwe tirsiyan. Him neyar û him jî xulamên neyaran.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Min divê binivîsim û her kesekî hayedar bikim Gulistan, bê li esîmanê welatê min çendîn xweş dibiriqî stêrka te. Her wiha çi di hindirê xwe de dihewand û hevpariya çi xewnekê dikir Hêro. 

Min divê binivîsim û ji her bihostek xaka Kurdistanê re navê te bikim rênîşaneyek Gulistan, da ku bizanibe çi ji dest daye. Her wiha Hêro, klama êşa te vebêjim û bînim ser ziman û bêjim;  ‘ Dilê min liyane, liyane îro esmanê min.’

Min divê binivîsim Gulistan ku di vê rêwîtiya te de, Hêroya rêhevala te ya ji havênê ferîşteyan, çendîn bedew û aram bû. Her wiha çawa hêviya welatê min bû û di her kêliyekê de çawa vê hêviyê geş dikir.

Min divê binivîsim Gulistan, xemxuriya te ya ji bo her çar perçeyên Kurdistanê, xîreta te ya dîrokî û çavnetirsiya te ya ku ji havênê berxwedanê dihat. Her wiha hezkirina her zarokek, hest û helwesta te ya ji bo her jinekê Hêro.

Hevala me ya hêja Gulistan û hewrêya te û ya me kulîlka Kurdistanê Hêro ya dilaram; tirsiyan ji we, heta kevçika dilê xwe tirsiyan. Him neyar û him jî xulamên neyaran.

Ji xwe divê bitirsin, ji hebûna we.

Divê bitirsin, ji qelema hizra we.

Divê bitirsin, ji jiyana we ya bi keramet ku xwedî li kerameta gelekî derdiketin.

Divê bitirsin, ji xîret û helwesta we ya xwedîderketina rûmeta civakî, xwedî derketina hebûna xwe û  baweriya we ya bi azadiyê, ji hêza we ya xwe zanîn û pêşxistinê.

Divê bitirsin, ji hunera we ya jiyanê ya bedew û bi hêz. 

Divê bitirsin, ji karê we yê ku we bi eşq û baweriyeke mezin birêve dibir. Ji azweriya we dahatûya welatekî azad, divê bitirsin. 

Divê bitirsin, ji temenê we yê ku bi bedewî, hestiyar û bi hişmendî hatiye honandin. Her wiha ji wê rêwîtiya we ya ji bo jiyana azad ku herî zêde di jinê de nîşan dida, divê bi her şaneyeke xwe bitirsin. 

Divê bitirsin bê we çawa xwe herikand nav têkoşîna gelê xwe yê ji bo rûmetê. Ku ev rêwîtî mirovên dildar, xwedî îddîa û bi keramet dixwast. Kesayetên we mînakên weke stêrkan bûn li asîmanê welêt. Her wiha helbet divê bitirsin ji we, ji ber ku hun rêwiyên herî bi biryar bûn. 

Hêro di bexçeyê Gulistanê de geş bû, Gulistan di hemêza xwe de kulîlkên çiyayên Kurdistanê dihewand. Ji her kaniyeke vî welatî re, ji her şivereyeke van çiyayan re, ji her asîmaneke bi stêrkan dagirtî re, ji her xewn û xeyaleke azadiyê re, ji her evîneke bê sînor re, ji her dayikeke ku dûrî loriya xwe ketiye re, ji her bavekî ku di bin giraniya hestiyên kurê xwe de xulbûyî re, ji her jineke ku bi drûşmeya ‘ Jin, Jiyan, Azadî’ diqîrin re, ji Gulîstan û Hêroya li bexçeyê Gulistanê re sond û qewlê me yê bêvegerin. Diyariya roniya rê û pênûsa heqîqetê bûn ji ber ku.

Heqîqet êdî ew in, çiqas bi hêz ewqas narîn…

Heqîqet êdî ew in, çiqas rasteqîn ewqas bi hêvî…

Heqîqet êdî ew in, çiqas bedew ewqas dijwar…

Heqîqet êdî ew in, çiqas rabirdû ewqas dahatû…

Heqîqet êdî ew in, çiqas hest ewqas  hişmendî…

Heqîqet êdî ew in, çiqas Hêro ewqas Gulistanî…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Têkoşîna Che Guevara yê Kurdistanî
Nûçeya Pişt re Têgihiştina bi rêya Sosyolojiya Azadiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şerê Îranê petrol biha kir

Rageşiya ku bi şerê li Îranê li Rojhilata Navîn zêde bû, li bazara Asyayê buhayê…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: Em bejna xwe bi rêzdarî li ber nirx û bîranînên Seyît Riza ditewînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, pêşengê berxwedana Dersimê Seyît Riza û hevrêyên wî yên hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Eren Keskîn: Peyama bi dîmen asta heyî nîşan da

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya peyama bi dîmen a Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Wezîrê Parastinê yê Letonyayê piştî ‘krîza ÎHA’yê’ îstîfa kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gundewarê Hesekê êrîş: 2 leşkerên hikûmeta demkî hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NY: Li Sûdanê di êrîşên dronan de herî kêm 880 sivîl hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê ji bo şehîd Mizgîn merasîma bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?