Yekşem, 6 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG û DFG: Di dema pêş de wezîfeya me ew e ku bibe dengê civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev rê ne tenê ya ODTU’yê, her wiha Enqereyê bi temamî eleqedar dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avci: Dema ku dibêje ‘Divê bê kirin’ êdî qediya ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Korûcû: Aştî daxwaza her beşa civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkuş jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sinê di encama teqîna tankerekê petrolê de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê banga pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê kelpîçên betonî li dijî sîlueta dîrokî û çanda cîrantiyê bilind dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Cimaya Şerfedîn li Şengalê di roja duyemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Tevlîbûna bi xurtî ya li festîvalan xurtkirina hewldanên Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nivîskara femînîst Robin Morgan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê: Rizgarkirina jinên dîlgirtî wezîfeyeke mirovî û exlaqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ komxebat li dar xist: Ji bo azadiya dîlgirtiyên Êzidî divê têkoşîn bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê şehadeta şervanê enternasyonalîst ê Fransî Zinar Koçer ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Pêvajo, ji nû ve avakirina nirxa kedê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > 150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin
Rojane

150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin

Şandeya ku li ser ji bo tevlî merasîma çekberdanê ya PKK’ê bibin bi rê ketin, li Cizîrê bi tilîlî û peyamên aştiyê hatin verêkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Ev xalekî werçerxê ya dîrokî ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

PKK’ê wê sibê li ser banga Rêber Apo li bajarê Silêmaniyê merasîma çekberdanê li dar bixe. Şandeyên ji bo tevlî merasîmê bibin, ji bajarên cuda ên Tirkiye û Kurdistanê bi rê ketin, li navçeya Cizîr a Şirnexê li hev civiyan.

Di şandeyê de tevî Hevserokê Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên OHD’ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parlementerên DEM Partiyê, 150 kes cih digirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di hevdîtina li derketina Cizîrê de axivî û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Bakirhan wiha got:  “Em pir bi heyecan in. Ji bo bidawîbûna pêvajoya pevçûn û tundiyê ku beriya 50 salan destpê kir, gavekî pir girîng tê avêtin. Ev pêvajo hem dîrokî û hem jî pir hêja ye. Her kesên li vir amade wê şahidiya wê kêliyê bikin. Ev geşedan wê bibe dîrok. Yên şahidî jê re bikin jî cihê xwe yê dîrokî bigirin. Ev destpêkek e û berpirsyariyekî mezin dikeve ser milê me hemûyan. Ger em vê berpirsyariyê bi cih bînin, em ê êdî ne darbestên ciwanan lê aştiyê hilbigirin. Em ê weke DEM Partiyê tişta ku bikeve ser milê me pêk bînin. Em li bende ne ku her kes erka xwe bi cih bîne.”

‘AŞTÎ WÊ RIHÊ SIRRI SUREYYA ONDER ŞA BIKE’

Birayê Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Alî Fuat Onder jî di şandeyê de cih digire.

Onder hestên xwe bi vî rengî anî ser ziman: “Em minetdarî her kesên ku keda wan çêbû ku pêvajo were vê astê ne. Îdialê herî mezin a jiyana siyasî ya birayê min aştî bû. Aştî wê rihê wî şa bike. Ji bo her kesên li vî welatî aştî wê pir hêja be. Hêvî dikim ku her tişt baş bibe. Yekane daxwaza min e ku em aştiya mutleq bi hev re bibînin.”

‘XEYALA 50 SALAN PÊK TÊ’

Mele Kasim Yîgît ê hatibû verêkirina şandeyê jî wiha got: “Min 50 sal ev xewn dît. Êdî hêviya me hêdî hêdî pêk tê. Heta îro berdêlên mezin hatin dayîn. Niha jî pêkanîna xeyala me ya 50 salan heyecanekî mezin di me de çêdike. Em bawerî bi keda Birêz Ocalan tînin. Şande bi hêviyên mezin diçe Başûr. Hêvî dikim ku bi vegera wan re hemû gel nefesê bigirin.”

‘DAYIK BI SALAN IN AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyayê Asya Tay jî ev peyam da: “Em her kesên ku ji bo aştiyê bi rê dikevin, silav dikin. Divê peyama aştiyê ku wê bi banga Rêbertiyê re were dayîn ji aliyê hemû cîhanê ve rast were fêmkirin. Di nava kesên bi rê ketin de dayik jî hene. Ev dayik bi salan in aştiyê dixwazin. Ji bo bigihin zarokên xwe diçin. Rêya wan vekirî be. Çûyîna wan bi aştiyekî bi rûmet tacîdar bibe.”

Şande bi tilîliyan ber bi Deriyê Sînorê Habur a ser Silopiyayê bi rê ketin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞIRNEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê SOHR: Li Sûriyeyê kuştinên ji ber mezhebê zêde bûn
Nûçeya Pişt re Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Tecrîd şer giran dike

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got, "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li pêşiya çareseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Turan Çîl: Ji xeynî greva birçîbûnê tu rê ji me re nehiştin

Turan Çil ê ji ber ku li dijî desteserkirina mafan a li Şaredariya Beşîktaşê derket,…

Ji aliyê Stêrk TV

Roket li gundekî Helebceyê ket

Li Helebceyê roket li malekê ket û bû sedema xisara madî.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bakirhan: Em Tevgera Komara Demokratîk didin destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Di asta nû de siyaset bi amûrên berê nayê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MKG û DFG: Di dema pêş de wezîfeya me ew e ku bibe dengê civaka demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Ev rê ne tenê ya ODTU’yê, her wiha Enqereyê bi temamî eleqedar dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?