Girtiyên bi navên Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglû û Huseyîn Onen ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê tên ragirtin û di greva birçîbûnê de ne, piştî rewşa wan giran bûyî rakirin nexweşxaneyê. Sagaltici û Turkoglû 260 û Huseyîn Ozen jî 240 roj e di greva birçîbûnê de ye.
Girtî, sewqî Nexweşxaneya Bajar a Antalyayê hatin kirin û malbatên wan jî li pêşiya nexweşxaneyê ne. Hat zanîn ku parêzerên dosyayê bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin kir.
Rêveberên Şaxa ÎHD’a Antalyayê jî dan zanîn ku girtî dixwazin di şert û mercên insanî de bimînin û sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin. ÎHD’ê, diyar kir ku daxwazên behsa xeberê di hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û bi biryarên dadgehê hatine misogerkirin û xwestin Wezareta Dadê û saziyên têkildarî van daxwazan bicih bînin. ÎHD’ê, destnîşan kir ku li şûna ev daxwaz bên qebûlkirin, girtî bêyî îradeya wan sewqî nexweşxaneyê hatine kirin û ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê zext lê tê kirin.
ÎHD’ê destnîşan kir ku girtiyên beriya niha bi du caran rakirin nexweşxaneyê bidawîkirina çalakiya xwe red kirine û li ser vê yekê dîsa şandine girtîgehê. ÎHD’ê, daxuyand ku li ser vê yekê biryar hate dayin ku ji bo girtiyên rewşa wan giran bûne “li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de bin” rakirine nexweşxaneyê.
ÎHD’ê got ku ne mirinê lê jiyanê diparêzin, xwest gefa mudaxileya bi darê zorê bi dawî bibe û ji bo bicihanîna daxwazên girtiyan gav bên avêtin.

