Şemî, 22 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 22’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akyol ê ku piştî 30 salan hate berdan: Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya girtiya 32 salan Nuriye Adet caran 6’an hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Pûriya Nadirî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Wengrow nivîsa piştgiriyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Welatiyên beşdarî sersaxiyên gerîlayan bûn: Bila êdî xwîn nerije, em aştiyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayan şahiya 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya şehîdên têkoşîna azadiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Cîlan Berces li Şengalê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdan taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste
Jin

Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

Rêxistin û sendîkayên femînîst ên li Fransayê 8’ê Adara 2026’an Roja Jinan a Cîhanê, bi dirûşmeya “Ger jin rawestin wê jiyan raweste" li seranserê welat banga grev û çalakiyan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya hevbeş a ku ji hêla platforma Grève Féministe ve hat weşandin,  hat diyarkirin ku 8’ê Adarê ne tenê rojek sembolîk e, di heman demê de roja têkoşîna li dijî newekheviyê ye jî.

‘LI HER QADA JIYANÊ GREV’

Daxuyaniyê bal kişand ser rola diyarker a jinan ku ji hilberînê bigire heya karê lênêrînê di her qada civakê de dilîzin û wiha hat gotin:

“Divê jin li cihên kar hilberînêrawestînin, keda li malan nayê dîtin rawestînin û kolanan tijî bikin. Ji ber ku ger jin rawestin wê jiyan raweste.”

Platformê daxuyand ku divê  grev ne tenê bi keda bi pere ve sînordar nebe, hat destnîşankirin ku karê malê, karê lênêrînê û karê hestyarî jî mijarên polîtîk in.

PLATFORMA BERFIREH

Bang ji aliyê gelek rêxistinên ku CGT, FSU, Solidaires, ActionAid France, TJK-F, û Collectif National pour les Droits des Femmes di nav de ne hat îmzekirin.

Platformê di daxuyaniya xwe de bi taybetî bal kişand ser mijarên jêrîn:

Jin li gorî mêran ji sedî 20 kêmtir qezenc dikin
Di karên nêv demê û bê ewle de jin bêhtir dixebitin
Barê mezin ê lênêrînê dikeve ser milên jinan
Divê reformên teqawidbûnê bêtir bandorê li jinan bike

LI DIJÎ RASTGIRÊN TUNDREW Û ŞER

Di daxuyanî ne tenê daxwazên aborî, hişyariyên siyasî jî dihewîne. Hat diyarkirin ku zêdebûna rastgirên tund li Ewropayê mafên jinan tehdît dike, polîtîkayên milîtarîst newekheviyên civakî kûrtir dikin û di demên krîzê de pêşî mafên jinan hedef tên girtin.

Hat destnîşankirin ku jinên koçber, penaber, reşik û xizan bi gelek awayên cudakariyê re rû bi rû dimînin.

BAL KIŞANDIN SER PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ

Di bangê de bi berfirehî behsa hevgirtina femînîst a cîhanî hat kirin, silav ji berxwedana jinan li Îran, Filistîn, Afganistan û Ukraynayê re hatin şandin û wiha hat gotin, “Jin li çaraliyê cîhanê li dijî zilm, şer û paşverûtiyê li ber xwe didin. Têkoşîna me navneteweyî ye.”

Her wiha hat gotin ku têkoşîna azadiya jinan li Rojava îlhamê dide tevgera femînîst a cîhanî.

DAXWAZÊN SEREKE

Daxwazên platformê yên ji bo 8’ê Adarê wiha hatin rêzkirin:

Ji karê wekhev re mûçeya wekhev
Mafê teqawîtbûnê di 60 saliyê de bê dayîn
Hefteyê 32 seatan bixebitin
Xaniyên civakî bûn zêdekirin
Gihîştina xizmetên kurtajê bûn misogerkirin
Li dijî tundiya li ser jinan qanûnên berfirek bûn derxistin

PLANA ÇALAKIYÊ YA LI PARÎSÊ

Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Parîsê wê di saetên serê sibê  dest pê bikin. Noqteya kombûnê wekî Place de la Bataille de Stalingrad hat destnîşankirin.

Di çarçoveya bernameyê de wê di saetên serê sibê de  li “Gundê Jinan” stand û panelan bên lidarxistin. Meşa girseyî wê saet di 14.00’an de dest pê bike. Kolektîfên femînîst ên herêmî wê di tevahiya rojê de forum, komxebat û çalakiyên hevgirtinê li dar bixin.

Daxuyaniya platformê wiha bi dawî bû: “Di 8’ê Adarê de em li dijî patriyarkaya, kapîtalîzm, rastgirên tundrew û newekheviyê di greva femînîst de ne. Em ê li kolanan, li cihên kar û di her qada jiyanê de têbikoşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rapora komîsyonê de malpera Meclîsê de hat weşandin
Nûçeya Pişt re Parêzgeha Hesekê gavên îstîqrara xizmetguzarî û îdarî diavêje
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aysel Dogan hate bîranîn

Endama Koma Aştiyê ya Duyemîn Aysel Dogan di salvegera 3'emîn a koça dawî de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Şêniyên Tebqayê meşiyan: Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne bi tenê ye

Koçberên Efrîn û Şehbayê, li dijî êrîşan diyarkirin ku ew li gel xelkê Şêxmeqsûd û…

Ji aliyê Stêrk TV

KCK: DEDAŞ’ê sê qetliaman bi hev re kir

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê diyar kir ku DEDAŞ ji saziyeke xizmetê zêdetir saziya zilmê ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Qamişloyê ji bo 3 şehîdan merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Akyol ê ku piştî 30 salan hate berdan: Em ê li ser şopa Serokatiyê welatekî demokratîk ava bikin.”

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dest bi vekirina gorên komî   yên li Şengalê tê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Aktîvîst Pûriya Nadirî ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?