Duşem, 9 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Êrîşî apê Rojîn Kabaîş hate kirin: Gefa ‘dest ji dozê berdin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Ocalan piştgirî da çalakiyên ji bo zimanê dayikê yên li Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Hatayê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li gelek bajaran banga 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî ji ti gel û çandê cuda nîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Deklarasyona 1’ê Îlonê: Li 3 bajaran li dijî tecrîd û şer dakevin qadan
Kurdistan

Deklarasyona 1’ê Îlonê: Li 3 bajaran li dijî tecrîd û şer dakevin qadan

DEM Partiyê Deklarasyona 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ragihand û li dijî tecrîd, bêedaletî û şer banga daketina qadan

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî rasthatina 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya xwe deklarasyonek eşkere kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, rêveberên DEM Partiyê û DBP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li gorî daxuyaniyê wê di 1’ê Îlonê de li Amed, Wanê û Îzmîrê mitîngên herêmî bên lidarxistin. Mitînga li Amedê wê li Qada Şex Seîd bê lidarxistin. Beriya wê li ber Plaza AZC’ê li hev kom bibin û ber bi qadê ve bimeşin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku ev 10 sal in li Rojhilata Navîn şerê dijwar diqewimin û pêwîstiya hemû gelên li vê erdnîgariyê bi aştî û aramiyê heye. Ozer diyar kir ku ew ê bi gel re di mîtîngên ku wê weke partî organîze bikin de bên cem hev û tev li govenda aştiyê bibin.

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî axivî û wiha got: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd di aştiyek bi rûmet de derbas dibe. Ji bo aştiya civakî pêk were divê ewilî em li dijî şer xwe bikin yek. Rojeva herî girîng jî helbet tecrîd û divê tecrîd rabe û bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin. Em ê roja 1’ê Îlonê saet di 17.30’an de ji ber Plaza AZC’ê kom bibin û ber bi Qada Şêx Seîd ve meşa azadî û aştiyê li dar bixin. Em carek din dîsa dibêjin; ji bo pirsgirêka kurd were çareserkirin divê tecrîd bê rakirin û hevdîtin bên kirin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî anî ziman ku 1’ê Îlonê xebatên wan berdewam dikin û got: “Li gelek qadên Tirkiyeyê bêedaletî berdewam dike. Her bêedaletiyek rê li ber bêdaletiyek din vedike. Ev rewş jî dike ku tundî zêdetir bibe. Li Tirkiyeyê krîzên pirralî diqewimin. Krîzên civakî, siyasî, aborî û edaletê berdewam dikin.”

Eren destnîşan kir ku di demên dawî de li dijî ziman û çanda kurdî êriş tên kirin û wiha axivî: “Em êrişên li ser çand û zimanê kurdî, êrişên li ser erdnîgariya Kurdistanê qet û qet qebûl nakin. Em li dijî êrişên li ser nirx, yekitî, ziman û muzîka gel in. Divê hemû gelê me li dijî van êrişên li ser hebûna gelê Kurd, di 1’ê Îlonê de li qadan bin. Ji bo em xwedî li nasname, nirx û axa xwe derkevin divê em bi govend û têlîliyên xwe li qadan bin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî neheqî û ji bo aştiyê dakevin qadan û bi awayek xurt dengê xwe derxin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hêvî Şanoger di 20’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn
Nûçeya Pişt re Li girtîgehên Serhed û Behra Reş gelek binpêkirinên mafan pêk hatin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li dijî êrîşên ser dibistanan ‘Nobeta Jiyanê’

Endamên Egîtîm Sen, piştî êrîşên li ser dibistanan a li Sêwereg û Mereşê li ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dewam dikin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku êrîşên nû biriye ser depoyên çekan û binesaziya Hîzbûllahê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser wargeha Mexmûrê liv û tevgera balafirên bêmirov

Ji doh bi şev ve li ser wargeha penaberan a Mexmûrê balafirên bêmirov digerin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevpeymana Doza Êzidiyan: Îdareya Şengalê divê demildest were diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Înisiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Pirsgirêkên li Başûr divê bi diyalogê bên çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?