Endamê KNK’ê û di heman demê de endamê mekteba siyasî ya PADÊ di derbarê biryara dadgeha federal a Iraqê de nerazîbûna xwe anî ziman û got: ‘’Piştî rejîma Sedam Hilweşiya partiya me di Iraqê de kar dikir û dest bi karê siyasî kir belkî wê deme ne bi navê PADÊ bû lê weka tevger li ser asta Iraqê fermî bû û kar dikir. Piştî fermana sala 2014’an êdî ji civakekê re tevgerek di warê siyasî de nedibû bersiv, xwe di wan deman de veguherand Partî û ji wê demê heya niha li gor qanûn û destûra Iraqê li ser kare.”
Saleh Êzdîn diyar kir, ku partiya wan tu caran li dijî destûra bingehîn a Iraqê tevnegeriya ye û got: “Di nava salên ku PADÊ weke partî kar dikir de 3 caran di bin çavdêriya daîreya Partiyên Iraqê de kongreyên xwe lidar xistine û bi awayekî aştiyane mekteba xwe ya siyasî û serokên xwe hilbijartiye. Her wisa 3 caran beşdarî hilbijartinên Iraqê bûye, 2 caran ji bo parlementoyê û yek carê jî ji bo encûmena parêzgehan, dikarin di wan deman de bigirin lê ev yek hincet bû.”
Saleh Êzidî ev tişt jî bilêv kir: “Em weke partî ne bi ser tu aliyan ve ne, belkî bi hinceta ku em bi ser PKK’ê ve ne yan jî destek didin wan gef li partiya me hate xwarin û hate girtin. Ev yek ji xwe re kirin hincet, girtina PADÊ ya sereke encama hevdîtina Erdogan a bi rayedarên Iraqê re bû û ev yek xwesteka wî bi xwe bû ku van partiyan bikire. Iraqê jî ev yek qebûl kir û girtina PADÊ pêşkêşî Erdogan kir û ji xwe re weke serkeftinekê dît.
Gelek kes li ser navê Êzidiyan çûne perlementoya Iraqê lê heya niha tu kesî ji wan ji bo civaka Êzidî tu kar û xebat nekiriye. Bi taybet jî yên ku li ser navê PDK’ê diçin, me jî weke civaka Êzidî pêwistî dît ku partiya me hebe û em jî endamên xwe rêkin parlmentoyê. Lê her gav planeka siyasî ya di nava çend aliyan de ji boyî me bûye rêgir. Ji wan planan jî peymana 9’ê cotmehê bû û xwestin di vir de civaka Êzidî hem di warê siyasî, civakî û leşkerî de bi fetişinin lê berxwedana gelê me di wirde bi ser ket û pilana Kazimî, PDK û dewleta Tirk têk bir.”
Endamê KNK û Endamê mekteba siyasî yê PADÊ Saleh Êzdîn anî ziman ku çiqas biryaran li ser wan bigirin jî ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û heya dawiyê li ber xwe bidin û got: “Lê biryareke wiha û di 10’mîn savlegera fermanê de, li hemberî civaka me bêrêzî bû. Eger dewlet daxwazên me qebûl neke em ê serî li dadgehên mafê mirovan bidin. Ji roja dewleta Iraqê ava bûye û heya niha civaka Êzidî weke hemwelatiyên xwe qebûl nekirine. Mafê me jî heye ku em serî li rê û rêbazên cuda bidin û daxwaza mafê xwe bikin.”