Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Perwerdeya bi paradîgmaya neteweya demokratîk
Rojava

Perwerdeya bi paradîgmaya neteweya demokratîk

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 860 hezar xwendekar bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin. Ji bo pêşketina mufredat û zimanê Suryanî karên Olaf Tao dewam dikin. Zarokên Ermen jî piştî temambûna mufredatê wê tevlî sîstema perwerdeyê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de piştî ku Şoreşa Rojava destpê kir, sîstema perwerde û hîndekariyê jî ji nû ve hate avakirin. Perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de tê meşandin. Gelê Kurd ku beriya şoreşê bi rengekî veşartî perwerdeya bi Kurdî didît, êdî li dibistanan dikare perwerdeyê bi zimanê xwe yê dayikê werbigire. Di nava zimanên fermî de Kurdî, Erebî û Suryanî hene û bi her sê zimanan sîstema perwerdeyê tê birêvebirin. Her netewe xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werbigire, kursên ziman ava bike û nehêle zimanê wan winda bibe.

Sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Îlonê de destpê kir. Qeyda li dibistanan jî wê tevahiya meha Îlonê dewam bike. Li dibistanên ku 41 hezar mamoste wezîfedar in heta niha zêdeyî 860 hezar xwendekarî dest bi perwerdeyê kirine. Li herêmê 3 hezar û 63 dibistanên seretayî, 178 dibistanên navîn, 46 dibistanên lîse û bi giştî 4 hezar û 120 dibistan hene. Lê belê ji ber dibistanên di şer de xisar li wan bûne tenê 4 hezar û 100 dibistan niha çalak in.

Ji pola yekemîn a dibistana seretayî heta pola 6’emîn; ji pola 7’emîn a dibistana navîn heta pola 9’emîn, ji pola 10’emîn a lîseyê heta pola 12’emîn perwerde tê dayin. Her xwendekarek sê salên xwe yên destpêkê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werdigire. Xwendekarên derbasî pola 4’an dibin bi zimanê gelê xwe (Kurd, Suryan an jî Erebî) perwerdeyê werdigire. Di pola 5’emîn de jî xwendekar weke zimanê biyanî perwerdeya Îngilîzî werdigire.

Komîteya Mufredata Perwerdeyê ya ku sala 2014’an ava bû di mufredatên polên 1., 4., 7. û 10’emîn de îsal hin guhertin pêk anî. Materyalên perwerdeyê yên van polan hatin xurtkirin. Komîte nêzî 4 sal in mufredatê bi berfirehî dinirxîne û dixwaze kêmasiyên wê çareser bike. Dema destpêkê ya sala perwerdeyê wê 2’ê Çileya 2025’an bi dawî bibe, dema duyemîn wê 15’ê Çileya 2025’an destpê bike û 15’ê Gulana 2025’an bi dawî bibe.

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî ragihand ku di sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025’an de Meclîsa Malbatên Xwendekaran ava bûye û li herêmê mufredata perwerdeyê wê bibe yek. Semîra Hec Elî got, “Ji bo karekî hevpar di navbera xwendekar, mamoste û malbatan de bê meşandin û pêşketin bê şopandin me Meclîsa Malbatên Xwendekaran ava kir. Ji bo têkiliya navbera civakê û dibistanan bê xurtkirin û sîstema perwerdeyê li malê jî bi bandor be, me pêwîstî bi vê sîstemê dît. Her wiha ji bo hevparkirina mufredata perwerdeyê ya li herêmê karekî berfireh hate meşandin. Destpêkê mufredata perwerdeyê ya Firat, Cizîr û Şehba-Efrînê weke hev bûn. Îsal li Kantona Tebqayê ji pola 1’emîn heta 12’emîn, li Kantona Reqayê ji pola 1’emîn heta 9’emîn, li Kantona Minbic û Dêrazorê ji pola 1’emîn heta 6’emîn wê mufredata perwerdeyê li gorî sîstema Perwerde û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê meşandin. Armanca me ya bingehîn ew e ku yekbûna mufredata perwerdeyê ya li herêmê pêk bînin.”

‘MAFE HER GELÎ HEYE U BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ SAZIYA ZIMAN AVA BIKE’

Semîra Hec Elî diyar kir ku li gel sîstema perwerdeya bi sê zimanan her gel xwedî wî mafî ye ku bi zimanê xwe yê dayikê saziyên xwe yên ziman ava bikin û got, “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya bi Kurdî, Erebî û Suryanî tê dayin. Lê belê mafê Ermen, Çerkez, Tirkmen û gelên din jî heye ku kursên perwerdeyê bi zimanê xwe yê dayikê ava bikin. Niha ji bo avabûna Saziya Ziman a Ermenî karê me dewam dike. Hewldanên me yên bi vê armancê bi hevkarî dewam dikin.”

Semîra Hec Elî têkildarî mamosteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî got, “Di dema destpêkê ya şoreşê de bêyî ku guh bide profesyoneliyê bi mamosteyên li ser ziman serwer bû me sîstema xwe ya perwerdeyê dewam kir. Lê belê niha bi vebûna dibistanên seretayî, navîn, lîse û zanîngehan divê mamoste xwedî belgeyên zanîngeh an jî enstîtuyan bin. Mamosteyên ji enstîtu yan jî zanîngehên Rêveberiya Xweser ne mezûn bin, di encama ezmûna nivîskî de dikarin li dibistanên me bibin mamoste. Yek ji şertên me yên herî girîng ew e ku mamosteyên me felsefeya neteweya demokratîk baş fêhm kiribin.”

Semîra Hec Elî anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bandora neyînî li sîstema perwerdeyê dike û got, perwerdeya di nava şert û mercên êrîşê de bandora neyînî li psîkolojiya zarokan dike.

30 MAMOSTEYÊN ERMEN DI ZIMAN DE PROFESYONEL BÛN

Îmad Teteriyan anî ziman ku piştî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wan dest bi perwerdeya bi zimanê Ermenî kirin û got, “Ji bo parastin û dewamkirina zimanê Ermenî pêwîstiya me bi mamosteyên profesyonel hebû. Ji nava civaka Ermen ciwan an jî extiyar me perwerdeya ziman dan her kesî û 30 mamosteyên pispor perwerde kir. Saziya me ya ziman wê sala 2025’an ava bibe. Sazî wê ji dibistana seretayî heta znaîngehê mamosteyan perwerde bike û perwerdeya bi zimanê dayikê bide zarokên Ermen. Mamoste wê serê sibehê perwerdeyê werbigirin û piştî nîvro jî dersê bidin xwendekaran. Zarokên Ermen piştî ku tevlî sîstema perwerdeyê ya rêveberiya xweser bûn wê bibin xwedî hîmekî xurt.”

Teteriyan destnîşan kir ku bi saziya ziman re wê gaveke girîng biavêjin û got, “Di sala 2026’an de zarokên Ermen di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de wê dîrok, çand, ziman, kevneşopiya xwe biparêzin û dewam bikin.”

SAZIYA SURYAN A OLAF TAO

Saziya Suryan a Olaf Tao ji wê yekê berpirsyar e ku mamosteyên Suryan li gorî materyalên Rêveberiya Xweser perwerde bike û mufredata perwerdeyê li gorî Suryanî amade bike. Her wiha ji bo nifşên nû bi zimanê xwe yê dayikê hîn bibin perwerdeya ziman dide. Olaf Tao ku li Dêrik, Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Tirbespiyê navendên xwe hene, ji bo zarokên Suryan karibin sûdê ji materyalên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser werbigirin di sala perwerde û hîndekariyê ya sala 2024-2025’an de dest bi perwerdeyê kir.

Ji Rêveberiya Saziya Suryan a Olaf Tao Salîba Yakûp got, “Olaf Tao sala 2014’an ava bû û ji bo pêşvebirina zimanê Suryanî gelekî hewl dide. Em dixwazin zarokên me bi çand, ziman û dîroka xwe mezin bibin. Ji ber vê jî divê mirovên li ser zimanê Suryanî serwer in bêne perwerdekirin û Olaf Tao bi vê wezîfeyê radibe. Di sala 2019’an de me mufredata perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dibistana seretayî heta lîseyê bi Suryanî amade kir û gihand zarokên li dêran. Dema ku di mufredata Suryanî de pêwîstî bi guhertinekê hebe em bi hev re nîqaş dikin û biryarê werdigirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Rihayê ji ber ‘gerandina govendê’ ceza li 10 girtiyan hate birîn
Nûçeya Pişt re Girtiyê ku gefa kuştinê lê hate xwarin serî li OHD’ê da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şêrawayê di êrişê de 2 kes birîndar bûn

Di encama bombardûman dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Bênê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran dixwaze du milyon penaberan dersînor bike

Rayedarên Îranî ragihandin ku ew dixwazin heya Adara 2025’an du milyon penaberên bêbelge dersînor bikin.

Ji aliyê Stêrk TV

HRE’yê nasnameya 2 şehîdên li Efrînê eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir ku li Efrînê şehîd bûn û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

YPG: Şervanê enternasyonalîst Fûad Mûstafa Sûltanî şehîd bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

YPJ’ê nasnameya şehîd Azadî Helebçe eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîdê QSD’ê li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Şîlan Çiya li Hesekê merasîma bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?