Şemî, 30 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê di cejnê de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ciwanekî din jî birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Çorûmê: DEM Partiyê ji bo aştiyê banga rûbirûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amed, Êlih, Colemêrg û Rihayê aqûbeta windayan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya Waisi yê hatî darvekirin, ji bo zarokan hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê komînbûyîn bê rêxistinbûyîn e bê rêxistinbûyîn jî perçebûn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna li Gimgimê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 2 xwişk hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê 2 aktîvîstên Kurd kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê giran ê girtîgehê li aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewq û şemala heyva çardeşevî: Seadet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Başalan: Em hewl didin rojeva xwe ber bi aştiyê ve bikişînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgeha Alîna: Em hemû YPJ ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mafê Werîşe Muradî yê axaftina bi telefonê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê girtîgehê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KCÊ-E’yê ji bo Festîvala Çanda Êzidxanê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarya Melek Demîr: Min xwest bêhna axê û hunerê bigihîne hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana 37’emîn ku bêhtirî 400 folklorîst beşdar bûn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çîçek: Helwesta AKP’ê ya di pêvajoyê de bandorê li medyayê jî dike
Rojane

Çîçek: Helwesta AKP’ê ya di pêvajoyê de bandorê li medyayê jî dike

Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek got, ji ber ku AKP bi biryardarî li pişt pêvajoyê nasekine, ev yek bandorê li medya Tirk jî dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di pêvajoya nû de ku bi banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo re destpê kir, medya Tirk bi israr dest ji zimanê şer bernade. Alîgirên desthilatdariyê û yên ku îdîa dikin ku muxalîfên desthilatdariyê ne, de vê mijarê de tifaq kirine. Yên weke Yenî Şafak û Akît ku nêzî desethilatdariyê ne û yên weke Sozcu û Cûmhûriyet ên ku xwe weke ‘muxalîfên desthilatdariyê’ pênase dikin, bi têgihiştinên cuda dijminatiyê li Kurd û siyaseta Kurdan dikin û hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev rewş ji bo qenalên televîzyonê jî derbas dibe.

Hevserokê Komeleya Rojnamevnan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku bi banga Rêber Apo re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê deriyekî girîng vebûye, lê belê li pêşberî gavên ku PKK’ê avêtiye desthilatdariya AKP’ê hîn gaveke şênber neavêtiye. Çîçek diyar kir ku ji bilî çend daxuyaniyên erênî yên MHP’ê pêşketinek nîne û got, “Gavên ku ji komîsyonê jî dihatin hêvîkirin hîn nehatiye avêtin. Nêzîkatiyeke welê heye ku pêvajoyê ji demê re dihêle. Em dibînin ku AKP xwedî li pêvajoyê dernakeve.”

ZIMANÊ ÊRÎŞKAR HÎN TUND DIKIN

Çîçek destnîşan kir ku desthilatdariya AKP’ê bi biryardarî li pişt pêvajoyê nasekine, ev yek bandorê li medya Tirk jî dike û got, “Bi vî rengî medya navendî gotinên xwe yên berê dewam dike. Hewldanek ji bo rizgariya ji rojnamevaniya şer nîne. Dema ku mijar dibe Kurd hingî zimanê xwe yê êrîşkariyê hîn hişk û tund dikin. Ji ber ku medya navendî bi zimanekî berpirsyarane tevnagere, vê yekê weşana li dijî çareseriyê xurt kir. Bi taybetî Sozcu û Cûmhûriyet dema mijar dibe destketî û mafên Kurdan dest bi gotina ‘Dijberê herî mezin ez im’ kirin. Bi medya navendî re di nava pêşbirkê de ne. Hin rojnamevanên ku bi salan e nijadperestî, neteweperestiyê dikin di vê pêvajoyê de jî heman mejiyê xwe dewam dikin. Vî zimanê bi jehr ti pirsgirêk çareseer nekir, ji niha û pê ve jî wê çareser neke.”

ROJNAMEVANIYA ŞER XWE JI XWÎNÊ XWEDÎ DIKE

Çîçek diyar kir ku armanca bingehîn a rojnamevaniya şer sorkirina civakê, rakirina civakê ya li ber hev e, xwe ji vê yekê xwedî dike û got, “Dibêjin, bila gel li ber hev rabin, em jî bi çoyê di destê xwe de li nava qenalan bigerin. Xwe ji xwînê û şer xwedî dikin. Li gel vî zimanî jî em dibînin ku di nava civakê de hîn dijberiyeke cidî nîne. Dibe ku ev jî ji bo wan bûye derd, ku di pêvajoya dawî de hîn bêhtir êrîş dikin.”

PARASTINA ROJNAMEVANIYA AŞTIYÊ

Çîçek destnîşan kir ku li hemberî vî zimanî ew ê rojnamevaniya aştiyê biparêzin, li dora rojnamevaniya aştiyê çareseriyê hilberînin û got, “Weke DFG em ê li meclîsê hin hevdîtinan bikin. Di van hevdîtinan de em ê binpêkirinên li hemberî çapemeniyê bînin ziman. Li gel vê yekê em ê qala girîngiya rojnamevaniya aştiyê bikin. Em ê tecrûbeyên cîhanê parve bikin. Em ê bi mînakan pêşkêş bikin bê rojnamevaniya aştiyê çawa pêvajoya şer bi dawî dike.”

BERPIRSYARIYA HERÎ MEZIN A ROJNAMEVANAN

Çîçek weke rojnamevanên piştgiriyê didin vê pêvajoyê ji bo serxistina pêvajoyê haya wan ji berpirsyariyên wan heye û got “Berpirsyariya me ew e ku li hemberî zimanê şer ê li medya navendî, zimanê aştiyê biafirîne. Em rojnamevan heta ku zimanê rojnamevaniya aştiyê bi kar bînin û biafirînin, em ê pêvajoyê bi pêş ve bibin. Çi dibe bila bibe li hemberî zimanê şer em ê bi zimanê aştiyê rojnamevaniya aştiyê bikin. Rojnamevaniya aştiyê berê xwe li heqîqetê ye.”

DIVÊ HÊZA ROJNAMEVANIYA AŞTIYÊ BÊ DÎTIN

Çîçek got, “Rojnamevaniya aştiyê li şûna dijberî û tirsê, zimanê hêvî, hezkirin û ferasetê bi kar tîne. Kampanya me ya ji bo rojnamevaniya aştiyê wê dewam bike. Em ê her kesên ku me xwe gihandiye wan hewl bidin tevlî bikin. Em ê nîşan bidin ku yên rojnamevaniya aştiyê dikin hîn xurt in. Her ku rojnamevaniya aştiyê bi pêş bikeve wê pêvajo bi lez bi pêş ve biçe û di çareseriya pirsgirêkan de alî wê bi wêrekî tevbigerin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji ber ziwatiyê rez hişk bû, tirî xera bû
Nûçeya Pişt re Kalkan: Desthilatdariyê dest ji siyaseta îmhakirina Kurdan bernedaye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Şaredariya Amedê kirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Şaredariya Bajarê Mezin a…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ji Rihayê: Navnîşana aştiyê Rêber Apo ye

Jinên ji Rihayê ku tevlî Meşa Azadiyê bûn, diyar kirin ku ji bo aştiyê ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Mazlûm Abdî: Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi yekîtiyê heye

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku di serdemeke awarte re derbas dibin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Şemiyê di cejnê de hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûray Turkmen: Berpirsiyariya meseleyê bes ne ya DEM Partiyê ye, ya hemû derdoran e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Engîn Sever: Divê rast nêzî Mafê Hêviyê bibin, em ê li qadan bin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 30’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?