Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, destnîşan kir ku di prensîba hiqûqê de ti rêzikname nikare mafê hevdîtinê ya ligel parêzeran asteng bike û got lê belê desthilatdariya Tirk ev yek kirine û li gorî rêziknameya xwe tevnagerin. Bîlmez got, “Pêşî dê hevdîtin bê kirin û piştre di encama hevdîtinê de wê gumana sûç hebe. Rêveberên girtîgehê divê girtname amade bike tevî wê bişîne dadgeriyê. Li ser vê dadgerê cezayê wê cidî bigire û biryarê bide. Li vir rewş cuda ye. Li holê ne hevdîtina parêzer, ne gumanê sûcê û ne jî girtname heye. Ti tiştek nîne. Tenê her 6 meh carek tê gotin qedexeya hevdîtina parêzer heye. Her wiha em nayên agahdarkirin jî, mîna ku ji me direvînin.”
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, pirsên ANF’ê bersivand.
Ji bo dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çima Îmrali hate hilbijartin?
Hilbijartineke pir bi zanabûne û heta amadekariya destpêkê ya wê demê jî hatibû kirin. Beriya 15’ê Sibata 1999’an li wir girtîgeheke nîv vekirî hebû. Ew hikûmxwarên ku dema berdana wan kêm mabe dibirin wê girtîgeha wê giravê. Demeke kurt beriya 15’ê Sibatê, mikûmxwarên li wê derê ji giravê neqlî girtîgehên din hatin kirin. Ev der ji bo Birêz Ocalan hat amadekirin. Di dîrokê de rewş bi vî rengî bû. Mirovên xwedî seknên Rêbertî yên mîna Birêz Ocalan hewl tê dayîn ji civakê bên îzolekirin. Bi giştî girtîgehên giravê tercîh dikin, tên hilbijartin. Mînakên vê Mandela, Napolyon in. Weke ku min got, bi hincetên ewlehiyê di rastiyê de ew kes, ew rêber ji gel, rêxistina xwe tê qutkirin, îzolekirin û tecrîd dikin. Armanca sereke ev e. Ji ber vê yekê hilbijartineke bi zanabûn tê kirine.
Mafê we yê hevdîtinê li gorî zagon û rêziknameya girtîgehê çiqasî heye?
Qanûnên Tedbîrên Ewlekariya Girtîgehê û Pêkanîna Cezayê hene. Di Qanûna Dadgeha Cezayê de hin hikûmxar hene. Parêzerek dikare bi muwekîlê xwe yê hikûmxarî re hevdîtinê bike. Yanî eger ceza hatibe birîn, ji aliyê dadgehê ve hatiye erêkirin û mehkûmkirin, mîna Birêz Ocalan her hefte bi şertê ku di saetên kar de be, dikare hevdîtinê bike. Girtîgeha Îmraliyê jî li ser kaxezê cuda nehatiye destgirtin. Girtîgeha Îmraliyê jî Tîpa F ye. Statuya wê ev e. Mîna Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê ye. Em diçin van girtîgehan jî. Muwekîlên me li wir hene. Em dikarin her rojên hefteyê biçin hevdîtinê. Bêyî agahdarî, em dikarin biçin û hevdîtinê pêk bînin. Lê li Îmraliyê rewş bi vî rengî nebû. Di serî de diviya qanûn wiha bimeşiya, lê her tim bi rojekê ve sînordar kirin. Statuya taybet a Îmraliyê ji bo vê yekê weke hincetekê hat bikaranîn. Ev ne hiqûqî ye, lê di pratîkê de wisa kirin. Roja Çarşemê saetek hevdîtin çêdibû û bêguman ev yek bi têrkerî nedihate bicihanîn.
Baş e ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve çiqas hatiye sepandin?
Pêwîst e em vê pêvajoyê li du beşan dabeş bikin; Beriya 27’ê Tîrmeha 2011 ‘an û piştî wê heta roja îro. Wekî ku min di pêşî de jî qal kir, tevî ku her roj li gorî qanûnan mafê me yê hevdîtinê hebû jî, ji me re rojek û saetek mafê hevdîtinê hat dayîn. Ji ber vê yekê, salê 52 caran mafê me yê hevdîtinê hebû, lê belê her sal tenê bi qasî 15 an jî 20 hevdîtinan me dikarîbû pêk bînin. Di hefteyên mayî de bi awayekî fermî derew li me dihat kirin; Wekî keştî xerabe ye, rewşa nebaş a hewayê an jî kaptan nexweş e… ku heta sala 2011’an wisa dom kir. Hevdîtina dawî ya parêzer di 27’ê Tîrmeha 2011’an de pêk hat.
Piştî pevçûnê di 15’ê Tîrmeha 2016’an de di nava dewletê de rewşa awarte hat îlankirin. Di çarçoveya Rewşa Awarte de, yekser bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji bo Îmraliyê hevdîtina parêzer û endamên malbatê, telefon û nameyan hate qedexekirin. Ti bingeheke hiqûqî û mafdariya vê yekê nîne. Di çarçoveya Biryarnameyên Rewşa Awarte de ku piştre hatin derxistin, der barê qedexekirina mafê kes yê hevdîtinê ligel parêzer de rêzikname hatin sererastkirin û yekser li Îmraliyê hatin pêkanîn. Ji wir û pê ve her carê qedexeya hevdîtinê spartin vê yekê û asteng kirin. 6 mehan carekê qedexe dihate pêkanîn. Heta sala 2019’an bi vî rengî hate meşandin. Di sala 2019’an de dema ku grevên birçîbûnê berdewam dikirin, Wezareta Dadê ragihand ku ji bo çûyîna Îmraliyê ti astengiyeke hiqûqî nîne. Biryara Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê ku her 6 mehan carekê qedexeya hevdîtina parêzeran nû dikir, paşve hate vekişandin û di sala 2019’an de 5 hevdîtinên parêzeran hatin kirin. Piştî hevdîtina dawî ya 7’ê Tebaxa 2019’an, dubare hevdîtin hatin qutkirin. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê biryara qedexekirina hevdîtina parêzeran careke din da destpêkirin. Heta niha jî ev pêvajo bi vî rengî dewam dike. Ev ne hiqûqî, ne zagonî û ne jî rewa ye, di rastiyê de tiştek wiha nîne.
Biryarên astengkirinê û qedexekirinê ji we re têne ragihandin?
Dîsa weke beriya 2011 û piştî wê, ez ê ji hev cuda bikim. Em beriya 2011’an diçûn Fermandariya Cendirmeyan a li Gemlîkê û eger hevdîtin çênebe, erkdar dihatin ji me re digotin. Piştre ev yek rojek berî bi telefonê diragihandin. Piştî sala 2011’an jî hîn rasttir piştî OHAL’ê rewş guherî. Mafê hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran re tê qedexekirin. Bi wexteke 6 mehan, ev qedexe bênavber tê dirêjkirin û domandin. Ev ne li gorî hêmanên giştî yên hiqûqê ne. Di prensîbê de jixwe hûn nikarin mafê hevdîtina mirov a bi parêzeran re qedexe bikin. Tirkiyeyê ev yek kir. Ya duyem jî ew bi xwe li gorî qanûnên xwe tevnagerin. Destpêkê hevdîtinek, piştre ev hevdîtin wê bibe gumaneke sûc. Ew rêveberên girtîgehê wê bi girtnameyê vê ji dadgehê re bişînin. Dadgeriya înfazê wê cidî bigire û biryarekê bide. Li vir rewş cuda ye. Ne hevdîtineke parêzeran, ne gumana sûc û ne jî girtname li holê heye. Ti tişt nîne. Hema wisa tenê 6 mehan carekê tê gotin, qedexeya parêzeran heye. Lewma ji me re nayê ragihandin jî, ji me tê revandin. Em serlêdanê dikin da ku biryarê ji me re bişînin û îtîraz bikin. Wê jî naşînin. Ji UYAP’ê zêde nakin. Dema mijar dibe Birêz Ocalan û Kurd, mixabin evane hemû çêdibin. Em dîsa jî dem hesab dikin û îtîraz dikin.
Tirkiye endamê Konseya Ewropayê ye, mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û di bin kontrola saziyên Konseya Ewropayê yên mîna CPT de ye. Hûn jî zoriyê li CPT dikin û rexne dikin. Gelo CPT çi nake?
Em helwesta CPT rexne dikin. Îro li Îmraliyê rewşeke ku tecrîdê derbas dike, heye. 4 muwekîlên me li girtîgeheke giravekê ne û 43 meh in ti peywendî nîne, em agahî nawergirin. Hiqûq, qanûn, meşruiyet, wijdan, hemû hatine binpêkirin. Rewşa ku em gihiştinê, rewşa herî xirab a dîroka Îmraliyê ye. Agahiya CPT’ê ji vane hemûyan heye. Berê dema baş xirab 15-20 hevdîtin dihatin kirin û hevdîtin bi hincetên cur be cur dihatin astengkirin, CPT’ê hindik mabû pêkanîn ferz kiriba û Tirkiyeyê demildest koster guhert, keştiyeke hîn mezintir a bi navê Tuzlayê veguhezt wir; hevdîtin hinek bi rêkûpêk pêk hatin. Helwesta CPT’ê wê demê bandoreke erênî kir. Îro em di rewşeke ji wê demê hîn xirabtir de ne, lê CPT ti tiştê nake. Hîna rapora têkildarî serdana berê jî neweşandiye. Êdî divê serdaneke nû bike. Herî kêm CPT divê biçe serdanê bike û raya giştî agahdar bike.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, dîsa piştî 10 salan qasî salekê wext da Tirkiyeya ku biryara DMME’yê pêk nayîne. Gelo çima wiha ji demê re dihêle?
Komîteya Wezîran saziyeke ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e. Mîna saziyeke rêvebirinê ya Konseya Ewropayê ye. Ev rûniştin, muebeta girankirî, yanî têkildarî meseleya ‘mafê hêviyê’ bû. DMME’yê di biryara xwe ya sala 2014’an de, destnîşan kir ku ne li gorî madeya 3’yan a PMME’yê ye. Biryar da ku heta mirinê wê cezayê hepsê neyê dayîn. Hikûmeta Tirk 10 sal in pêdiviya vê biryarê bi cih neanî. Komîteya Wezîran jî bi cih neanî. Di vê civîna dawî de, ji van polîtîkayên Tirkiyeyê re zemîn pêşkêş kir. Tirkiye timî mijûl dike û taktîkeke ji demê re pêk tîne. Komîteya Wezîran jî qasî salekê wext da. Vê yekê salek din jî bi Tirkiyeyê da qezenckirin.
Herî kêm Komîteya Wezîran vê carê fêm kir ku Tirkiye gavê naavêje, lewma erk da sekreteryaya xwe ku di nava salekê de biryarnameyekê amade bike. Li gorî rûniştina din, geşedaneke erênî ye. Ji encamê û vir ve heta niha Komîteya Wezîran jî mixabin bi rolê xwe ranabe.