Bi ser qetilkirina hovane ya bi xazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî ya 17 gerîlayên azadiyê de sê sal derbas bûn ku van 17 gerîlayên azadiyê li Heremên Parastinê yên Medyayê di tunelên şer de bi têkoşîna xwe destana têkoşîna serdemekê nivîsandin.
Ji berxwedêrên Werxelêyê Celal Fedakar, Jînda Ronahî, Amara Çiya, Ozgur Bedran, Mazlûm Batman, Azad Gerîla û Adil Qeşûrî di 23’yê Îlona 2021’an de ji fermandarên têkoşînê Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran, Mahîr Kop, Amara Zagros û Dilvîn Dalaho di 5’ê Cotmega 2021’an de û Têkoşer Zagros, Hêvîdar Tirbespî, Yêrîvan Kato, Binevş Çiya û Adil Gabar jî di 10’ê Cotmeha 2021’an de di tunelên şer ên Werxelêyê de li hemberî êrîşa herî hovane ya serdemê, sekna herî mirovî ya serdemê nîşan dan û tevlî karwanê şehîdan bûn. Tevî ku sê sal bi ser de derbas bûne jî têkoşîna Werxelêyê ew têkoşîn e ku xeta taktîkên şerê tunelan diyar kiriye û şerê tunelan bi hemû destkeftiyên xwe îro jî berdewan dike. Şehateda 17 gerîlayan ku êşa wan hê jî tê hîskirin, mezintirîn soza tolhilanînê ya gerîlayên peyrewên wan in. Ne tenê di wateya zelalbûna perspektîfa taktîka şerên tunelan de, di heman demê de sekna şervanên Werxelêyê îro hê jî bîra herî zindî û manîfestoya têkoşînê ye.
JI BO PÛÇKIRINA ÊRÎŞÊN DIJMIN ÊN TUNEKIRINÊ
Gerîlayan li hemberî plana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo ku esasên taktîka stratejiya parastina qadê pêş bixin û bi cih bînin di nava xebat û tevgereke derasayî de bûn. Li her derê tunelên şer hatin avakirin. Li hemberî teknolojiya şerê serdemê rêya herî bibandor a parastina çalak, avakirina pergalên binerdî û pêkanîna qadên jiyan û mewziyên şer û pûçkirina polîtîkayên tunekirinê yên dijmin bû. Gerîla di destpêka sala 2021’an de kêliyekê jî be nesikinîbû. Carna bes bi tewr û meran di nava zinarên çiyayên Kurdistanê de tunelên dirêjahiya ser metreyan kolandin, mewziyên xwe di nava van tunelan de ava kirin û hemû jiyan û binesaziya şerê xwe di van tunelan de bi cih kirin. Ev amadekariyên şerê mezin bûn. Êrîşên dijmin wê ne êrîşeke wisa bûna ku haya gerîlayan pê nebû. Weke gotina Rêber Apo bû, ne jiyan wê weke berê be ne jî şer. Yên ku texmînên wan şaş bûn, li hemberî taktîk û amadekariyên gerîlayan matmayî bûn û li ber deriyên tunelan bi xwîna xwe xeniqîn leşkerên artêşa Tirk bûn…
WERXELÊYÊ GELEKÎ GIRÎNG BÛ
Di sala 2021’an de Wexelêyê yek ji wan mewziyan bû ku şerê tunelan lê awayê herî xurt diqewimî. Tevî ku bi ser de sê sal derbas bûne jî hê jî qala lehengiya wê mewziyê tê kirin û tunelên şer ên Werxelêyê bi tecrûbeyên xwe perspektîfa rastîn ya tunelên şer diyar kiriye. Mewziya Cûmalî, Çavrê, Amara û Mahîran… Tunelên şer ên Werxelêyê ji bo sekinandina pêşketina artêşa Tirk a faşîst a li herêmê, mewziyeke gelekî girîng bû. Artêşa Tirk di serî Zap ji bo ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê derbasî herêmên din bike, diviya ji mewziya Wexelêyê derbas bibûna. Di serî de Fermandar Cûmalî û Çavrê wê heyamê haya hemû gerîlayên li wê mewziyê bi vê rastiyê hebû. Artêşa Tirk beriya ku li nêzî Werxelêyê bibe, têkoşînên li Mamreşo, Arisfaris, Marvanos, Dola Konferans û Dola Mara ji bo berxwedêrên Werxelêyê bûbûn tecrûbeyeke mezin. Têkildarî awayê nêzkbûna dijmin, kêmasiyên mewziyên şer, xeletiyên ku weke rast dihatin zanîn, parastina qadan û tedbîrên li hemberî çekên kîmyewî tecrûbeyên girîng hatibûn bidestxistin. Ev yek ji bo tunelên şer ên Werxelêyê şensekî mezin bû.
TÊKOŞÎNA 120 ROJAN A WERXELÊYÊ
Ji bilî amadekariyên mewziyan yên li Werxelêyê, ya ku bi rastî jî ew mewzî kir mewziya têkoşînê karaktera şervanên wê mewziyê bûn. Wan wê weke ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidana. Avaniya ku ji bo têkoşîna Werxelêyê hatibû li ba heb ne avaniyeke jirêzê bû. Ew koma gerîlayan bi tesadûfî nehatibûn li ba hev. Her yekê armancek hebû. Her yekê kêmasiyek çareser dikir, her yekê hev temam dikirin. Ew dilekî pola bûn ku li dora fikrekê mewzî girtîbûn. Wê 120 rojan li hemberî kiryarên bêexlaq yên leşkerên artêşa Tirk li ber xwe bidana û teslîm nebûna. Li hemberî hemû bangên teslîmiyetê wê weke Sakînê Cansizê tifî li rûyê wan bikin, weke Kemal Pîr ji bo jiyaneke birûmet canê xwe feda bikin û weke Îbrahîm Kaypakkaya xwe feda bikin lê belê sira xwe eşkere nekin… Ji ber vê yekê têkoşîna Werxelêyê kurteya hemû têkoşînên li hemberî vê pergalê ye. Ew bi tesadûfî nehatin li ba hev û bi tesadûfî 120 rojan li ber xwe nedan. Wan hê roja ewil dizanî bê ka wê çawa li ber xwe bidin û sekneke çawa nîşan bidin. Ev yek hê dema ku nû diketin tunela şer a Werxelêyê dizanîn. Ji ber vê yekê ji wan 17 gerîlayan bes gerîlayekî jî li hemberî artêşa Tirk destên xwe ranekir. Gotibûn; ‘Belkî artêşa Tirk li her herê dîmenên ku cenazeyên me ji vir derdixîne, belav bike lê belê bi tu awayî wê nikaribe ku dîmenên ku gerîlayek destên xwe radike, bigire.’ Wisa jî çêbû. Tekane dîmena ku artêşa Tirk girtî, dîmenên kêliya teqandina teqemeniyên qedexekirî bûn. Ji bilî belgekirina sûcê xwe nekarîn tiştekî din bikin. Erê, di tevahiya 120 rojan de ji tunela şer a Werxelêyê bes îxanetkerek jî derneket. Xwediyên rastîn yên van xakan li hemberî koçberên bêesil ên Asyaya Navîn serî netewandin. Çimkî li wê mewziyê ne tovên îxanet û hevkariyê hatibûn reşandin, tovên têkoşîn û serkeftinê hatibûn reşandin.
NEGOTIN KU HEYA LI VIR E Û LI BENDA MIRINÊ NESEKINÎN
Di wan rojên şer de li pêşiya tunelên şer ên Werxelêyê bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin cezakirin, gerîlayan di encama hemû çalakiyên xwe de bi sedan kîlo teqemenî û amûrên leşkerî desteser dikirin. Têkoşîna gerîlayan ya li Werxelêyê planên dewleta Tirk serûbin kiribû. Armanca wan ew bû ku beriya demsala havînê Werxelêyê dagir bikin û berê xwe bidin qadên din ên Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê belê wisa çênebû ku bûbû meha Cotmehê û gerîlayan hê jî li ber xwe dida. Navê bêçaretiya artêşa Tirk a li wê mewziyê xaza kîmyewî bû. Bi taybetî jî piştî têkoşîna 90 rojan, teqandinên dijwar pêk anîn û bi awayekî bênavber çekên kîmyewî bi kar anîn. Tecrûbeyên ku ji têkoşînên berê hatibûn bidestxistin hebûn, lê belê êrîşên dijmin ne weke tu êrîşên beriya wê bûn. ji ber vê yekê wan bi ceribandin û pratîkên xwe tedbîr pêş xistin û ev yek li gel mewziyên din ên têkoşînê parve kirin. Ji ber vê yekê di dîroka şerê tunelan de têkoşîna Werxelêyê xwedî cihekî girîng e. Gelek tecrûbeyên ji tunelên şer hatibûn bidestxistin û gelek rêbazên ku li hemberî êrîşên dijmin yên îro jî gerîla serî lê didin cara ewil di tunelên şer ên Werxelêyê de hatibûn ceribandin. Wan carna bi birîndarbûnê, carna tevî bênefmanê û carnan jî ji ber krîzên ku xazên kîmyewî dibûn sedem ev tecrûbe bi dest xistin. Li hemberî êrîşên dijmin tu caran bêçare neman û di destê wan de çi hebû li hemberî êrîşên xazên kîmyewî bi kar anîn. Tu caran li hemberî êrîşên xazên kîmyewî yên dijwar dev ji têkoşîna xwe bernedan û negotin ‘heya li vir e’’ û li benda şehadeta xwe nesekinîn. Wan bi xwe çarenûsa xwe nivîsand. Wan tu caran jiyana xwe teslîmî leşkerên artêşa Tirk ên hov nekirin. Di kêliyên şer de mewziyên nû ava kirin, çekên nû pêş xistin, rêbazên nû peyda kirin û karîn van hemûyan belge bikin û parve bikin. Artêşa Tirk her roj zinarên Werxelêyê bombebaran dikir. Berxwedêrên Werxelêyê piştî hemû bombebarandinan ji nava wan enkazan serê xwe radikirin û weke ku hilkişin asîman, ji nû ve diafirandin.
EM JI BO ARMANCA PÎROZ CANÊ XWE FEDA DIKIN
Gerîlayên ku li Werxelêyê tevlî karwanê şehîdan bûn, dema ku hewl didan hev ji nava xazên kîmyewî rizgar bikin, şehîd bûn. her yek piştî yê beriya xwe diçû di nava wê xazê. Wê her yekê yê beriya xwe rizgar kiriba. Yên ku li Werxelêyê rû dayî, hevrêtiyeke bi vî rengî bû. Ji ber vê yekê ew mewzî ne mewziyeke şer û çalakiya li hemberî dijmin bû. Wan di bin wê dorpêçê û di wê tunelê de manewiyatên mezin honand. Jiyan çi ye? Mirin çi ye? Divê însan ji bo kijan nirxan canê xwe feda bike? Nûnertiya rûmeta gelekî çi ye? Werxelê dergaha derwîşên wê serdêmê bû ku wan her roj girêdayî van pirsan xwe serê xwe diêşand. Demekê beriya ku tevlî karwanê şehîdan bibin jî gotibûn; ‘’Ger em li vir şehîd bibin, bila kes xema wê nexwe, em ji bo armanceke pîroz canê xwe feda dikin, ev rêwitî me natirsîne.’’ Di tunelên şer ên Werxelêyê de ruhê têkoşêrên Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê digeriya. 17 gerîlayan, afirînerên destana 120 rojan bi vî rengî pêşwaziya mirinê kiribûn. Bi rûmeta li şûna teslîmbûnê têkoşîn û bi aramiya ku dizanin wê tu carî neyên jibîrkirin… Ger însan ne xwediyê dilekî pola be , çawa dikare li hemberî êrîşeke 120 rojan ya sîstematîk û bombardimanên xazên kîmyewî li ber xwe bide? Ger ruh û zihna însanan evqasî qewîn nebe, çawa dikare tuneleke reş û tarî veguherîne behreke hêviyê?
Berxwedêrên Werxelêyê rûmeta hemû Kurdan parast, di sedsala 21’an de serê gelê Kurd netewandin. Ji ber vê yekê berxwedana Werxelêyê ya hemû Kurdistanê ye; divê neyê jibîrkirin û tim were bîranîn.