Duşem, 20 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Ji bo aştiyê pêwîstî bi çêkirina qanûnan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş kampanya îmzeyan hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza dijî projeya JES’ê de ya li Gimgimê biryara navberê. Belge hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêwendiya pirsgirêkên li dibistanan bi pirsgirêkên pergalî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Cesûr: Agirbest mayinde nîne, rageşiyeke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewletê dest danî ser Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Îradeya Werxelêyê manîfestoya têkoşîna gerîla ye
Kurdistan

Îradeya Werxelêyê manîfestoya têkoşîna gerîla ye

Têkoşîna Werxelêyê ew têkoşîn e ku xeta taktîkên şerê tunelan diyar kiriye û şerê tunelan bi hemû destketiyên xwe berdewan dike. Sekna şervanên Werxelêyê îro jî hê bîra têkoşînê ya herî zindî û manîfestoya wê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Bi ser qetilkirina hovane ya bi xazên kîmyewî  û teqemeniyên qedexekirî ya 17 gerîlayên azadiyê de sê sal derbas bûn ku van 17 gerîlayên azadiyê li Heremên Parastinê yên Medyayê di tunelên şer de bi têkoşîna xwe destana têkoşîna serdemekê nivîsandin.

Ji berxwedêrên Werxelêyê Celal Fedakar, Jînda Ronahî, Amara Çiya, Ozgur Bedran, Mazlûm Batman, Azad Gerîla û Adil Qeşûrî di 23’yê Îlona 2021’an de  ji fermandarên têkoşînê Cûmalî Çorûm, Çavrê Kamûran,  Mahîr Kop, Amara Zagros û Dilvîn Dalaho di 5’ê Cotmega 2021’an de û Têkoşer Zagros, Hêvîdar Tirbespî, Yêrîvan Kato, Binevş  Çiya û Adil Gabar jî  di 10’ê Cotmeha 2021’an de di tunelên şer ên Werxelêyê de li hemberî êrîşa herî hovane ya serdemê, sekna herî mirovî ya serdemê  nîşan dan û tevlî karwanê şehîdan bûn.  Tevî ku sê sal bi ser de derbas bûne jî têkoşîna Werxelêyê  ew têkoşîn e ku xeta taktîkên şerê tunelan diyar kiriye û şerê tunelan bi hemû destkeftiyên xwe îro jî berdewan dike.  Şehateda 17 gerîlayan ku êşa wan hê jî tê hîskirin, mezintirîn soza tolhilanînê ya gerîlayên  peyrewên wan in.  Ne tenê di wateya zelalbûna perspektîfa taktîka şerên  tunelan de, di heman demê de sekna şervanên Werxelêyê îro hê jî bîra herî zindî û manîfestoya têkoşînê ye.

JI BO PÛÇKIRINA ÊRÎŞÊN DIJMIN ÊN TUNEKIRINÊ

Gerîlayan li hemberî plana dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê  ji bo ku esasên taktîka stratejiya parastina qadê  pêş bixin û bi cih bînin di nava xebat û tevgereke derasayî de bûn. Li her derê  tunelên şer hatin avakirin. Li hemberî teknolojiya şerê serdemê rêya herî bibandor a parastina çalak, avakirina pergalên binerdî û pêkanîna qadên jiyan û mewziyên şer û pûçkirina polîtîkayên tunekirinê yên dijmin bû.  Gerîla di destpêka sala 2021’an de kêliyekê jî be nesikinîbû.   Carna bes bi tewr û meran di nava zinarên çiyayên Kurdistanê de tunelên dirêjahiya ser metreyan kolandin, mewziyên xwe di nava van tunelan de ava kirin û  hemû jiyan û  binesaziya şerê xwe di van tunelan de bi cih kirin. Ev amadekariyên şerê mezin bûn.  Êrîşên dijmin wê ne êrîşeke wisa bûna ku haya gerîlayan pê nebû.  Weke gotina Rêber Apo bû, ne jiyan wê weke berê be ne jî şer. Yên ku texmînên wan şaş bûn, li hemberî taktîk û amadekariyên gerîlayan matmayî bûn û li ber deriyên tunelan bi xwîna xwe xeniqîn leşkerên artêşa Tirk bûn…

WERXELÊYÊ GELEKÎ GIRÎNG BÛ

Di sala 2021’an de Wexelêyê yek ji wan mewziyan bû ku şerê tunelan lê awayê herî  xurt diqewimî.  Tevî ku bi ser de sê sal derbas bûne jî hê jî qala lehengiya wê mewziyê tê kirin û tunelên şer ên Werxelêyê bi tecrûbeyên xwe perspektîfa rastîn ya tunelên şer diyar kiriye. Mewziya Cûmalî, Çavrê, Amara û Mahîran… Tunelên şer ên Werxelêyê ji bo sekinandina pêşketina artêşa Tirk a faşîst a li herêmê, mewziyeke gelekî girîng bû.  Artêşa Tirk di serî Zap ji bo ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê derbasî herêmên din bike, diviya ji mewziya Wexelêyê derbas bibûna.  Di serî de Fermandar Cûmalî û Çavrê wê heyamê haya hemû gerîlayên li wê mewziyê bi vê rastiyê hebû.  Artêşa Tirk beriya ku li nêzî Werxelêyê bibe, têkoşînên li Mamreşo, Arisfaris, Marvanos, Dola Konferans û Dola Mara ji bo berxwedêrên Werxelêyê bûbûn tecrûbeyeke mezin.  Têkildarî awayê nêzkbûna dijmin, kêmasiyên mewziyên şer, xeletiyên ku weke rast dihatin zanîn, parastina qadan û tedbîrên li hemberî çekên kîmyewî tecrûbeyên girîng hatibûn bidestxistin.  Ev yek ji bo tunelên şer ên Werxelêyê şensekî mezin bû. 

TÊKOŞÎNA 120 ROJAN A WERXELÊYÊ

Ji bilî amadekariyên mewziyan yên li Werxelêyê, ya ku bi rastî jî ew mewzî kir mewziya têkoşînê karaktera şervanên wê mewziyê bûn. Wan wê weke ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bidana. Avaniya ku ji bo têkoşîna Werxelêyê hatibû li ba heb ne avaniyeke jirêzê bû.  Ew koma gerîlayan bi tesadûfî nehatibûn li ba hev.  Her yekê armancek hebû. Her yekê kêmasiyek çareser dikir, her yekê hev temam dikirin.  Ew dilekî pola bûn ku li dora fikrekê mewzî girtîbûn. Wê 120 rojan li hemberî kiryarên bêexlaq yên leşkerên artêşa Tirk li ber xwe bidana û teslîm nebûna.  Li hemberî hemû bangên teslîmiyetê wê weke Sakînê Cansizê tifî li rûyê wan bikin, weke Kemal Pîr ji bo jiyaneke birûmet canê xwe feda bikin û weke Îbrahîm Kaypakkaya xwe feda bikin lê belê sira xwe eşkere nekin… Ji ber vê yekê têkoşîna Werxelêyê kurteya hemû têkoşînên li hemberî vê pergalê ye.  Ew bi tesadûfî nehatin li ba hev û bi tesadûfî 120 rojan li ber xwe nedan.  Wan hê roja ewil dizanî bê ka wê çawa li ber xwe bidin û sekneke çawa nîşan bidin. Ev yek hê dema ku nû diketin tunela şer a Werxelêyê dizanîn.  Ji ber vê yekê ji wan 17 gerîlayan bes gerîlayekî jî li hemberî artêşa Tirk destên xwe ranekir.  Gotibûn; ‘Belkî artêşa Tirk li her herê dîmenên ku cenazeyên me ji vir derdixîne, belav bike lê belê bi tu awayî wê nikaribe ku dîmenên ku gerîlayek destên xwe radike, bigire.’ Wisa jî çêbû. Tekane dîmena ku artêşa Tirk  girtî, dîmenên kêliya teqandina teqemeniyên qedexekirî bûn.  Ji bilî belgekirina sûcê xwe  nekarîn tiştekî din bikin.  Erê, di tevahiya 120 rojan de ji tunela şer a Werxelêyê bes îxanetkerek jî derneket.  Xwediyên rastîn yên van xakan li hemberî koçberên bêesil ên Asyaya Navîn serî netewandin. Çimkî li wê mewziyê ne tovên îxanet û hevkariyê hatibûn reşandin, tovên têkoşîn û serkeftinê hatibûn reşandin.

NEGOTIN KU HEYA LI VIR E Û LI BENDA MIRINÊ NESEKINÎN

Di wan rojên şer de li pêşiya tunelên şer ên Werxelêyê bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin cezakirin, gerîlayan di encama hemû çalakiyên xwe de bi sedan kîlo teqemenî û amûrên leşkerî desteser dikirin.  Têkoşîna gerîlayan ya li Werxelêyê planên dewleta Tirk serûbin kiribû.  Armanca wan ew bû ku beriya demsala havînê Werxelêyê dagir bikin û berê xwe bidin qadên din ên Herêmên Parastinê yên Medyayê. Lê belê wisa çênebû ku bûbû meha Cotmehê û gerîlayan hê jî li ber xwe dida.  Navê bêçaretiya artêşa Tirk a li wê mewziyê xaza kîmyewî bû.  Bi taybetî jî piştî têkoşîna 90 rojan, teqandinên dijwar pêk anîn û bi awayekî bênavber  çekên kîmyewî bi kar anîn.  Tecrûbeyên ku ji têkoşînên berê hatibûn bidestxistin hebûn, lê belê êrîşên dijmin ne weke tu êrîşên beriya wê bûn.  ji ber vê yekê wan bi ceribandin û pratîkên xwe tedbîr pêş xistin û ev yek li gel mewziyên din ên têkoşînê parve kirin.  Ji ber vê yekê di dîroka şerê tunelan de têkoşîna Werxelêyê xwedî cihekî girîng e.  Gelek tecrûbeyên ji tunelên şer hatibûn bidestxistin û  gelek rêbazên ku li hemberî êrîşên dijmin yên îro jî gerîla serî lê didin cara ewil  di tunelên şer ên Werxelêyê de hatibûn ceribandin.  Wan carna bi birîndarbûnê, carna tevî bênefmanê  û carnan jî ji ber krîzên ku xazên kîmyewî dibûn sedem ev tecrûbe bi dest xistin. Li hemberî êrîşên dijmin tu caran bêçare neman û  di destê wan de çi hebû li hemberî êrîşên xazên  kîmyewî bi kar anîn.  Tu caran li hemberî êrîşên xazên kîmyewî yên dijwar dev ji têkoşîna xwe bernedan û negotin ‘heya li vir e’’ û li benda şehadeta xwe nesekinîn.  Wan bi xwe çarenûsa xwe nivîsand.  Wan tu caran jiyana xwe teslîmî leşkerên artêşa Tirk ên hov nekirin.  Di kêliyên şer de mewziyên nû ava kirin, çekên nû pêş xistin, rêbazên nû peyda kirin û karîn van hemûyan belge bikin û parve bikin.  Artêşa Tirk her roj zinarên Werxelêyê bombebaran dikir.  Berxwedêrên Werxelêyê piştî hemû bombebarandinan ji nava wan enkazan serê xwe radikirin û weke ku hilkişin asîman, ji nû ve diafirandin.

EM JI BO ARMANCA PÎROZ CANÊ XWE FEDA DIKIN

Gerîlayên ku li Werxelêyê tevlî karwanê şehîdan bûn, dema ku hewl didan hev ji nava xazên kîmyewî rizgar bikin, şehîd bûn.  her yek piştî yê beriya xwe diçû di nava wê xazê. Wê her yekê yê beriya xwe rizgar kiriba.  Yên ku li Werxelêyê rû dayî, hevrêtiyeke bi vî rengî bû.  Ji ber vê yekê ew mewzî ne mewziyeke  şer û çalakiya li hemberî dijmin bû. Wan di bin wê dorpêçê  û di wê tunelê de manewiyatên mezin honand. Jiyan çi ye? Mirin çi ye? Divê însan ji bo kijan nirxan canê xwe feda bike? Nûnertiya rûmeta gelekî çi ye? Werxelê dergaha derwîşên wê serdêmê bû ku wan her roj girêdayî van pirsan xwe serê xwe diêşand. Demekê beriya ku tevlî karwanê şehîdan bibin jî gotibûn; ‘’Ger em li vir şehîd bibin, bila kes xema wê nexwe, em ji bo armanceke pîroz canê xwe feda dikin, ev rêwitî me natirsîne.’’ Di tunelên şer ên Werxelêyê de ruhê têkoşêrên Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê digeriya.  17 gerîlayan, afirînerên destana 120 rojan bi vî rengî pêşwaziya mirinê kiribûn. Bi  rûmeta li şûna teslîmbûnê têkoşîn û bi aramiya ku dizanin wê tu carî neyên jibîrkirin… Ger însan ne xwediyê dilekî  pola be , çawa dikare li hemberî êrîşeke 120 rojan ya sîstematîk û bombardimanên xazên kîmyewî li ber xwe bide?  Ger ruh û zihna însanan evqasî qewîn nebe, çawa dikare tuneleke reş û tarî veguherîne behreke hêviyê?

Berxwedêrên Werxelêyê  rûmeta hemû Kurdan parast, di sedsala 21’an de serê gelê Kurd netewandin. Ji ber vê yekê berxwedana Werxelêyê ya hemû Kurdistanê ye; divê neyê jibîrkirin û tim were bîranîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DBP: Tecrîd bê şikandin wê zincîra faşîzmê jî bişikê!
Nûçeya Pişt re YJK-E’yê banga xwedîderketina pêngavê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Desteya Eşayîr a Şengalê banga xwedî derketina li Rojava kir

Desteya Eşayîr a Şengalê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Viyan Tekçe: Di şexsê min de mafê jinan ê hilbijartinê jê hate standin

Viyan Tekçe ku wezîfeya wê ya Hevşaredariya Colemêrgê bi darbeya qeyûm hate desteserkirin got, "Di…

Ji aliyê Stêrk TV

Zêdebûna mirina bi guman a jinan: Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê dide kujeran

Alîkara Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk bal kişand ser zêdebûna mirina bi guman a jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?