Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agin: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Beştaş: Di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Roja Kobanê ya Cîhanê: ‘Parastina Kobanê, parastina mirovahiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtin û zextên rejîma Îranê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye
Rojane

DFG: Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di bin dorpêça piralî de ye

DFG'ê bi wesîleya 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û ragihand ku binpêkirina li hemberî mafên rojnamevaniyê yên sê mehê destpêkê yên sala 2026'an veguheriye "rejîmeke zordar a bi rêk û pêk."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çepemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, ji bo bîranîna rola çapemeniyê ya cemaweriyê û têkoşîna heqîqetê ya rojnamegeran xaleke werçerxê ye. Lê belê daneyên mehên pêşîn ên sala 2026’an radixin ber çavan ku ev roj li Tirkiyeyê bi tabloyeke giran tê pêşwazîkirin. Îstatîstîkên mehên Çile, Sibat û Adarê nîşan didin ku binpêkirinên li dijî rojnamegeran ne bûyerên yekane ne, lê veguherîne rejîmeke zextê ya sîstematîk û piralî.

Di sê mehên pêşîn ên sala 2026’an de rojnameger rasterast bûn armanc. Di meha Çileyê de 14 rojnameger hatine binçavkirin, yek ji wan hate girtin û bi ser mala rojnamegerekî de hate girtin. Li 3 rojnamegeran gef hate xwarin û şopandina nûçeyan a 22 rojnamegeran hate astengkirin. Di meha Sibatê de tablo girantir bû; 6 rojnameger rastî êrişê hatin, 11 rojnameger hatin binçavkirin, 5 rojnameger hatin girtin û bi ser mala 6 rojnamegeran de hate girtin. Di meha Adarê de 5 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin; di 5 bûyerên cuda de şopandina nûçeyan hate astengkirin. Ev dane nîşan didin ku rojnamegerî li qadê bi awayekî fîîlî tê astengkirin û ewlehiya fîzîkî di bin xetereyeke mezin de ye.

Zextên li ser rojnamegeran ne tenê li qadê, li eywanên dadgehan jî berdewam dikin. Di meha Çileyê de 29 dosyayên ku 61 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; bi giştî 3 sal û 9 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran hate birîn. Di meha Sibatê de 30 dosyayên ku 45 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; bi giştî 6 sal 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û cezayê pereyan li 9 rojnamegeran hate birîn. Di meha Adarê de 21 dosyayên ku 24 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; li 3 rojnamegeran 9 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn.

Di çaryeka pêşîn a salê de hejmara rojnamegerên girtî di navbera 26 û 31’an de guherî. Ev rewş nîşan dide ku pêvajoyên darazê veguherîne amûreke bingehîn a tepisandina xebatên rojnamegeriyê.

Di meha Çileyê de 3 malperên înternetê hatin girtin, xwegihandina 23 nûçeyan hate astengkirin, 458 naverokên medyaya dijîtal hatin rakirin. Di meha Sibatê de xwegihandina 31 nûçeyan û 272 naverokên medyaya dijîtal hatin astengkirin û her wiha 10 biryarên qedexeya weşanê hatin girtin. Di meha Adarê de xwegihandina 6 nûçeyan û 75 naverokên medyaya dijîtal hatin astengkirin. Her wiha ji aliyê RTUKê ve di sê mehan de li gelek kanalan cezayên îdarî hatin birîn. Ev yek jî nîşan dide ku weşangerî rasterast di bin kontrolê de tê girtin.

Ev daneyên sê mehên pêşîn ên sala 2026’an radixin ber çavan ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ne tenê di warê hiqûqî de, di heman demê de di warê fîzîkî, dijîtal û aboriyê de jî di bin dorpêçê de ye.

3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Ji bo rojnamegeran azadiya çapemeniyê ne tenê mafekî pîşeyî ye, beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê 3’yê Gulanê; wekî roja rojnamegerên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane bi wate ye. Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were qutkirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di 3 rojên destpêkê yê Gulanê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Nûçeya Pişt re Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tevî êrîşa polîsan jî gelê Cizîrê cenazeyê şehîd Xebat Goyî veşart

Piştî 8 salan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Şehîd Xebat Goyî, li Mêrdînê radestî malbata wî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevanên binçavkirî bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin

6 rojnamevanên ku di 17'ê Çileyê de ji aliyê polîsên Tirk ve li Stenbolê hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

124 nivîskar û wêjevanan bi nameyekê xatir ji Onder xwestin

124 nivîskar û wêjevanan bi hêviya 'Aştiyeke wekhev û mayinde' ji Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Agin: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?