Rêya bejayî ya navbera Colemêrg û Wanê ji ber hezaza ku 11’ê Nîsanê rû da, çend hefte ne girtî ye. Li gel dema di ser re derbas bûye jî rê nehatiye vekirin û ev yek jî li bajêr bûye sedema mexdûriyeteke cidî. Piraniya şêniyên bajêr hewl didin bi meşê derbasî aliyê din ê herêma hezazê bibin. Mirovên nexweş, extiyar an jî zarok gelekî mexdûr bûne û ji bo çareseriyê jî gavek nehatiye avêtin. Li bajarê ku rîska erdhejê lê heye, ev xemsarî li nava şêniyan dibe sedema fikaran. Li bajêr ku zivistanê gelek caran hem hezazê hem jî aşûtê rû da, ji bo mirovên ku dixwazin rêya Wan, Gever û Colemêrgê bi kar bînin, ev yek veguheriye şerê mirinê. Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sanatkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn nerazîbûn nîşanî mijarê da û got, “Ev yek karesateke xwezayî nîne, lê lawaziya rêveberiyê ye.”
Tekîn diyar kir ku ya qewimî tenê hilweşîna rê nîne, encamek ji lawaziya rêveberî, kêmaniya plansaziyê û berpirsyariya taloqkirî ya bi salan e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li gel 15 rojên di ser re derbas bûn xeteke ji 500 metreyî hîn li çûn û hatinê nehatiye vekirin. Ev yek jî radixe pêş çavan ku pirsgirêk ne ji ber xwezayê ye, lê ji ber îdareyê ye.”
Tekîn diyar kir ku Colemêrg di pratîkê de îzole bûye, pêwendiya bi navçeyan re qut bûye, têkiliya bi bajarên derdorê re qut bûye û got, “Ev rewş êdî ne tenê pirsgirêkeke çûn û hatinê ye; veguheriye krîzeke jiyanî ku peydakirina pêwîstiyên bingehîn zehmet bûye, bazirganî li ber rawestînê ye, jiyana civakî tevizî ye. Ya herî giran jî ew e ku li Colemêrgê ku herêma erdhejê ya bi rîsk e, eger erdhejek rû bide gelo wê reflekseke çawa bê nîşandan? Eger li pêşberî hezazekê rêya esasî demeke ewqasî dirêj girtî dimîne, di felaketeke mezin de ev bajar wê bi temamî ji derve bê qutkirin. Ev xemsarî êdî ne texmînek e, lê rastiyek e.”
Tekîn ragihand ku pirsgirêk kronîk bûye, bi salan e heman pirsgirêk rû didin, rêyên alternatîf nayên çêkirin, binesazî kêm e û got, “Ev yek pirsgirêka xemsariyê ya şênber e.”
Tekîn destnîşan kir ku gelê Colemêrgê ji mafê xwe yê çûn û hatinê ya bi ewle bêpar hatiye hiştin, ev yek nayê qebûlkirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Zehmet e ku mirov hînî vê tabloyê bibe, vê tabloyê biguherîne. Ji ber ku mesele êdî ji rê wêdetir, meseleyeke ewlekarî û jiyanê ye. Eger di hezazeke biçûk de encam bi vî rengî giran be, di erdhejeke gengaz de wê rewş hilweşîner be.”
Tekîn ji rayedaran re got, eger tedbîrên pêwîst wernegirin wê berpirsyariya rewşeke neyînî ya saziyên pêwendîdar be.

